Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nanpêjgeha Miftî

 


Salar Salih

her sipîdeyê þîniyên taxa Miftî naçar ji xewa þêrîn radibin û berî didin nanpêjgeha Miftî ta ku nanê zikê xwe bidestxînin, nanpêjgeh li orta taxê dikeve, hîn kirîza bidestxistina nan wek arîþeyekê rojane xwe dide pêþ, tabûrek dirêj ji mirovan, jin û mêr li pêþiya nanpêjgehê radiwestin li hêviya ku nanê xwe bidestxînin, hin ji wan mirovan ji se`et 2:00ê þevê tên ber pencera nanpêjgehê û li wir rûdinên ta ku dest bi belavkirina nan dibe, jiber metirsiya wan ku nan bidest wan nekeve, lê carnan gellek ji wan kesên ku bi se`etan li hêviya nan dimînin, nan bidest wan nakeve û naçar dibin diçin nan ji firoþkeran dikirin bi nirxekî buha,


ev bûye sê sal kirîza kêmbûna nan li bajarê Hesekê derketiye, sedemên wê jî ne diyar in, li gor ku xwediyê nanpêjgeha Miftî Mihyeddîn dide xuyanêkirin ku rêveberiya Erzaqên Hesekê tibaba arvan li ser wan kêm kiriye ta astekê ku gihþtiye nîvê tibaba ku berê ji wan re dihate terxankirin, û çaxa ku arvan ji cureyê baþ be, beþek ji tibaba wan tê dizîn, bi hemû þiyanên xwe Mihyeddîn hewldide ku nan bighêja hemû þîniyên vê taxê û belavkirina nan birêxistin dike li gor pilêtên ku bi vê armancê çêkirine, lê ewê çawa bike, naçar her roj hin kes bê nan dimînin çimkî tibaba arvan pir kêm e û têra þîniyên vê taxê bigiþtî nake, Mihyeddîn rewþên xelkê jî bi çav distîne, ew fermanberan û mamosteyan û xwendekaran berî mirovên dî dimeþîne û nanê wan dide wan, bi mebesta ku li ser kar û dibistanên xwe dereng nekevin, riftara wî ligel mirovan bi giþtî pir baþ e, ew bi bêhneke fireh danûstandê bi wan re dike li tev zehmetiya karê wî di dabeþkirina nan de bi rengekî dadmend di navbera þîniyên vê taxê de .
Li tev ew sîstema ku xwediyê nanpêjgehê daniye ji pilêt û rêza li ser pencera belavkirinê, lê þêlûbêlek mezin çêdibe û ne tabûrek tenê lê du sê tabûr li rex hev li ser pencerê çê dibin, qerebalixek mezin di-afire, carnan hevdû dehf didin û dikevin qirka hev de, lê tiþtê balkêþ ku zû li hev tên û arîþe mezin nabin çimkî xelkên vê taxê hemû hev dinasin, ez bixwe carekê li ser pencerê bûm çaxa ku hevdû dehf dan destê mirovekî birîn bû piþtî ku li pencera nanpêjgehê ya hesin ket, lê sipas ji xwedê re ku birîna wî sivik bû, carnan jî ku hevdû dehf didan mirovek ji nav wan dipekiya û li ser xakê diket, yan jî nema dikarîbû ji tabûrê derkeve piþtî ku nanê xwe distand, ev hemû bi sedema ku nan pir kêm e û her kes ditirse ku bê nan bimîne, yan jî naçar bibe nanê buha bikire di vê rewþa aborî ya aloz de, dema ku nan pir bibe tu astengî çênabin, lê kêmbûna nan ew sedema vê þêlûbêl û qerebalixê ye li ser nanpêjgeha Miftî.
Diyardeya kirîza nan ne tenê li nanpêjgeha Miftî derdikeve, lê ev kirîze li tevaya nanpêjgehên bajarê Hesekê derdikeve,ji bilî kêmkirina tibaba arvan ji hêla rêveberiya Erzaqan, rûyekî din ji vê kirîzê re heye, ku piraniya nanpêjgehan nema bi rengekî yeksane nan difroþin mirovan, lê ew nan li ser hinek kesan belav dikin, ku her yek ji wan bûye berpirs di ber belavkirina nan de li taxekê, yan li beþekî ji taxek mezin, lê mixabin gellek ji van kesan ne xwedî wijdanin û nanê xelkê didin firoþkeran ên ku bi nirxekî buha wî nanî difroþin xelkê vî bajarî, bi vî rengî pêdiviya mirovan ji nan re wek xwarinek serekî diçewsînin, jiber nebûna çavdêriyê.
 
Salar Salih
Hesekê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark