Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sibat li Esfûrîyê ye

 


Elwan Þivan

Sibat meheke dûyem ji salê ,û mehek bitaybete ji temen ku 28 yan jî 29roj û ku di rojeke Sibatê de her car demsal lê peydedibin û lê dibine mêvan û tê nasîn bi bûyer,  serpêhatî ,cîrok û tishtên cide.


Ji wan : Enter , Dihik, Dihkê Bizinan, Bayê Pîrê, Gîsko û Avisbûna Pisîkan...
Sibata pepûk yan jî sibata dîn li vê cerxê dem û dewran û feleka malwêran lê geriya û bê qidoshiya ku lê tê xwendin ji waqa waqa kund û qajîna qijôkên bêxêr ku bi temenê xwey kurt sha nabê û tevnên wê ti mersh û tayîshik  ji berfê nehûnand û nehatin raxistin li ser bana û li bêndera û sirê xwe li teshiya wê nerîsî ku bû qajik û benîshtê devê dost û neyara ?
Lê mixabin Sibat li vê demê di pêshberke Enter û Gîsko û Psîkan de têk cû.
Emê sedemê hersê xalan bidin xwiyanî û cima Sibatê nevexwar.
1- Enter û gushtarê bê hijmar: Merivek xwedanê gushtarekî bê hijmar û  gelek ji keriyên pez û ji garanên dewara ku li deshtê peyaya û li zozana siwara .
Enter li vê demê ti hesaba ji Sibatê nakê ku dema berê pez û dewarên tawî û bawî li mal dihishtin , li roja îro wan jî li tev gushtar dikê û bê tiris xatira dixwazê
û oxirê bi xêr dike .
Li vê demê Enter li Sibatê serbeste ,demên estengiyan bihûrîn û derbasbûn
ku linkê Enter dixistin sola teng de ,îro li cûna zozana Enter ti êzing di rê de
neshewitandin û zikê ti devih û hespa neqelasht da ku xwe biparêzê ji zirt û cirtên Sibatê
Enter neme kufletê xwe mehkeme dikê di pirsgirêkên ezmana de ku cend caran
ewra û cend caran dibê sayî...?
Enter kurê pîrebiyê û mêrê du jina ci xatûn  û ci bêrîvan ku di nav bera demsalan de
karê wextane bi rêve dibin ,meshk û hevanên misht ji rûn û duhinê dûv, û cekurên
misht ji qeliya dermale û goshtê xwê kirî û kûzên misht ji penêr û sîrkê sûrafkirî û
ji xeynî , shûrtan , nîvishk, jajî,lorik ,firo,mast û ceqilmast.
Erê qûcê Sibatê hate hildan lê estengî netenê qir û qeshe û tavê baranê ûbarîna berfê
ye ,lê basha ku meriv xwe ji êrîshên gurên Adarê biparêzê...?
2- Gîsko : Li demên Sibata gelek mitala û tirsê dikshîne ji zirt û tifinkên wê ,ku Sibat
wek sînorek gelek asê di navbera Gîsko û Adarê de ku heye niha Gîsko bûye qurbanê
qir û qeshe û sermê û berfê gelek caran .
Li Sibata vê demê Gîsko henek û qilfê xwe pê dike û li ser pishta ting nayê xwar ku
sitran û goraniyan dibêjê :
Tirtû û tirt
Sibatokê min ji
Te xwar Adarokê
Dema Sibatê ev sitran hisdikir cavê wê bûna pizotik û dinanê xwe disîqirandin û hewilde
ku vê tirê ji Gîsko re nehêlê lê mixabin li gorî dema berê Sibatê shûva xwe tajot.
û nizanê ku bûya diya ewrên sitewr ku yek birûsik jê nevecenqiya û tor û bextê Adarê
nema fêde dike ûher kesekî li ser miriyê xwe dikirî.
Lê derdê xwe ji Adarê re got :
Xwakaminî Adar
Bidemin cend rojên xedar
Da ez Gîsko di ting de bikim xwar
Mixabin Adarê deng nebira xwe û ti xwestek pêkne anîn  û Sibat ne qedand ne bi deyin
û ne belash lê Sibat gelek ji Eyend û pêsheroja xwe bitirse ku Gîsko nema qîma xwe
bi tinga tînê ,ku li sikak û kolana cerebûnga ji xelkê  dixwazê cimkî bûya dewlet û
xwedî hêz .
3-Avisbûna Pisîkan :
Pisîkên kewjî û cav nehêrên li benda Sibatê ku ji sermê xwe li quncikê xalî li nav tirafa
 tifikan xwe di gevêzin û kayîna xwe dikin ku wê kewjan dinê di stîlên kayînê de sha
dikin , lê mixabin ev Sibata berê bû ku taybetîka wê hebû bi dawet û zemawendê
Pisîkan re.  bê qidoshiya ku li Sibata vê demê peyde bû ew taybet ma bê hurmet û
her tisht hishkere bû ku nema pisîk xwe hewceyî tifik û axwir û delava dikê , lê îro
Pisîk li tava heyvê û li dîlanê ristên sitêra kayîna xwe hishker dikê ku ew jî ti  hesaba
ji Sibatê nakin û nema kewjandin ji wan re derd û hisrete .
Mixabin dem hemî li hev gelciya Sibat û Adar û Nîsan ji hev nayên nasîn ji loma nixwiriyên
pisîkan virnî cê dibin (xwe ji êrîshên Adarê biparêzin û xwe bihevzênin cimkî ji nishkê ve
êrîsh dike ) ....
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark