Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Feqî yê Tîran... Jiyan û helbest û helbestvanî... Xelek 4

 


Heyder Omer 
heyder52@hotmail.de  
 
 Salbûn û mirin Mij û dûmanê, ku bi ser nasnavê Feqî yê Tiran ve bû ye, xwe kiþandî ser salbûna wî jî. Cudahî di nav boçûnên lêgervanan de heye. Yekemîn car Ehmed ê Xanî di Mem û Zînê de, wek ku berê jî me diyar kiribû, çêla wî kirî, tevî ku ew bi lez di ber navê wî re derbas bû ye, û salbûna Feqî diyar nekirî jî, lê teqez dike, ku ew ji beriya Xanî hatiye vê dunyayê.


Lê yekemîn kesê, ku li ser jiyana Feqî tiþtek nivisandiye, kurdnasê Rûs Elîksender Jaba ye, yê ku lêgervanên jiyana helbestvanên me ên kilasîk, bivê nevê, li wî vedigerin, ji ber ku ew yekemîn kes e, ku navên wan anî bîriyan, û hin helbestên wan danîbûn ser hev(1).  E. Jaba dibêje: „Mihemed Feqî Tîran ji bajarê Muksê, yê bi ser îyaleta Hekarê ve ye, sala (702 k) ji dayikê bû ye“(2). Û Mihemed Emîn Zekî weha diçe, ku ew xelkê Muksê ye, di navbera salên (707-777 k) beramber salên (1307-1375 z) jiya ye(3), û Dr. Bilêc Þêrko, di pirtûka xwe de (Doza kurdî / El-Qediyye El-Kurdiyye) boçûna Emîn Zekî dubare dike(3), û Eladîn Secadî jî, di pirtûka xwe (Mêjoyî edebî kurdî) de dibe alîgirê nerîna Mihemed Emîn Zekî(4).
Ev nerînên derbas bûne, didin xuyakirin, ku Feqî yê Tîran li Muksê ji dayikê bûye, û berê jî me diyar kiribû, ku Ebdulreqîb Yûsif, ji boçûnê xwe, ya ku gotiye Feqî ji xelkên gundê (Tîran) e, vegeriyabû.
Dêmek Feqî li Muksê ji dayikê bûye, û helbestên wî jî vê yekê dupat dikin, lê tevî ku boçûnên lêgervanan li ser vê yekê li hev dikin, û nîþanên cihê jidayikbûnê car caran di helbestên wî de jî hene, lê dîroka jidayikbûnê ne diyar e, û jêderên ev yeka vekolane li ser salekê li hev nakin, belê salên cuda diyar dikin, û ji hêla din de ew bi xwe di helbestên xwe de hin dîrokan nîþan dike, bi yên,  ku lêgervan diyar kirine re, li hev natên.
Helbestvanê me di hevpeyvîneke helbestî de, ku li gel hemdemê xwe Mela yê Cizîrî  dibêje: Dizanim meddahê kê me,
di hezar û yek û sihan(4).
Dîyar e, ku sala (1031 k)ê nîþan dike, ev sal jî beramberî sala (1621 z) ye. Ev yeka di helbestên wî de dubare dibe, wek ku di helbesteke xwe de sala nivisandinê diyar dike, gava dibêje:
Li Mîm û Hê sotî iþqê,
Li dehsed û sala sihî(5).
Ev her du nîþan hem sala ku ew hîna jiyandar bû, û hem jî serdema, ku ew tê de jiya ye didine xwe kirin, lê sala jidayikbûnê hîn jî sergirtî dimîne. Lê va ye, di helbesta (Dilo rabe) de, salbûna xwe diyar dike:
Mîm û Hê heftê felek çûn,
Ji hicretê dewran gelek çûn,
Sal hezar û çil û yek çûn(6).
Dêmek temenê wî sala (1041 k) gîhabû 70 salî. Eger em van 70 salan ji 1041ê kêm bikin, dê were xuykirin, ku Feqîyê Tîran sala (971 k) beramberî sala (1563 an jî 1564 z) ji dayikê bû ye, pê re jî dupat dibe, ku hemî jêderên din þaþ çûne.
Ewan heman jêderan di tenga sala mirina wî re jî dîrokên cuda cuda diyar dikin, lê nîþanek di helbesteke wî de, ku bi mirina Mela yê Cizîrî gotiye,  heye, bi hesabê ebcedê sala mirina Mela tê de diyar dike, pê re jî tê zanîn, ku Feqî wê salê hîna sax bû:
Heft ein û lam ji hev bûn cuda,
Þîn û girî dîsan tê da(7).
Peyvên, ku dîroka mirina Mela yê Cizîrî diyar dikin ev in: 7  (ein) ع û ل (Lam) û شين (þîn) û كري (girî). Di hesabê ebcedê de nimra tîpa (ع) 70 ye, û ya tîpa (ل) 30 ye, ya tîpa ( þ) 300 , û ya tîpa  (î) 10 , tîpa (n) 50 , tîpa (k) 20 , tîpa ® 200, û carek din tîpa (î) 10. Bi vî awayî em dighênin sala (1050 k), beramberî sala (1640 z), ango di vê salê de mela yê Cizîrî çûye rehmetê, û Feqî jî hîna sax bû.
Li gor boçûna rojhilatnasê îngilîz N. Mekenzî Feqî yê Tîran di pey mirina Mela yê Cizîrî re pir li jiyanê nemaye, belê li derdora sala (1660 z) çûye rehmetê(9), û sermiyanekî helbestî wêjeyî dewlemed bi þûn xwe ve hêþtiye, emê di rûpelên,ku dê bên de, li ba wî sermiyanî rawestin.
 
Jêder û çavkanî;

  1. Qanatê Kurdo: Mem û Zîn, pêþgotin, rû 6.
  2. Qanatê Kurdo: Tarîxa edebyeta kurdî, 1/70.
  3. Dîrka Kurd û Kurdistanê, rû 336.
  4. Biner: Ebdulreqîb Yûsif: Saîrên kilasîkên Kurd, rû 29.
  5. Dîwana Feqî yê Tîran, rû 105.
  6. Jêdera navborî, rû 14.
  7. Jêdera navborî, rû 135.
  8. Herekol Azîzan, kovara HAWAR, hej 33, sal 1941. 7 caran 70 -30 dimîne 460 +300+10+50+20+200+10 dibe 1050. Ev sala koçî beremberî sala 1640 z ye.
  9. Yäd-Näme-ye Iräni-ye Minorski, Pulication of Teheran Univercity, No: 1241, Teheran 1969.   


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark