Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Derwêþê Þingalê

 




Mizgîn Hesko

Yek…didu
Heftê û sê ferman
Û Þingala min
Di çerxê bîst û yekê de


Hîna jî….
Qelenê kurdîniya xwe
Bacên pêdariya xwe
Buhayê mêrxasî û lehengiya xwe
Can û xwîn dide.
Yek…didu
Û heftê û çar enfal
Û Þingal
Hîna jî..
Bazê di hêlîna çiyê de
Baskên azadiyê diferidîne
Þingal
Hîna jî …
Li ber dergihên tunekirinê
Hebûna xwe
Xetîreyên di zeyta zeytûnê de
Pîroz …pîroz
Vêdxîne
Çiradankên
Ku ji xwîna Derwêþê Avdî
Dagirtî…li Laleþê
Ronahiyê da didî
Ji kilçîvê Edûla milî
Çavên keç û xortan
 Çavên   Yaran…avîndaran
rengo…rengo
direngizîne
Edûlê….hîna jî
Cil û bergên Derwêþê xwe
Yê birîndar û bê mired
Bi hêsrên mêkewan
Û zelaliya kahniya spî
Iþqê…
Li xwe  helal û pîroz dike
Li ber mezarê
Þerfedîn….xerzê gelî
Lavajan dike
Û mizgîniyê dide Kurdistanê
Ol ji bo Xwedan
Neþtuman yan neman
Ol ji bo Yezdan
Kurdistan yan neman.

Yek…didu
Û Edûla milî
Hîn jî li ber serê
Derwêþê xwe yê Þingalê
Hêsran dibarînê
Hîn jî…
Lênûska hezê
Belav dikî
Lavaj û beytên
Þerfedîn û Cezîrî
Bi ser hisreta xaka dilî
Dixwînê
Gazindên çerxa felekê…
lê lê Edûlê por kurê …nemayê
û lo …lo…delalo
Derwêþê min
hela rabe
û ji gulçîçekên deþta Þingalê
ji laleyên  xunav girtî
yên ku li ser bedena yarê
sehare sibêdyan xilmaþ
qefdeke gulgulîn
berhev bike
û gora nemirên bê mirad
bixemilîne.
Ev e çendîn babelîsk in
Û hîn jî tu…
Buhayê iþqê didî
Ev e çendîn dem û dewran zîvirîn
Û Edûlê
Hîna jî bê çare
Birînên te
Birîndaro
Xerîbo
Derman dikî
Lo Derwêþê min
Bila lêvên te zîz nebin
Ta dawiyê
Ta xirêna mirinê
Ew ê li ber serê te
Ji biskên porê xwe yê zîrîn
Kom û kolozê bendewariyê
Bi dilsozî birêsê
Lo…lo delalo
Ta vê gave
Û Edûlê
Li ber sere te
Di þepêlên bendemanê de
Þeyda…
Bê te
Mirinê dipejirînê
Delalo…
Hela çavên xwe yên mêþinî veke
Bejn û bala te ya badayî
Di darbestan de
Hil nayê
Wiha jî
Çar demsal kulîl
Li ser kirasê bûkaniya Edûla milî
Ya zaza
Ya soran
Û behdînî
Buhar vemidandî
Hela rab e
Û kirîvên xwînê
Vexwendi zemawendê bike
Rahêje tûrikê
Feqhê gerhok
Û li her çar aliyên dilî
Felsefeya evîniyê
Ragihîne
Lo Derwêþê min
Lo..delalo
Birîndaro
Bê mirado.

7.gelawêja 2014

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark