Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

(Helbijartin bi nêrîneka zanyarî) di simînareka Guropa Dêrikê de

 


welatê me

bi hatin û nêzîkbûna zincîra helbijartinan li sûriyê,helbijartina endamên encomena gel(perlemenî),rapirsîna li ser nûkirina posta serokkomarî,û herweha helbijartinên rêveberiya şaredariyan û civata parêzgehê,ew helbijartinên ku wê tev de di navbera heyva Nîsan û Tebaxê de ji vê salê bêne kirin.


Guropa Dêrikê ya Çanda Kurdî, danasîn û pênasiya helbijartinan û berheviya sazî û rêxistinên kurdî ji wan helbijartinan re,di vê demê de pêwîst dît.li ser vê yekê Guropa Dêrikê, li roja 3-3-2007ê, simînareka rewşenbîrî di bin navûnîşanê (Helbijartin bi nêrîneka zanyarî,berheviya kurdan ji wan  helbijartinan re), ji nivîskar û rewşenbîrê kurd mamosta Meşel Temo re, li bajarê Dêrika Hemko girêda.
Di simînarê de,birrek rewşenbîr,nivîskar,parêzer,siyasetvan,xemxwar û dilbêşên çanda kurdî  li deverê beşdarbûn.
Destpêkê pêşkêşkerê şevbêrkê xêrhatina mamosta Meşel û mêvanan kir.piştre mamosta Meşel  mijara xwe pêşkêşkir û di mijara xwe de ronî kişand li ser têgeha helbijartinê û pêvajoya helbijartinan di civata nêvdewletî de, û herweha belge û rêkeftinên nêvdewletî di vî warî de hatîn imzekirin, dane xuyakirin.giringiya helbijartinan di vê dema nazik û hestyar de û rola wan di guhertin û pêşxistina sîstemên siyasî de,anî ziman û pirsyarkir:ka emê çawe bikaribin xeleka pêşîn bişikînin û gava yekimîn bavêjin,civakê ji çanda tirsê û bê bawerî bi şiyanên pêkhatiyên civakê, rizgarbikin.
Herdîsanê balkişand li ser sîstem û beşên helbijartinan û cudahiya di navbera rapirsîn û helbijartinê de û peydakirina jîngeheka siyasî ya dîmoqratî ku bikaribê pîvanên çakkirin û baweriyê di dengdanê de pêkbînê giring rakêşand û da xuyakirin ku divê mirov buhayê dengê xwe bizanê û bizanibê dengê wî diçê kûderê û bi kûderê ve diçê.
Di vê derbarê de du rê rast dîtin,beşdarî yan jê destbirrîn û rêya sêyê şaş nerxand û dît ku yê vê rêyê bigirê rasteqînî û rewantiyê didê pirosêsa helbijartinan,ew helbijartinên ku di bin siha madeya heştê de ji Destûra Sûriyê, tên kirin,ew madeya ku dibêjê:partiya Bas serweriya dewlet û civakê dikê.ji ber wê jî avakirina lîsteyeka qepatkirî ji tevaya pêkhatiyên sûriyê beramberî lîsteya Bas û dûvelankên wê di lîsteya reş de,di vê qûnaxê de rast dît û got:dema em dakevin meydana helbijartinan bi xurtî yan jê bi helwêsteka yekdeng û hêz dest jê bibirrin,hingî emê tovê çanda helbijartinan bi rengekê rast û durist di nava civakê de belavbikin,û divê em jibîr nekin û werê bîra mirov ku pirosêsa helbijartinên vê carê di qûnaxekî re derbas dibê newek cara dî ye,ev helbijartin di nava guhertinin balkêş, ku li ser astê cîhanî,herêmî û navxweyî de rûdane û îro di nava  germiya pêlên piştî ketina Sedam,derketina ji Libnanê,hatina leşkerê Emerîka li ser sînorî û siha dêwê dadgeha nêvdewletî de,ev helbijartin têne kirin.
Berî ku mijara xwe bi dawî bînê helwêsta hêzên kurdî li ser helbijartinan da xuyakirin.
Piştî ku mamosta Meşel mijara xwe bi dawî anî.dan û standin ji aliyê beşdaran ve li ser naveroka mijarê hate kirin û mijar bi têbînî û pêşinyaran bi dawî hat.
Dawiyê momosta Meşel û mêvanên amade sipasiya Guropa Dêrikê li  ser girêdana vê simînar û mijara giring, kirin .


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark