Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurtepistek di guhê berpirsyarê konevan de

 


Dilê Amûdê

Her milletek bi þêweyekî kar û xebat dike û her wiha jî  pîvanên xwe dike , kar û xebata gellan her dem bi pêþ de diçe , yan jî pêdivêye ku pêþ ve biçe , gelo ev pêþveçûn wê çawa bête pîvan ?.. û ji hêla kê ve giringe ku were pîvan .


Weku tête nasîn ku rewþenbîr û konevan di nav hemû milletan de serkêþê gellê xwe ne û em milletê Kurd  jî di cîhan de milletekin, her wiha jî rewþenbîr û konevanên meyî jîr û zîrek  hene wek hemû gellê cîhanî , li gel vê nerînê pêdivêye ku konevanên me yên  berpirsyar li vê kurtepistê bi dile û sîngeke fireh û  bi guhekî  dengbihîz , guharbikin .
Her ku temenê jiyana tevgerê pêþde diçe wilo jî temenê jiyna xortan pêþde diçe, herweha jî raman û zaneyariya nifþên tevegerê yê nû .
Eger hûn serkêþ û birêvebirên partiyên Kurd  bi vî þêweyê ku ta nuha berdewame ,ev þêweyê zilamtiyê û koletiyê û avêtina zanyaran û rêjibergirtina têgihîþtên zanyar  û desthilatdariyê û  sitandina biryarên kesane  û her wiha nakokî û dijberiya we xwe bixwe ,  di baweriya min de wê demek bê ku hûn  tu kesê zana û zanyar ne li dora xwe û ne di tevgera kurdî de, nabînin .
Her dema ku kongireke partiyekê pêk têt, em dibînin nav ew navin, çi sekretêr û çi komîta navend , û yê mayî çiqa jîr û zanyar bin her di cihê xwe de dimînin, çi di komîta herêmê de û çi di di þaxan de ,.. pirsek xwe diyar dike , gelo dayikên kurdan ew nav anîne û westiyane , nema dikarin tu navên dîtir bînin , gelî hevalên berpirsyar :
Rê bidin xortên nûhatî,yên zana , rê bidin zanyarên demê , rê bidin kurdayetiyê  , rê bidin hev û rê bidin xwe . bese ev girêdana bi kursiyê ve, bese nakokî , bese dijîtî , bese koletî, bese zilamtî ,

Gotina dawî :
Eger karê  me wisa berdewam be bawer bikin wê partiyên Kurd biþtî demekê bibin bi qasî we endamên komîta navendî .

Rojnameya deng  Hejmar (79)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark