Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cīhan žahiyan li dar dixīne… li Sūriyź Zarok tźn Kužtin..!!

 


Merwan Berekat

Dema mirov dibêje zarok, di cî de pêžeroj û berdewamiya jiyana  mirovahiyê li ser riwê guzemîn li bîra mera tê. Dema mirov dibêje zaroktî, di cî de hestên nazik, dilovanî û  rengên tabloya jiyaneke taybet li pêž çavên mirov tê dîtin.  Zarok, ne tenê nifžên pêžerojê ne, lê belê ew nasnameya siperoja miletan e. ji ber wê jî, pir pêwîst û girîng e, ku guhdan û bendewarî bi žêwe û rêbazên zanistî bi zarokan were kirin. Yek ji mercên avakirina civakeke li pêž, lihevhatî û ji nexwežiyên civakî parastî ew e, ku nifžên nûhatî baž werin perwerde û avakirin.


Bêguman pêžketin û gežedaniya civakê di hemû waran de ne karekî ne hêsan e, lê dema ku miletek bixwezibe bingeh û asteke bilind ji wê gežedan û pêžvebirinê re dîne , divê berî her tižtekî bi žêwakî zanisî nifê nû perwerde bike û wî radestî jiyaneke tewženkî neke. Ji ber ku taybetmendiya derûniya zarokan pir hestiyar û nazik e, lema jî girîngiyeke zorpêwîst heye, ku sazî, dibistan û kargêriyên di warê pewerdeya zarokan de dixebitin hajî vê yekê hebin.
Wekî nas e, ji aliyê sazî û komeleyên mafên mirovan ve  05. 05 ji her salekê Roja Zarokên Cîhanê hatiye binavkirin. Di vê rojê de û li seranserî cîhanê semîner, žahî û çalakiyên curbecur tên lidarxistin, û hertim di wan de tê teqezkirin, ku mafên zarokan werin parastin. Dive di ser mafan wan re netê gavkirin, û yê gav bike, divê ew were sezakirin.
Ma gelo sazî û komeleyên, ku bi mafên zarokan bendewar In, ew wek tê xwestin bi erkên xwe radibin..? Eger ew radibin, ma gelo xwedîderketina wan di yek pîvanê de ye..?
Eger li welatên Ewropî zarokek digrî ew sazî û komeleyan bi hemû kanebûnên xwe li wî xwedî derdikevin, û bi lez çareseriyekê ji pirsgirêka wî re dibînin. Eger di žer û pevçûneke biçûk de mafê hin zarokan tê xwerin, ew radibin û nema rûdinin, ta mafê wan vedigerînin, û kesên ku di dermafê wan zarokan de žaž kirine, tewanbar dikin, û ji dubarekirina wan kiryaran re sînorên tund datînin.
Di hin welatên cihanê de û nemaze li Rojhilata Navîn û Efrîqayê destlat bi hovane mafên zarokan binpê dikin, û bi hezaran zarok tên kužtin, lê ew sazî û komeleyan hema hema deng ji xwe tînin, û li dawiyê davêjin pižt xwe. Dema ku em van nimûneyan didin ber hev, ew ne ji xeyalan e. 
Ev bû sê sal in, ku gelên Sûrî di žoreža Azadî û Rûmetê de ne. di destpêka vê žorežê de rêjîma El Be’s destê xwe dirêjî êskence, bincavkirin û kužtina zarokên Sûrî kir, û hîn jî qirêjtirîn kiryarên nemirovane li serê hemû gelên Sûrî û li ser serê wan ên zarokên wan dike. Ma gelo kesek maye ew nizane, ku bi deh hezaran zarokên Sûrî bi top, bumbe û bermîlên teqîner ên ku rojane rêjîm di ser gund, bajarok û bajarên Sûriyê de dibarîne  hatine kužtin? Di vir de em pirs dikin: Kanînin helwestên sazî û komeleyên mafên mirovan..?
Rast e, ku hemû gelên Sûrî û di hemû waran de kiryarên hovane ji aliyê rêjîmê ve li serê wan tên kirin, ji aliyekî din de hilwežandina avahiyan li seranserî welêt, valakirina Bajar, bajarok û gundan, û her weha ya dibistanan jî. Lê zirara mezin a zarokan e. Bi sed hezaran sêwî mane, bi deh hezaran hatinê kužtin, bi milyonan hatine penaberkirin û bi sedan jî di zindanan de rewža wan nediyar e. Dîsa em pirs dikin: Çi demê sazî û komeleyên, ku bi mafên zarokan bendewar in, wê ji xewê hižyar bibin û wek tê xwestin li hember van kiryarên rêjîma Sûrî ya xweînmij û hovane helwestên xwe bi zelalî bidin xuyankirin..?
Berî du heftiyan çeteyên El Dahiž yên terolîst û tundrewe li gundewarên Kurdan li herêma Babê komkujiyeke hovane kirin û di wê de bi dehan welatiyên Kurd, û di nav wan de komek zarokên Kurd jî hebûn. Di pižt re, zêdetirî 250 zarokên Kurd, ên ku ji ezmûna amadeyî, ji bajarê Helebê vedigerîn, li ser destên wan cete û terolistan hatin girtin. Lê mixabin û sed mixabin sazî û komeleyên mafên zarokan û li seranserî cîhanê bêdeg man…!!!!
Bêguman ci Kurd, çi Ereb û ji kîjan miletî û li kîjan welatî debe  zarok.. zarok e. Çermzer dibe, çermsor dibe, çermrež dibe, zarok.. zarok e, ew xwedî maf e û dvê were parastin.
Gavkirin di ser mafên zarokan re çê nabe, yê ku gav bike divê pêžbirî lê were kirin, û serberdayî nemîne.
Em ji hemû sazî û komeleyên mafê mirivan û yên mafê zarokan pirs dikin: Çima bêdengiya we mafên zarokên Sûrî winda dike..?
Em ji hêzên navdewletî pirs dikin: Çima berjewendiyên we yên siyasî zarokên Sûrî pirtirîn dikojin..??
Em ji welatên, ku kampên penaberên Sûrî li wan hene pirs dikin: Çima hûn mafê zarokên Sûrî dixwin..??
Em ji rikberiya Sûrî pirs dikin: Çima nelihevkirina we temenê êžên zarokên Sûrî dirêj dike, û hêviyên wa zûka bi cî nînin…??

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark