Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Baskên girêdayî

 


 

Mizgîn Hesko

Welatê min
Morîka yekem
Ji ristika evînê
Seyrtirîn niqte pirs
Li ser gerdena jînê
Û tîpên min î ne tebitî
Ji rista derbirînê


Û hîn nikarim…
Ji bê dawiya êşê re
Ji tûjbûna qeraxên kêr re
Û ji bê bextiya vê demê re
Welat…
Sirûdeke nuh
Derbibrînim
Bi tenê
Di kûrahiya giyan de
Bîrewerî…
Bi rengekî herikbar
Li tîpên dest û pê girêdayî
Ax…dilikumim ez.

Û çendîn …bê çare ne
Xêzên ku di paş pencereyên bendemanê de
Newrozeke nuh
    Keskîn
   Gulgulîn
  Û bişirîn
Bi hêviya Kawayê hemdemî
Xwe li bejna şemalokan
Bêrîkirinê vêdixin.

Û henaseyên min
Hîn….
Li dergehên asê
Diterpilim ez

Û welatek…
Ku hîn
Ji ber ne lihevkirina rexên xwe
Bi barek jan
Ducanî dibe
Û nûbarê
Di zikê avdarê de
Miçiqî
Xwe
Bi xwe
Ji ber xwe dibe
Û welatek …
Ku hîn
Di demsalên kulîlkan de
Li ser destê neviyên xwe
Buhar….
Gorî dibe
Û welatek…
Ku hîn
Di dema çîvçîva aliyan de
Xweştirîn hêlîn
Di hisret û şewatan de
Ax….bi dawî dibe

Û welatek…
Ax…welatê min
Ay dijwartirî birîn
Li ser devê birînê.

Û welatek
Ku hîn…
Ji kesad bazarên xameyên xanî
Ta bi kesad bazarên
Nivîsên min
Ne tîpan dibîne
Ne wan dinase
Û ne wan dixwîne
Û hîn jî …
Sêwî û belengaz
Di hikmeta Xwedê de
Ax…çendîn
Bê xwedî û xwedan im ez.

Û welatekî bê çav
Û çavên min î kor
Ku…bi dorbîna zemînên mişext
Xwe…
Berevajî refê xwe
Û çengo kirîne
Baskên min
Li benda werzê firînê
Bi hêviya berbangeke nuh
Baskên havî
Baskên tije şikestin û giryan
Nivîsîn..
Postnameyan
Diferidînim ez.

Xemsar in
Ax…şendîn xemsar in
Neviyên te
Ku îro berbi sînoran ve
Kehnîkovan diherikin
Û weha diherikîm ez.

Bê çare ne
Ax…çendîn bê çare ne
Pênûsên me
Ku îro ji merkebdankên xwe
Veqetiya ne.
Û şêt in
şêt
Stêrên …
Stêrên …ku di rêka kadizê de
Vemirî
Li hev diterpilin
Û li bilindgoya xwe
Diterpilim ez.
Li tîpên xwe
Yên dest û  pê girêdayî
Dilikumim
Tije kovan
Û sawîr im
Bê bersivim ez
Bê bersivim ez.
Û ho Xaniyê min
Ji babelîskên êşa te
Û ta bi êşên vê serdemê
Hîn…
Li tîpên xwe
Yên çav girêdaî dilukmim
Di pêlên bê dengiyê de
Hoşiyar…
Pênûs..di oqyanosên mirovaniyê de
Sernişîvî
Nervîna pirtûkên anfalkirî dibe
Û di şewatan de
Di sawîrên şevan de
Nêzîkî sipêdeyên rastiyê
Hîn…dilerizim ez.
Bi helata rojê re
Û vemirîna Welatekî
Piyala destpêka janê
Êşê dinoşim
Bi jana welatekî
Ku ji xwe û ji neviyên xwe
Xeyidî
Firşik dibim..
Û li tîpên xwe
Yên basik girêdayî
Diterpilim
Tije kovan û sawîr im
Bê bersivim ez
Bê bersivim ez.


          Avrêl 2014…………………Mizgîn Hesko

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark