Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Derdê miletan çiye ku bibin dewlet?! (1)

 


Bilind mela – Dêrik

Omîd û hêvîyên her miletî di cîhanê de duristkirina  Dewleteke ku tê de bijîn û ev hêvîya her neteweyeke û mafekî rewa ye .  
Kurd di cîhanê de gelek sîtem û zordarî dîtin û ketin bin destê rijêmên zordar û faþistî de .
 Heger em li dîrokê vegerin kurd piþtî þerê Çaldîranê di 1514 an de  bûn du parçe û bûn qurbanên berjewendîyên her dû empiratorîyan a Osmanî û Sefewîyan .


Wek tê zanîn kurd  bihtirî çil melyon mirovin  di bin destê dewletên dagîrker wek ( Turkiye – Êraq – Îran – Sûriye) ,û piþtî peymana Sayiks Bîko di sala 1916 an de hat girêdan di navbera dewletên serketî di cenga yekemîn de kurdistan dûbare bû qorbana van dewletan, û  kurd bê behir û bê piþk bûn ji mafê çarenivîsê ew mafê ku pêkhatîye ji giftogoyên Feresayî ya aþtîyê û di sala 1920 an de  peymana Sîferê hat girêdan  bi vê peymanê kurd  gehiþtin mafê xwe, û navê Kurdistanê hate berz û bilind kirin di kongirê aþtîyê de di sala 1920 an de piþtî cenga cîhanî a yekem , di wê kongirê de berêz Loyid Corc pêþniyar kir ku Kurdistan bibe dewleteke serbixwe , û giring û pêdvîye ku doza gelê kurd bi keve hemî melbendên navdewletî .
 Lê dewleta Turkiyê û dewletên rojava  li gor berjwendîyên xwe  bi piyan pêl vê peymanê kirin û peymaneke dî girêdan ya binavê ( Lozan ) ku tê de dîsa kurd ji mafê xwe yê rewa dûr bûn.
Li rojhelata navîn de du milet tenha hene ku bê dewlet in mina  ( miletê Kurd û miletê Filestîn ) lê heger em temaþa bikin siyaseta navdewletî bi dewletbûna Filestîniyan re ye û gelek xizmetan dikin bo duristikirina dewleta Filestînê re ye , beramberî vê yekê siyaseta navdewletî bê deng in ji bo kurdan û tu carî hêvîya dewletbûna kurdî nayînin ziman .
Lê em dibînin gelek dewlet hatine damezrandin mîna (Monako – Sanmorîno – Vatîkan ……)  ku rûber û biyavên van dewleta pûçîktirin ji rûber û biyavên kurdistanê .
 gelo dê kengî siyaseta navdewletî wê rêdanê bi de kurdan bo ragihandina dewletek kurdî ??
Mafek rewaye ku kurd dewleta xwe ragehînin , lê wek tê xuyakirin ji me hemîyan re ev pêngav ne gavek sanehî ye , ku kurd gelek alozîyên hundir û derve li beramberî  xwe dibînin .
Alozîyên derve sedema serekî ye ku kurd bê çar bimînin da ku deweletbûna kurdî ragehînin , û ji van alozîyan :
 netewîya Tûrkî ku hemî dam û dezgehên fermî û sivîl kardikin bo parestina yekîtîya xak û dewleta Tûrkî, nexasim netewperestên tûrkî yên nijadperest yên ku herdem li pêþiya kurdên bakûr rawestane da ku kurd li wê derê negehin mafê xwe yan ku tu carî hizra dewletbûnê li bîr neyînin .
Astenga duyemîn ya ku li beramberî dewletbûna kurdî di raweste ew jî netewiya Erebî ye , ji ber ku hemî netewperestên erebî  qayîl nabin ku dewletek bo kurdan hebê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark