Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji romana min a bi navê: Beriya Mêrdînê; Doda û Qamiþlo

 


Konê Reþ

Di wî heyamî de, bi bîrbirin û naskirina derdora xwe re, ji min re hat xuyakirin ku gundê min Doda li ser sînor e, sînor bi mayîn û têldiryanan pêçayî ye, qedexeye ku em nêzîkî sînor û herdû þivên hesin bibin..
   Erê di wê bîreweriya biçûkanî de, min tirên nas kir, ew tirêna ku xeta wê di serê erdê me re derbas dibû. Hingî mezinan em þîret dikirin û ditirsandin û ji me re digotin; nêzîkî sînor û herdu þivên hesin nebin, wê cendirmeyên tirka fîþekan berdin we, we bikujin û wê mayîn bi we de biteqin..


Hem jî digotin dema tirên bê, xwe bidin paþ, bayê wê mirov bi alî xwe de dikþîne û mirov di nav badokên lingê xwe de diperçiqîne.. Ew tirên ji kû dihat, diçû kû me nizanîbû.. Di wê zaroktiyê de, çendî min dixwest, ez jî rojekê li wê tirênê siwar bim û wek rêwiyên wê li dinyayê bigerim û bibînim.. Car cara bi dizî, di hundirê besta Zorava re an besta Zixur re, min xwe digihand bin pira Zorava an Çûva, di ber û hesinê pirê de diponijîm û min ji xwe re digot; kê, kengî û çilo û çawa ev pira ha hatiye çêkirine.. Çima ev sînorê bi mayîn di nav me û mirovên me yên Serxetê de hatiye danîn û em nikarin herin bal wan, ne ew karin bêne rex me..? Qet min nizanîbû ku ew pir Elmanan di sala 1917 an de çêkiriye û ew xeta tirênê, Berlîn bi Bexdayê ve girêdide..



   Hem jî di rojên wî heyamî de, hin caran ji xew þiyar dibûm, min didît ku hewþa me tijî pez û dewarin û ode ji mêvanê xerîb dagirtiye.. Min ji diya xwe dipirsî ev kîne? Li min vedigerand û digot; Huþ e, te çi ji waye, mêvan in.. Hingî min nas dikir ku Serxetî ne.. Gelek caran wan mêvanan Mewîj, bastêq, helîl û nokên daxlî ji me re tanîn.. Di wan rojên mêvanan de, ez û birayê xwe û herdû apên xwe di nav kar û barên malê de diwestiyan.. Gelek þevan jî xew li me diherimî, ji ber qupîna tevingên qaçaxçiyan û cendermeyên sînor, ku ta berê sibehê dûmdikirin, nexasim ku me dengê teqîna mayînekê bibihîsta, hingê xew û tebat li bavê min nedibûn mêvan, çixare di pey çixarê re vedixwar, ta ku dibû sibe û di ber xwe de digot; gelo kî ye evê ku mayîn pêde teqya ye..? Hatiye kuþtin an birîndar e..?

Konê Reþ, 14.05.2014


 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark