Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Navlêkirina (12) Avdarê di nav gelê kurd de.

 


Diyar Ehmed

 Van rojan gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê wê bîreweriya salvegera sêsaliya (12) Avdarê û bîranîna şehîd û pakrewanên wê saxbikin.


 Di nava van hersê salên borî de, gelek nav li(12) Avdarê hatin kirin û pir  pirs li ser navlêkirina wê ketin navrasta danûstandinê .
(12) avdarê :
-Pîlaneka genî bû, di sîtila şovinistan de, hate berhevkirin û li ser kuçika bêhin     geniyan hate kelandin.
 -Berevaniyeka mêrane bû, himberî hişemendiya ziwa û regezperistan rawesta.
-Berxwedaneka şêrane bû, dijî kotek û dilgemaran rûda.
-Buyereka diltevzîn bû, di dilê gelê kurd de kelem da .
-Rengvedaneka berfereh bû, li ser kar û kiryanên bê ser û ber, yên di derheqa miletê kurd de, ji birçîbûn, havîbûn, penaberî,paşguhve avêtin, dûrkirin û jibîrkirinê di hatin kirin .
-Bayekê hênik bû, di ser rûyê azadîxwazên cîhanê û parêzerên mafên mirovan de şara.
-Ewrekê avis bû, li ser gulzara mirovatiyê sêhwan veda, û histir û rondik barandin .
-Rûdaneka birîn kûr bû, di canê mirovê kurd de şax veda .
-Çirûseka hêviyan bû, di beravên deriya dilê evîndar û dildaran de jenî û tîşk da.
-Serhildaneka cemawerî bû, dijberî siyaseta sitemkarî û zordariyê ya ku eve çendîn salin li ser gelê kurd tê te hûnandin .
-Xweragirtineka qehremanî bû, merdî û mêraniya gelê kurd li Rojavayê kurdistanê da xuyakirin .
-Raperîneka gelêrî bû, ber bi rizgarkirina têgehên bendkirî û sewdanên qeydkirî ve vekêşa .
-Nîşaneka zelal bû, rûber û nexşê Rojavayê Kurdistanê destnîşankir .
-Delîvek pêwîst bû, rastiya têkilî û girêdana gelê kurdistanê bi hev re dupat kir .
-Wergirtina kalanekê nû bû, bawerî û hêvî bi hêz û şiyanên milet xurtir û geştir kir .
-Bêhinvedaneka dilgerim bû, ji destpêkirina buhareka nû re xwe karkir.
-Terafeka bingirtî bû, di nava embara tovê pevçûn û parçebûnê de pêket û……….
-Nameka vekirî bû, ji hişên girtî û kesê ez- ezî xwaz re,û herweha ji sewdanê kawî û bawî re, ziwa û bêber re .
- werçerxaneka dîrokî bû,rengê xebat û lebateka nû, hêz û hebûna gelê kurd li Rojavayê kurdistanê nîşankir.
-Karvedaneka sirûştî bû, li ser siyaseta erebkarî û binpîkirinê,dûkirin û   bêpehir kirinê, ya beramberî gelê kurd û kêşa wî ya dadmend de tê te gêran .
-Xwepêşandaneka aştiyane bû, hevsarê tirê ser sera de anî û bi ser bilindî xwe da xuyanî kirin .
(12) avdarê ev bûn û gelek tişt û têgehên dî jî ne ……..
Lê belê ta îro (12) avdarê di nav gelê kurd de bi navê xwe yê durist nehatiye navkirin û li ser nehatiye li hevkirin .
Bi helkeftina borîna sê salan di ser (12) avdarê re . em ji tevî nivîskar, rewşenbîr, zanyar, şareza, hişemend û siyasetvanên kurdan dixwazin, ku bi vê helkeftinê nêrîn û ramanên xwe derbarî navlêkirina (12) avdarê de derbirin,û diyarbikin ka gelo gerek ji (12) avdarê re çi werê gotin û helbijartin.
 Gelo (12) avdarê berxwedane,serhildane, buyare, rûdane,pîlankariyeke,berevaniye……………hd.
merem ji vê daxwaza me ewe, ku ev mijar bikevê di warê pêkol,lêkolîn,gengeşe,û danûstandinê de,û gotinek ji (12) avdarê re werê destnîşankirin,ku di pêşerojê de ew zarwaz û navê cihgirtî cihê xwe di tevî dam û dezgehên ragihandinê de bigirê.


 
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark