Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jin di sînemaya kurdî de

 


  Fedwa Derwîş

   Sînema neynika civakê ye, ew wêneya jîwar û jiyana wê ye. Babet û têkiliyên wiyên hundirî ji hev vedike û dide ber roniyê. Hunera sînemayê hindek wêneyin hûr ji jiyana me werdigre û dixe bin çavikên dûrbîna xwe de.
   Ji ber ku jin bingeha jiyan û civakê ye, ew bi rengekî ji rengan di nav her fîlmekî sînemayê de beşdare.
  Sînemaya kurdî, bi temenê xwe, bi hejmara fîlman û mijarên pêşkêş dike nûjen û perîşane. Ev yek jî vedigere pir sedemên babetî û xweserî.


  Wek em dizanin, jiyana miletê kurd, wek miletek bindest, di hiş û mejiyê me de bi zulm, zor, şer, çewsandin, perîşanî û penaberiyê ve hatiye girêdan. Bê goman, jiyan û rola jinên kurd jî bi vê civakê ve girêdayiye û pareke mezin jêye. Nemaze di xeyal, bîr û nêrînên derhênerên kurd de yên ku karîne hin aliyên vî jîwarê dijwar ronî bikin.
  Hêjaye em bêjin ku fîlmek kurdî bi taybet li ser rewşa jinan radiweste û nêrînekê zelal dike ne hatiye çêkirin. Fîlmên ku hatine çêkirin, bi giştî, li ser êş û derdên mirovê kurd ên di bin zulm û zorê de ne.
  Lê belê di hin fîlmên kurdî de  wêneya jina kurd bi rengek jîwarî hatiye pêşkêşkirin.
Em dê li vir li ser du nimûneyên taybet rawestin:
   Kîso dikarin bifirin, fîlmê derhêner Behmen Qubadî. Qubadî di vî fîlmî de wêneyek jîwarî ji jiyana penaberên kurd li ser sînorê Turkiye û Iraqê, berî derbasbûna hêzên Emrîka li nav xaka Iraqê, pêşkêş dike. Kesayetiyên rolên xwe di nav bûyerên fîl de digirin kesin jîwarî ne, wêneyek ji rewşa kurdên ku ax û welatê wan hatiye dagîrkirin, talankirin û şewtandin. Ew bi tevaya xwe zarokin lê rol û berpirsiyariya mezinan li xwe digrin. Agrîn keçek ji Helebçe ye, piştî bombebarankirina evî şarî bi çekên kîmawî, dê û bavê wê tên kuştin û ew ji hêla leşkerên Sedam ve tê hingavtin. Bi birayê xweyî dest qutkirî re tevlî kongehên penaberan dibin. Ji bin serê hingavtina wê, zarokek bêjî û kor jêre çêdibe. Ji ber vê yekê jî, Agrîn her dem, mîna miletê kurd, bi mirinê dorpêç kiriye. Ew pir bizav û hewldanan dike da ku jiyana xwe û zaroka xweya bêjî bi dawî bîne. Tevlî şewata kezebê û êşa can, hestê şermezariyê û viyana tunekirina tovê dagîrkeran li ser hestê wê yê dayiktiyê bi ser dikeve. Gelo, xwekuştina Agrîn sembola bêhêvîtiyêye yan jî sembola redkirin û tunekirina şûnwar û kirinên dagîrkeran e? Bi her hawî, Agrîn dimîne sembola axa welêt, herdû wek hev û li ser destên yek dujminî tên hingavtin!
    Bêrîtan, fîlmê derhêner Xelîl Uysal. Uysal efsaneya berxwedan û xebata miletê kurd j ibo azadî û serxwebûnê di wêneyê keçeke kurd de berçav dike. Bêrîtan keçek kurd xwende û bajarî ji Istanbolê ye, tevlî şoreşê dibe da ku bervedêriyê ji berve hezkirina xweyî mezin û rûmeta miletê xwe bike. Li hember nezanî û adetên paşvemayî xebatê dike. Dema, di şerê çekdarî de li hember hêzên dagîrkeran , berxwedanek mezin û bê hempa dike, û piştî guleyên wê bi dawî tên, ew çeka xwe di pelixîne. Piştî Bêrîtan ji berxwedanê bê hêvî dibe,  di çirkeyekê de wêneyê evîna wê di xeyala wê re derbas dibe û hestek mezin didê wê da ku ew bi xwe jiyana xwe bi dawî bîne. Ew ji zinarek bilind ji çiyayên Kurdistanê xwe davêje û jiyana xwe bi dawî tîne. Gelo, bi vê yekê, Bêrîtan dixweze bêje ku çarenûsa wê bi destê wê ye, yanjî li dengê xeyala xwe çû da ku evîna xwe hembêz ke? Gelo, dema Bêrîtan çeka xwe pelixand, bê hêvîtiya xwe ji çekê derdibirî yanjî da ku rêhevalên wê bi çeka wê rojekî ne win kuştin? Bi her hawî, Bêrîtan, di vir de, sembola jiyanêye!
Wiha tê xwiyakirin, di van herdû nimûneyan de, ku wêneya jina kurd wêneya jiyana miletê kurd bi xweye.jiyana zulm, zûr û bindestiyê, jiyana viyan, berxedan û hezkirin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark