Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: KAR (LÊKER) DI ZIMANÊ KURDÎ DE.. (KURMANCIYA JORÎN)

 


DEHAM  EBDULFETTAH
PÊÞGOTIN
Berî ku ez di vê pêþgotinê de babeta Karan tevbidim û bikevim nav girêk û aloziyên wan, dixwazim kêþeya van zaraveyên (têrmên) ku bi vê pirraniya bêserûber li hêman û mijarên rêzimana Kurdî bûne, di ber çavan re derbas bikim û di bîra xwendevanên pirtûkên rêzimana Kurdî de bînim, çendî têgihêþtina van navlêkirinên têvel (ciyawaz) çetin e.



Her þarezayekî zimên di nivîsarên xwe de navek, li gora baweriya xwe, li mijarekê kiriye.
Bi vê yekê her mijarek bi çend navan hatiye nasîn wek Nimûne:
- Hevok, hevek, pevek, komik û riste (الجملة).
- Kar, lêker, pîþk, kirin, ferman û kardar (الفعل).
- Kara, kirar, kirde, kiryar, pîþkar û biker (الفاعل).
-....
Dema ku mijarek bi (4 - 5) navan bê nasîn, divê hayê mirov ji watedariya wan navan tevan hebe, ku ew nav tev yek mijarê destnîþan dikin, yan jî wê tûþî tevheviya navlêkirinan bibe.
Rast e ku ji hezarên salan ve zimanê me, weku zimanekî devikî maye, bêyî ku derfeta lêkolîn û vekolînên pêdivî jêre peyda bibe.Rast e jî ku nuha em di qûnaxa vejandin û damezirandina bingehên zimanekî wêjeyî de ne, lê ka ev qûnax, li gora perîþaniya vê rewþa me ya îroyî, gelo wê çiqasî dirêj bike......? !
Hemû xebatên ku di warê zimanê me de bûne berhemên kesayetiyeke yekta ne. Ev celebê xebatê jî, çiqasî pêkhatî be, þûna xebata komelên dezgehî nagire.
Bêguman, em di vê qonaxê de nikarin hemû kêþeyên zimanê xwe çareser bikin. Lê ku em xwe bidin serhev û dezgehin zanyarî li gora karîna xwe ava bikin, em ê karibin gelek xalên aloz di gelek mijaran de sererast bikin.
Hin Kurdnas û zimanzan dibêjin: Zimanê Kurdî (Kurmanciya Jorîn) zimanê verês û veguhestinê ye. Anku, ev her du mijarên rêzimanî (verês û veguhestin) bingehên tevna þêwezarê Kurmancî û taybetmendiya wî ya herî taybet in. Digel ku verês (tewang) digihêje nav û cînavan jî, lê herî bi cor û celebên karan, dem û raweyên wan ve girêdayî ye. Bi vê giringiyê kar dibin hêmanê herî sereke di pergala derbirîn û hevoksaziya zimanê me de.Ji ber vê giringiyê jî min ev pirtûk bo Karan tenê terxan kiriye, min hewldaye ku ez vî hêmanê giring ji hemû hêl û rexan ve vekolim, xalên tarî, di goþeyên jibîrkirî de ronî bikim û hin bilêvkirinên herêmkî destnîþan bikim. Bi gotineke tevayî, min xwestiye ku ez babeta «kar», weku giringtirîn mijar di rêzimana Kurdî de, hindekî ronî bikim. Bi hêvî me ku ez karibim çend gavên cîgirtî berû armanca xwe ve bavêjim.
Xebitandina hinek raweyên veguhestina karan ji herêmeke Kurdistanê ta herêmekê tê guhertin. Helbet, li gora pirbûn û belavbûna herêman ew raweyên neyeksane jî bi pirranî bikar tên. Pirtûkên rêzimana Kurdî, yên li ber destên me jî parekê ji wan têveliyên veguhestina Karan di nav rûpelên xwe de digirin, wek nimûne Karê (çinîn):
Dema Borî:
1- Min mazî çinîn
2- Min mazî çinîne
3- Min mazî diçinîn
4- Min mazî diçinîne
5- Min mazî çinîbûn
6- Min mazî çinîbûne
Dema Nuha:
1- Ez maziyan diçinim
2- Ez maziyan diçinime
3- Ezê maziyan diçinim
4- Ezî maziyan diçinim
Dema Paþeroj:
 1- Ez ê / dê maziyan biçinim
2- Ez ê maziyan biçinime
3- Ezê dê maziyan biçinim
4- Ez dikim maziyan biçinim
Ev her (12) raweyên pêþkerî(إخباري)  jî, di pirtûkên rêzimanî de hatine nivîsîn. Her yek ji wan jî bi navekî hatiye destnîþankirin......!!
Di warê navlêkirin û veguhestina raweyên daxwazî de, mijar hêj aloztir û lihevketîtir e. Çetin e ku mirov karibe wan raweyan ji hev derîne û têgehên arezûyan di çarçewa demên lihevgeriyayî ji hev bide alî !
Da ku mirov bixwe bigihêje vê rastiyê, gerek li pirtûkên van þarezayên zimên, wek nimûne: (Qenatê Kurdo, Kamîran Bedirxan, Feqe Huseyn Sagniç û Murad Ciwan...) vegere û vê mijarê biþopîne, hingê wê baþ bizane, ka çendî ev raweyên daxwazî aloz in û têgihiþtina wan jî çendî çetin e !
Bi gotina zanyarên zimanê Firansî, gelek dem û rawe di veguhestina karên vî zimanî de hene. Lê di warê kiryariyê (piratîkê) de, nemaze van demên dawî, hin ji wan raweyên negiring paþguh dibin û bikar nayên. Çiqasî ev gotin rast û hûrbîn be, çiqasî kêm û zêde be jî, ez bixwe piþtgirê nûjenkirin û hêsankirina zimanê Kurdî me, lê bi mercê ku destdirêjayî negihêje wan rêzik û destûrên bingehîn, ên ku ziman bêyî wan saz û durist nabe... !
Di vê pirtûkê de, ez bi vê baweriyê nêzî babeta Karan bûme û li ber ronahiya vê baweriyê jî, min çendek ji wan raweyên pêþkerî paþguh kirine. Bi dîtina min, hinek raweyên bingehîn þûna hinên herêmkî digirin, anku em karin wan ên herêmkî bavêjin bêyî ku kêmasiyek bigihêje derbirîna me.
Bi vê yekê zimanê me siviktir û petîtir dibe WEK:
Raweyên Bingehîn              Raweyên Devikî
- Ez diketim                                 ez diketime
- Ez ketibûm                                ez ketibûme
- Ez dikevim                                ez dikevime
- Ez ê bikevim                             ez ê bikevime
- Ez ê bikevim                             ezê bikevim.
Bi vê pîvanê raweyên herêmkî yên devikî paþguh dibin û yên ku li tevaya herêman, yan jî li pirraniya wan bikar tên, di çarçewa van deman de dimînin:
Raweyên pêþkerî yên bingehîn:
Borî: 1 - Nêzbûriya xwerû: Ez hatim
            2 - Boriya sergihayî: Ez hatime
            3 - Boriya berdewam: Ez dihatim
            4 - Boriya çîrokî: Ez hatibûm
Nuha:    - Ez têm / dihêm
Paþeroj:- Ez ê / dê bêm / bihêm.
Raweyên daxwazî jî, bi heman bawerî, min ew tevdane. Min hewldaye ku ez wan bi rêbazeke hêsantir vekolim û tevheviya veguhestina wan bi dû pêngavan zelal bikim:
1        - Min giringî daye raweyên sereke, lê yên ku li herêmkên teng, li nav hoz û êlên xwecî bikar tên, tenê min amaje bi wan (qala wan) kiriye û jêderên wan di pirtûkên rêzimanî de destnîþan kirine.
2         - Min her raweyeke daxwazî daye ber demeke pêþkerî. Bi vê yekê her raweyeke daxwazî, di bin navê xwe de, beranberî raweya demeke pêþkerî forma xwe digire.
Nimûne:«Çandin»
Demên Pêþkerî                 Raweyên Daxwazî
- Min genim çand             Xwezî te jî biçanda
- Min genim çandiye     Xwezî te jî çandibe
- Min genim diçand       Xwezî te jî çandiba
- Min genim çandibû     Xwezî te jî çandibûya
- Ez genim diçînim        Xwezî tu jî biçînî
- Ez ê genim biçînim      Xwezî tu jî biçînî.
Berçav e ku raweyên daxwazî yên beranberî dema nuha û paþeroj (ayinde) wekî hev, bi forma (biçînî) hatine.
Li vê gorê raweyên daxwazî, ji karê (çandin) bi (5) forman tenê tên. Ew jî ev in (biçanda, çandibe, çandiba, çandibûya û biçînî). Ev form di hemû raweyên daxwazî de (fermanî, mercî, bilanî, xwezînî, gerekî.....) bikar tên. Helbet, dawiya van forman li gora cor û celebên kar û kesan tên guhertin û li wê gorê paþkokên kesîn (im, î, e, in) digihêjin wan.
Sebaret bi karê (bûn)a rêzder (awarte), min ew bi mînakan ronî kiriye ku ev paþpirtik (im, î, e, in) ne raweyên karê (bûn) di dema nuha de ne, ne cînavên pêvebestî ne jî. Bi dîtina min ew paþkokên kesîn in, li pey nav û cînavên koma (ez) tên û weku peyrewên pabendî, bi wan ve girêdayî ne. Di dema nuha de karê (bûn) tê avêtin û ew paþkok li þûnê dimînin.
Di mijara (bêjesaziya hevokê) de ez tûþî diyardeyeke rêzimanî bûm, beriya nuha min ew di pirtûkên rêzimanî de nedîtibû (dibe ku hebe lê min nedîtiye). Ew diyarde jî ev e: Eger kara û berkarê rasteder nav û cînav bin, jixwe li pêþ karên xwe bikar tên, lê ku hevok bin hingê li paþ karan tên xebitandin.
Li dawiya vê gotinê ez lêborînê ji wan biraderan dixwazim, ên ku nêrînên min û wan di hin xalan de ne wekî hev hatine û min ew binav kirine. Mebesta min ji wan hevberkirin û binavkirinan, vebir ne diyarkirina kêmasiyan e, tenê min dixwest ez wan xalên ku cihê têveliyê ne zelaltir û ronîtir bikim !
Dawî jî, mebest û armanca me tevan ew e, ku em zimanê xwe bi rêzimaneke rast û tekûz biparêzin û hebûna xwe ya netewî jî, bi zimanê xwe biparêzin.....!!!
    Amûdê 10 / 10 / 2009
D. Ebdulfetta
 (1)
BIRRÊ  YEKEM
- Kar
- Danasîn
- Çima (kar) û ne (lêker)
- Binyat (reg)
Danasîn:
Kar bêjeyeke guhêrbar e (tê guhertin), serbixwe û watedar e, rûdanekê yan bizavekê di demeke destnîþankirî de berçav dike.
Wek: - Zîn çûye zanîngehê
             - Þêrko nameyê dinivîse
            - Ez ê vê pirtûkê bidim te.
Diyar e, ku her bêjeyeke binxêzkirî, di van mînakên jorîn de bûyerekê yan bizavekê di demeke nîþankirî de bi xwe ve digire:
- Zîn çûye.....(bizava çûnê di dema borî de)
- Þêrko dinivîse (bûyera nivîsînê di dema nuha de)
- Ez ê bidim (bûyerê danê di dema paþê de).
Dêmek, Kar ew bêje ye, ya ku têgeha rûdan û demê, bi hev re dide.
Bi vê danasînê, jêderên (raderên) Karan, wek (çûn, hatin, xwendin, nivîsîn...) ne kar in, çiku bûyer di wan de heye, lê dem nehatiye nîþankirin. Bo vê egerê jî, jêder li ser navan hatine jimartin û nebûne Kar. Lê jêderên Karan in, anku Kar ji wan der tên.
- Çima (Kar) û Ne (Lêker) ?!
Beranberî gotina (verb*([1]) - الفعل) gelek navlêkirin di zimanê Kurdî de hatine xebitandin. Her þarezayekî zimên, li gora dîtina xwe, navek li þûna zaraveyê([2]) (verb) bikar aniye:
- Dr. Qenatê Kurdo û Tewfîq Wehbî: (Fêl - Fi''''''''il) (فعل).
- Reþîdê Kurd: (Pîþk).
- Cigerxwîn: (kirin).
- Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Feqe Huseyn Sagniç û hinin dîtir jî: (Lêker).
- Mihemedî Xal û Þêx Mihemedî Merdox û hinin dîtir:(kirdar).
- Nûrî E''''''''lî Emîn û Ebdurehman Hacî Ma''''''''rûf: (ferman).
- Sadiq Behadînê Amêdî: (Kar, Kirin).
Helbet van zimanzanên binavkirî, ew navlêkirinên me li jor diyar kirine di pirtûkên xwe de xebitandine.
Em dizanin ku dema navek li kesekî yan tiþtekî dibe, mebest ji wê navlêkirinê ew e ku ew kes yan jî ew tiþt bi wî navî ji nav celebên xwe bê nasîn. Lê ku gelek nav li yek kesî yan yek tiþtî bibin, bêguman ew kes û ew tiþt bê nav dimînin. Boyî vê egerê jî, pêdivî ye ku ev kêþeya zaraveyan (têrman) di hemû babet û mijarên ziman û rêzimana Kurdî de çareser bibe.
Li Kurdistana baþûr gotina (kar) bo (verb) hatiye pejirandin û bi þêweyekî fermî bikar tê. Lê di nav Kurdên bakur û rojava de gotina (lêker) (li ser þopa Celadet Bedirxan) tê xebitandin.
Bi baweriya min gotina (lêker) cihê (verb) nagire. Wisan jî pirraniya wan navlêkirinên destnîþankirî.
Beriya ku em bikevin gêra mijara xwe divê ez bibêjim, ku min jî gotina (kar) pejirandiye û ez ê wê di vê nivîsarê de bixebitînim ([3]).
Li gora ku hayê min jê heye, nivîserê herî pêþîn, yê ku gotina (lêker) bi wateya (verb) xebitandiye Celadet Bedirxan e. Celadet ev gotin di govara (HAWAR)ê de (1932 - 1943) bikar aniye. Wisan jî, weku zarave (têrm) di pirtûka xwe ya rêzimanî de (Bingehên Gramêra Kurdmancî) ew xebitandiye. Li ser þopa Celadet jî pirraniya þarezayên zimanê Kurdî li bakur û rojavayê Kurdistanê (ji bilî Reþîdê Kurd û Cegerxwîn) di pirtûkên xwe de gotina (lêker) bikar aniye.
Dibe ku mirovek bipirse: Di nivîsarên xwe yên pêþîn de te bêjeya (lêker) bikar aniye, lê van salên dawî te baweriya xwe guhertiye û tu (kar) li þûna (lêker)ê dixebitînî, gelo ev guhertin li ser çi bingehê pêk hatiye ?!
Bi dîtina min, navlêkirina (lêker) cihê gotina (verb - الفعل) nagire. Li gora pîvan û rêpîvana dariþtina zimanê Kurdî (lêker) raweya navê kara ye (اسم الفاعل), ne ku kar bixwe ye. Anku (lêker) ew kesê ku lêdike, ne lêkirin e.
Wekî ku em bibêjin, navê kara ji van karên jêrîn, bi van raweyan tê:
Ji (kuþtin)ê: Yê ku dikuje, (kujer) e
Ji (nivîsîn)ê: Yê ku dinivîse, (nivîser) e
Ji (xwendin)ê: Yê ku dixwîne, (xwîner) e.
Lê ka çawa raweya navê kara ji karan tê dariþtin ?! Çawa (lêker) ji (lêkirin) bûye navê kara ?! Bi gelemperî, raweya navê kara (اسم الفاعل) ji binyata dema nuha (reg), ya karên derhingêv (têper) û paþgira (er) saz dibe.
Anku: Binyata nuha + er = navê kara.
- Binyat (reg):
Binyata Kar ew kurtebêjeya resen e, ya ku Kar raweya xwe ya watedar, pê û li ser wê ava dike. Anku, ew beþê neguhêrbar e, yê ku di veguheztin û guhertina raweya karan de, weku bingehekê (bê guhertin) ji karan dimîne.
Çi karê di zimanê Kurdî de heye du binyat jê re hene:
    - Binyata dema borî.
    - Binyata dema nuha.
  A - Binyata Borî ew binyat e, ya ku di dema borî de destnîþan dibe. Ev binyat bi veguhestina karan digel  kesê dûwem ê yekjimar (ew, wî, wê) tê wergirtin.
Anku, bi avêtina nîþandeka jêderî, ji jêderên karan.
 Wek:
 Jêder                   dema borî                  binyat
- Bûn                    ew bû                            bû...
- Hatin                 ew hat                           hat....
- Xwendin           wî xwend                     xwend..
- Kenîn/ keniyan ew kenî/keniya  kenî / keniya..
       - Danasîn     wê danasî         danasî..
B - Binyata Nuha jî, ew binyat e, ya ku ji karan di dema nuha de tê wergirtin. Ev binyat ji karên dema nuha bi avêtina pêþgira dema nuha (di) û paþkokên kesanî (im, î, e, in).Wek:
Jêder                   Dema Nuha                Binyat
- Bûn                    (ez) dibim                  ...b....
- Çûn                    (tu) diçî                      ...ç.....
- Nivîsîn              (ew) dinivîse             ...nivîs...
- Kolan                (em) dikolin             ... kol....
Eger kar dariþtî be yan lêkdayî be, dîsan binyata nuha ji karê nuha bi avêtina nîþandeka (di) û paþkokan tê. Wek:
Jêder                    nuha                           Binyat
- Rabûn                (ez) radibim             ra...b...(rab)
- Lêçûn                (tu) lêdiçî                   lê...ç...(lêç)
- Daweþandin (ew)dadweþîne  da...weþîn (daweþîn)
- Vekolan                                          (hûn) vedikolin    ve...kol .. (vekol)
Navê Kara:
Berî nuha jî me gotibû, navê kara ji binyata karên derhingêv (têper) û paþgira (er) pêk tê ([4]). Lê divê ew binyat, ya dema nuha be, ne ya borî be. Li vê gorê navên kara ji van karên jêrîn bi vî þêweyî pêk tên:
- Hilkiþandin: Hilkiþîn + er = hilkiþîner (yê ku tiþtekî hildikþîne)
- Jêkirin: Jêk + er = jêker (yê ku tiþtekî jêdike)
- Raxistin: Rax + er = raxer (yê ku tiþtekî radixe)
- Lêkirin:   Lêk + er = lêker (yê ku tiþtekî lêdike)
- Vekuþtin([5]): Vekuj + er = vekujer (yê ku tiþtekî serjêdike).
 (Lêkirin) karekî lêkdayî (hevbend) e ji:
- Pêrbesta (li) + Cînavê kesîn (wî, wê) + kirin) pêk hatiye. Anku: Li + wî / wê = (lê) + kirin = lêkirin.
Navên kara ji karên lêkdayî jî, weku karên xwerû û dariþtî pêk tên, nemaze yên ku bi karê (kirin)ê re saz dibin.Wek:
 - Sorkirin: Sork (Sork + er) = Sorker.
 - Zînê hêkan sor dike (ew Sorkera hêkan e)
 - Rastkirin: Rastk (rastk + er) = rastker
 - Tu þaþiyan rast dikî (tu rastker î)
 - Û (karker, xebatker, zîvker...)
Wilo jî:
 - Ji (çêkirin)ê ----------- çêker
 - Ji (jêkirin)ê ------------ jêker
 - Ji (pêkirin)ê ------------ pêker
...Û ji (lêkirin)ê --------- lêker
Berçav e, ku li gora vê pîvanê bêjeya (lêker) bi wateya (verb - الفعل) nayê, lê wateya navê kara (yê ku karê lêkirinê dike) bi xwe ve digire.
Ji ber vê yekê jî, min gotina (kar) li þûna (lêker) bikar aniye.

[1]- Verb : Ingilîzî ye, anku (الفعل).
[2] - Zarave : Navlêkirin (têrm ).
[3] - Beriya vê nivîsarê jî min zaraveya (kar ) di her dû pirtûkên xwe de (Nav, Cînav... ) bikar aniye.
 

[4] - Binyata nuha : ne ji hemû karên derhingêv bi wî þêweyê li jor der tê. Em ê vê mijarê paþê, di cih û dema wê de rave bikin.
[5] - Li Herêma Behdînan, Vekuþtin Serjêkirin e (serbirrîn e).
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark