Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kerkūk: Dilź Kurdistanź ye!

 


Besam Mistefa

Roj û meh bi lez berbi dawiya sala-2007-an ve diçin, sala ezmûna Kurdiya zehmet û dijwar hinde ko referanduma destnîžankirina çarenûsa Kerkûkê, li gor benda 140 î ji makezagona Iraqê, dê li dar bikeve.Kerkûk


ev bajarê pirreng û dîmenê piçûk yê Iraqê, di rê de ye ko li hembêza xwe ya rastî vegere, ji ber ku ew berê û niha jî Kurdistanî bû, dil û qiblegeha Kurdistanê bi agirê xwe yê gež ku qet nayête vemirandin, bû.Lêbelê, rê bi žax û dax e, bive û asteng pir in, û dijmin ji asoyê çavdêriya liberbabûna ala Kurdî ya rengîn di asîmanê Kurdistanê de dikin, û bi dûrbînên kîna xwe, sînorên welatê Kurdan yê birîndar, dipîvin!
Di destpêkê de, divê kar žev û roj were kirin ji bo bidestxistina armanca xwestî û bicihanîna dadmendiya ku di serdema tarî û dîktatorên jinavçûyî de, hatibû perçiqandin.Pêžî, kampaniyeke berfireh û birêxistî ji aliyê millet û serkirdayetiyên siyasî bi taybetî herdû partiyên sereke di herêmê de, were destpêkirin.Her weha, ev kampaniye di rastiyê de were xuyakirin.Di vî warî de, her kar û tevger û xwepêžandanek dikeve çarçoveya armanca lêgal, angu vegerandina Kerkûkê berbi hembêza wê ya Kurdistanî ve, û veguhastina herêmê bo workžopeke bê rawestan di riya girêdana konferans û semîner û heleqeyên lêkolînî nemaze yên di derbarê dîroka  Kerkûkê û berzkirina nasnameya wê ya Kurdistanî û balkižandina berbi gel û etnîkên wê yên pir ve, ta radeya ko ev mijar bibe ya sereke di seranserê herêma Kurdistanê de, tanî lidarxistina referandumê di dawiya vê salê de.
Berbi dilê Kurdistanê ve, divê kampaniyeke ragihandinê ya berfireh û gižtî were mežandin.Tevahiya navgînên ragihandinê, bê rawestan divê tevlî wê bibin.Kenalên asîmanî û radyo û rojname û kovar û malperên ilktronîk yên Kurdî divê beždariyê di kampaniyaya gotî de, bikin.Pêwîst e ew bežê mezin ji dem û bername û rûpelên xwe ji mijara Kerkûkê ya here giring û çarenûsî re terxan bikin.Cemawerên Kurdistanê nexasime li Kerkûkê amade bikin û bala wan bikžînin ser giringiya mijarê ya dîrokî û katî û pažerojê.
Kerkûk, tevî hemû konevaniyên erebkirin û guherandina demografîk, bajarekî Kurdistanî ye û pirsa wê pirsa tevahiya milletê kurd e.Ew ne pirsa partiyek anjî rêxistineke taybet e....Kerkûk pirsa 40 milyon Kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê ye.Kurd, li parçeyên dinê Kurdistanê divê ko–li gor imkanên xwe-beždarî vê ezmûna Kurdî bibin, bi herman žêweya ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê li parçeyên din, maytêkirinê di pirsgirêkê de dikin, nemaze Tirkiyê-serpêhatiya wê di Qibrisê de li bal e !-ya ku ro bi nîvro dijminahiya xwe ji Kurdan re diyar dike, gefan li Kurdan bê havil dixwe....weke nimûne rojnameya (Qel`e) ya Tirkmenî berî çend rojan serjimareka provokatîv belavkir ko xwedê giravî ji % 86 ji erebên Mûsil û Kerkûkê pižtgiriya maytêkirina Tikriyê di karûbarên Kerkûkê de dikin!Li milê din, daxuyaniya lîderekê kurdên bakur/Tirkiyê di cihê xwe de hat, dema ku wî got:Êrîžkirina Kerkûkê, êrîžkirina Amedê ye!Bi gotineke din, divê hemû navgînên ragihandinê bikevin xizmeta doza dilê Kurdistanê...Kerkûkê!
Di heman çarçoveyê de, babeta Kerkûkê bibe ya here giring û pêžîn li nik nivîskar û rewženbîrên Kurd tanî pêkanîna referandumê di dawiya salê de.Di vî warî de, her karek, gotarek û tîpek dikeve xizmeta armanca xwestî de, û dibe beždarê bicihanîna mafê gelê kurd yê rewa û adilane.
Kurd li hemberî ezmûneke mezin û dijwar in ji ber gelek asteng û behane û hincetên bê kok û ji rastiyê here dûr derbarê "destdanîna"gelê kurd ser bajêr!Pirsa Kerkûkê zelal e û li gor madeya 140 î ji makezagona Iraqê tê çareserkirin.Diyar e ko makezagona Iraqê ji aliyê tevahiya gelê Iraqê ve hatiye pijirandin û li serê hatiye lihevkirin.Berevajî tižtên ko hindek žovonîst û zikrežên ereb û tirkmen...htd dibêjin ku destûr ji aliyê Kurdan ve hatiye nivîsandin!.
Dema niha, dema žiyarbûna Kurdiya mezin e.Dema têkçûna dîktatorên bednav û kîndar yên ku li ser dilan û singan bi salan venižtî man e.Kurd berbi rastiyê ve diçin.Ala Kurdî ya sê rengî û žêrîn asoyên welêt dixemilîne û li bilindahiya asîman li ba dibe.
Lêbelê....!
Kurdistan bê dilê xwe radize!Agirê herdemî yê Babagurgur vîna kurdên azad û serfiraz tev dide:Kerkûk dilê Kurdistanê ye....dilê Kurdistanê Kerkûk e!!


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark