Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Hewrarek bê ling

 


Reþad Þeref - Swêsra

Hey law.. hey law..heware.. heware
Hewar û lîliyên bûka malê, bilind dibûn, vedenga wan li pesara gir diket û dizîvirî.
Bi kopalê xwe yê heyzeran li bavê xwe dixist, bav dikire kûze kûz ne deng jê dihat nejî destê xwe li ber xwe hildida. Di demek kinde ew hewþa mezin û fireh ji mirovan tejî bû. Kur li ser qurmê dara tûyê roniþtîbû, bêhnçikya yî hel hel dikir, weko segî di meha tebaxê de, sihekî nebûne û li ber tîrîja rojê ziman lê bikiþe bi destên xwe yên girnîj çixare dipêça ,serê xwe berdbû li ber xwe de.


Bav, pala xwe dabû çewalekî ewandî, ceh bû yan genim bû ez nizanim, bi desmala xwe ya destan xwîna xwe hêdî hêdî paqij dikir. Janê  dilê wî diguvaþt bîr ne dibir jana kelaxê xwe yê birîndar.
Ew ilaleta ketî hewþê, te digot, qey benderuh nîne, yekî ne digot, ko jêre dermanê sor bîne, birînên xwe pê bikewîne. Deng ji yekî ne dihat. weko hatibin miriyekî oxir bikin.
Zilamek, cil û bergên wî paqij û spehî, di nav wê xelka bê deng û matmayî re þêliya, wan benderuhan bi rêz û hîvî lê dinerîn.
Min ji xwere got, keyê gunde yan jî rispiyeke.
Raserî bav rawestiya, min fikir dikir ko wê ji berde rabe, lê ji cihê ko lê ne livî.
Wî kesê birûmet pirsek jê kir, eger ez ne nîzîk bama min dengê wî yê nerm û rehet ne dikir.
 Got: Keleþo, te carna li bavê xwe dabû ?
Got: Belê ezbenî min sê caran li bavê xwe dabû.
Ew kesê cilpaqij û bi rêz li kur zîvirî û got: Nexwe hîn du carên te mayîne.
02.01.2014


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.4
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark