Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Nūēe: Encamnameya kongireya 4ź ya Hevgirtina Rewženbīrźn Rojavayź Kurdistanź (HRRK)

 


  Li bajarê Bielefelda Elmanyayê, pižtî rawestana karûbarên Hevgirtinê ji ber sedemên cuda, di 25-26/01/2014ê de, kongireya 4ê ya Hevgirtina Rewženbîrên Rojavayê Kurdistanê li dar ket. Damezirandina (HRRK) bi xwe bersiveke rasterast bû ji boyî 12ê Adara 2004ê, her weha dengvedana wijdan û hêviyên miletê me bû. Ji ber ku rewža îro nêzîkî wê rewžê ye ya ku pižtî 12ê Adarê hatibû holê, komîteya kargêr û hejmareke ji endaman xwestin ku karûbarên xwe berdewam bikin û layiqî rewža vê qonaxê û pirsên wê bin.


Ji ber vê yekê; komîteyeke amadekar hate avakirin û vexwendineke vekirî ji bo hemû rewženbîrên Rojavayê Kurdistanê re di çapemeniyê de belav kirin, da ku beždarî kongireya 4ê bibin û giyanê serîhildana Adarê vejînin; bi awayekî ku bibin dengê berxwedana miletê xwe li dijî zordariya rêjîma sûriyeyê. Herwisa bi miletê xwe re beždarî xwepêžandan û çalakiyên ji bo azadî, dadmendî, wekhevî û rûmetê bibin. Nexasim ku bi sedan ji zarokên miletê me di riya parastina xak û gelê xwe de, li
diji hêzên tarî žehîd ketin. Beždarên kongireyê bi berfirehî li ser xalên di rojevê de û li ser rêbaza xwe danûsitendin kirin. Beždar di wê baweriyê de bûn ku pêdivî bi pižtgiriya destkeftiyên miletê me heye, ku bi xêra keda xebatkarên me û xwîna žehîdên me hatine holê. Wisa jî giringiyeke mezin dan rola jina kurd û beždariya wê ya çalak di destnîžankirina qedera gelê me de. Herweha pêdiviya bi beždariya hemû rewženbîrên Rojavayê Kurdistanê di karûbarê bi hev re hate pižtrastkirin. Ji ber wê; deriyê vê Hevgirtinê ji bo hemû rewženbîran, dîtin û nerînên wan çibin bela bibin, vekirî ye. Li gor rêbaza Hevgirtinê û armancên wê, ev Hevgirtin platformeke rengîn e û li ser bingeha danûstendin, rêzgirtina dîtinên cihê, pejirandina hevdû, hemêzkirina dîtinên rexneyî û nirxên gižtî hatiye avakirin. Ev yek jî me dajo ber wê berpirsiyariyê ku em bi hev re gavan ber bi armancên xwe yên hevbež ve bavêjin , asta gotara xwe ya rewženbîrî bilind bikin û di çarçoveya parastin û pêžxistina zimanê xwe de van nirxan pêž ve bibin.
Di dawiya kongireyê de ev pêžniyaz û biryar hatin girtin:
- Hem li Amedê û hem jî li Hewlêrê kongire û civîn bêne li dar xistin. Eger di hundir žež mehan an salekê de ev civîn pêk hatin, dê komîteya Kargêr amadekariya kongireyeke gižtî û awarte li Qamižloyê bê kirin.
-Pêždebirina karê Hevgirtinê di warê ragihandinê de "aktîvkirina malpera fermî ya Hevgirtinê û rûpelên wê yên di warê medya civakî de.
-Avakirina têkiliyan bi dezgeh û derûdorên biyanî re.
-Xurtkirina danûstendin û têkiliyên endamên hevgirtinê yên ku li yek welatî dimînin û lidarxistina çalakî û ževên wêjeyî û çandî. Di riya amadekirina pilaneke karkirinê û bi erêkirin û alîkariya komîteya kargêr ya ku di vê kongireyê de hate hilbijartin.
Em bi hêz û hemi karînên xwe pižtgiriya xelkên xwe yên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Azadî ji boyî rewženbîrên girtî, azadî ji boyî Hisên Iso û hemî rewženbîrên di zindanên rejîma kujer a Sûrîyeyê de.
Bila nirxên mirovane yên peyebilind bijîn
Bila Kurdistan azad bibe!

Hevgirtina Rewženbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)
Bielefeld 26.01,2014
hevgirtin@rojava.net

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 1
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark