Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Ez ji ber xwe fedî dikim ku min çel- pêncî salî di ber zimanê biyanî de kar kiriye..

 


Mehmûd ê Sebrî (Evîndarê Xemgîn)

Hevpeyvîn:
Mişel ê Osman (bavê Nisrîn)
Ibrahîm ê Ebdî (bavê Şêrîn)
                 
Mamosta, xwezî tu xwe bide nasîn ji xwendevanan re bi rengekî berfireh.


Ez mehmûdê sebrî me , kurê cotkarekî me ,di sala 1937 an de hatime cihanê , li gundê(Çetelê)e ku dikeve rojavayî bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana rojava.
Piştî ez gulxekî bûm em çûn gundê (Melek)li wir em bicîbûn.
çaxa ez zarok bûm dibistan li hawir me tune bûn , bi heft gundan dibistanek bi tenê li gundê(Qermanê)hebû , bavê min xwest ez bixwînim , ez danîm ber mela , mi Qur`an xwend , di pêre em bi zanîna oldarî û ya zimanê erebî di ola islamî de -hîn bûn ji melayên kurd .kurê muxtarê gundê me Mihemed Salihê Seîd Efendî ez hînî girtina xameyê û nivîsandinê kirim , ji bextê reş re bi êşazirav ket ,û çû Libnanê . piştî wê min navê mela Ebdulayê Qertmînî bihîst , çûme cem wî da ku ez bixwînim , min gelek qezenc ji wi kir , ji ber ku melakî zana û pir jîr bû, û du sal û nîva ez li cem wî mam .
di sala 1960 î   de melayê min Ebdulayê Qertmînî şand pey min , got: li Til Me`ruf malbata Şêx Ehmed dibistanek vekirye. wer da ku tu têde bixwîne.Tevlî ku ez xwedî zarok bûm , bi kêfxweşî ez çûm , û ji şagirtan ez hinkî fêrî zimanê Ingilîzî û birkariyê(Riyadiyat) bûm , di wê çaxê de sînema Amûdê hat şewitandin , em xort bûn , xwîna me germ bû , me civînek li ser çê kir , Şêx Izeddîn bihîst , ji me xeyidî , bi rastî ez bibêjim wî em ne qewirandin , lê gihandin me ku ew nikarin navê me rakin li ser navê dibistanê , û bi encamê em hatin qewirandin .
 Di sala 1961 ê min bawernameya (navîn) wergirt , di pêre ez bûm mamostayê zarokan li nêzîka bajarê DêraZorê , mi pola deh û yazda jî xwend, navê wê dikirin (ixtibar temhîdî) . Di sala 1965 an de min bekelorya wergirt .
di pêre min (daril muelimîn) jî xwend.
Di sala 1970 ê de min bawernameya hiqûq wergirt , ji zankoya şamê.di pêre em ketin karê konevanî , û dest hilata Sûri em dûrî karê me xistin.
Di sala 1984 an de govara Xunav derket , min pişdariyk xurt tê de kir.

Di jiyna xwe ya torevanî de tu bêtir bi kê daxbar bû ye?

melayê Cizîrî yekemin kanî û bijareya toreya kurdî ye ,mi ji dîwana Cizîrî û (eleqducewherî) ya Zivingî , sûd ji bêjeyan kir, ne serê sedî sed ,lê ji  şirovekirina Zivingî  sûd hindik tir dibû ,wek jinek bedew tu rabe qerpola lêke.
Şêx Ehmedê Xanî xwediyê Mem û Zînê , gelekî nav daye ,torevanekî xurte , digel ku berî Ewrupa doza neteweyî kirî ye , lê gelek qonax di navbera wî û Cizîrî de heye , di hêla torevaniyê de. û dîwanên Cegerxwîn jî mi sûd ji wan wergirt.

Mamosta , di heyamê te de gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd hebûn , gelo pêwendiyên te bi wan re hebûn , yek bi yek?

1-Cegerxwîn

Belê..sedayê Cegerxwîn gelek caran min ew dît..dan û sitandin di navbera me de hebûn ,lê ne xurt bûn , bi egera ramanan  , di warê konevanî de , em hinkî dûrî hevbûn.

2-Reşîdê kurd
?

  min ew jî dît , mirovekî xebatkar bû , baş dixebitî , di rêzimana kurdî de , lê pêwendiyên me bi hevre ne xurt bûn , ji ber ku ew di çaxê bavê min de bû.

3-Osman Sebrî?

Min ew dît , û ez gelekî kêfxweş bûm gava min ew dît , gava dipeyivî bi peyva xwe ciyê xwe dadigirt , gelekî ez pê daxbarim ew jî wek Kamîran BedirXan bû , pertûka xwe dixist bin çengê xwe de , û  li gundên Cizêrê û li Şamê di taxa kurda de , digeriya û xortên wek we hînî zimanê kurdî dikirin.hişk bû, û li gor hişkbûna xwe jî mêr bû .

4-Kamîran BedirXan?

Celadet BedirXan govarên (Hawar û Ronahî)derdixistin,û Kamîran BedirXan jî (Roja nû û Sitêr)derdixistin. piştî sala 1946 an ciyê wan li vir nema ,  desthilatê nema hişt ew  govarên xwe derxin ,û rojnamegirî ji wan qutbû . Celadet di sala 1951 ê de , çû dilovaniya Xwedê. .Kamîran jî çû Firansa , li wir li zanîngeha Sorbonê waneyên kurdî dida  bê pere.

5-Nûriddîn Zaza?

min carekê ew dît , ne dihat devera me , yê ku dihat Hemîdê Derwêş bû. di karê kurdperweriyê de Hemîd bû , Nûriddîn di wê çaxê de girtî bû .

6-Qedrî Can?

Min ew nedît ,ez zaro bûm.

7-Hesen Hişyar?

Mirovekî gotina wî li rû bû , û welatparêz bû , û baş xwe westandibû di zimanê kurdî de , ciyê xwe dadigirt , lê ew di dan û sitandinê de , ne wek Osman bû.

8-Rewşen BedirXan?

Du sê caran me hevdû dît , û me hevdû nas jî kir , ji malek xanedan bû , mêvaniya xwe bi cî tanî , lê ew ne di warê Celadet û Kamîran de bû , zanîna wê ya kurdî qels bû , ya din jî , ez bi gumanim , ji ber ku ew ji malek mezin bû , çavê wê bar nedibû di nav kurda de bimîne  , di nav kurda de ne di ma , li Banyas û Şamê rûdinişt ,ne wek Celadet bû ,Celadet bi hejarî û bi feqîrtî di nav kurda de digeriya û karê xwe yê konevanî û torevanî dikir.

Seyda emê têkevin warê helbestê , û bi taybetî helbesta ku li ser pêlik û kêş û rêzbendan tên ristin , gelo pêwendî di navbera pêlawaza (behra) kurdî û Erebî de heye?

Na tu pêwendên wan bi hev re tunene , raste melayên me xwendina Erebî û kurdî bi hevdû girêdidan , ji ber ola misulmaniyê , lê gava tu li koka ziman dinêre tu dibîne ku zimanê me ji girûpa zimanê Hindo-Ewrupî ye  ,
lê zimanê Erebî Samî ye , wek Xelîlê Ferahîdî , helbestên Erebî kiriye 16 behir , ew 16 behir jî  di encam de ,  hindik dibin , ango çar birin (14 movik - 12 movik -11 movik- 8 movik).lê di helbesta kurdî de başqeye(7 movik -8movik-9 movik-10 movik-13 movik-15 movik-16 movik) tê de peyda dibin.gelek ji wan , di Erebî de tunene.
Ya didwa di ristên Erebî de , li ser hespa , li ser çolê , li ser çêrgeha peyivine , li ser talan û şeran nivîsandine , lê ya kurdî ji wilo firehtire .ji hêla fikir û ramanê tu nikare wan bide ber hev , ji vê yekê ez dibêjim çi pêwendî ,çi girêdan , çi daxbarbûn , ne ji hêla ziman , û ne ji hêla naverokê , û ne ji hêla awa de , di navbera helbestên kurdî û helbestên Erebi de tunene bi yekcarî.lê ez dibêjim zimanê kurdî daxbare bi zimanê Farisî ji ber ku herdû ji yek girûpê ne.

Seyda ..helbesta nûjen tu çawa dibîne?

Ez dibêjim şahkarî(ibda)şahkarî ye,çi di helbesta kilasîk de be , çi di helbesta nûjen de be , û min gotarek nivîsandiye di vî warî de ,di govara Rojda de , helbesta kilasîk wek mehfûrek (tirahak) `ecemî ye destebaşe, ,eger mercên wê bi cî bên, wek entîke û gewher û elmase ,û hin helbestên kilasîk bêkêrin yên nûjen ji wan xweştirin ,wek em bêjin gelek pîrek ji zilaman çêtirin , lê zilam başbe û pîrek başbe zilam ji wê xurtire , ez dibêjim mercê pêşîn di helbestê de şakarî ye (ibdaa)
Helbestên Cegerxwîn ne destebaşin , wek helbestên Cizîrî û Xanî , lê Cegerxwîn di wexta xwe de , taca toreya kurdî bû .

 Nivîskarên kurd yên bi Erebî dinvîsin wek Selîm Berekat nimûne , çi nerîna te li ser wan heye?

D.Şukur Mistefa di vî warî de gotiye: (evana nayên hejmartin ji torvanen kurd) bêguman nerîna min ne dûrî nerîna wî ye . ev ji hêlekê , ya dîtir gava nivîskarek ji kurda çêbibe ,bi Erebî binvîse ,bi inglîzî binvîse ,em pê serbilind dibin , û gava li ser milletê xwe binvîse ewjî sûdek milletê wî jê heye , dengê milletê xwe dighîne milletên din . ciwamêrekî wek Selîm Berekat , bêguman em pê serbilindin , çima guh nedaye zimanê xwe ?ev pirsyar ji wî re ye , nexasim ku ji Amûdê ye , Amûd kurdîtiyek sadeye bêqarşuxe , torevanên Amûdê û nivîskarên Amûdê ku bi zimanê xwe nenvîsin , bi min pir girane.

Mamosta ji hêla pirbûna zaravên kurdî  û hebûna koreyek zimanî tu çi dibêje?

pirbûna zaravan di nav milletan de tevan heye .wer zimanê erebî , sed navê şêr hene , pêncî navê şûr hene , pirbûna zaravan di kurdî de dewlemendiyeke ji ziman re , lê gava ev zarav bên civandin û zimanzan têde bixebitin , zanibin kîjanî bipejirînin û hilbijêrin û bêjing bikin û têxin ferhengan , wê gavê wê sûd jê bê wergirtin . Gava hebûnek kurdî netewî çêbibe , bi hêsanî çareser dibe . mamosta Hejar Mokiryanî sê sala li cem mala Haco ma , piştre ferhengek kurmancî soranî çêkir.

Di vê dema dawî de , gelek pertûk têne weşandin , tu çi ji danerên wan re dibêjî?

Ne ji mafê mirove ku li ber xwediyê behredariyê raweste , kî dinvîse bela binvîse , lê  xort derfet li pêş wan  firehe ,gerek lezê nekin . welatên Iskendinavî nimûne temenê nivîskar nebe 61 sal berhemên xwe çap nake , ji xwere didin hev , mejyê xwe xwedî dikin , ramanên xwe xwedî dikin , dûvre dest bi çapê dikin . ji ber vê yekê em naxwazin nivîskarên me têkevin şaştiyan ,lê hinek xort hene 20 salî ne ,ew ji yê 80 salî xurtir dinvîsin.

Mamosta li gor em dibînin xortên me hinkî dûrî xwendina zimanê kurdî bûne , di vî warî de tu kari çi ji wan re bibêjî?

Berî her tiştî , ez ji wan re dibêjim xwendin pêwîste, lê tiştekî di li pêşya wê heye, jina kurd divê bixwîne , jina kurd gava nexwîne emê her wiha bin , gava diya te nexwîne , xuşka te nexwîne , xwendina te tenê ne bese , divê em her sê mafê jinê bidin wê(xwendin-karê serbixwe-ji xwedyê jinê tê xwestin ku wê hînî sincen me yên resen bike) divê em qîzê xwe bi xwendin bidin ,berî mûdêlên cila û dermana(mikyac) , ji ber ku ev qaşilkê zanînê ye , hinek hene bi navê mafê jinê , jinan dixapînin , qîz û xort , bixwînin bi çi zimanî be , bi kurdî be , bi erebî be , bi turkî be , perwerde kirina mejî ,ji perwerde kirina laş giringtire.

Seyda berhemên te yên ku çap bûne cine?

1- Nigarên kul derdên jiyanê (helbest) 12 / 1996 z.
2- Nerînek di terazûya ristên kurdî de.  8 / 1997 z.
3- Geştek li nav baxê ristên "Cizîrî" (beşê yekem)   3 /2000 z.
4- Hin hest û ramanên netewî û civakî. 3 /2002 z.
5- Geştek li nav baxê ristên "Cizîrî" (beşê duwem) 10/2003 z.
6- Doza giran û umîdên tevlihev(helbest)  10/2006 z.

Di dawiyê de ez gelekî sipasiya te dikim û temenekî dirêj ji te re dixwazim , da ku tu pertûkxana kurdî bêhtir bixemilîne , zor sipas.

Gelek sipas ji tere jî ,û ez serkeftinê ji tere û ji hemû nivîskarên kurd re dixwazim.

mishelosman@hotmail.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark