Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sinciyźn žorežź

 


 M. Hec kebe

Bê gûman ku aniha em dinav pêlên tariyê de dizîvirin, ji ber ku ji žoreža gelê sûryê re ti Gemiyên mezin û bihêz nehatibûn amadekirin Û bingehên serbazî jêre nehatibûn danîn heya em bi hêsanî karibin biva dengizê bi piž xwedin, çimkî ne afrandinek hêja  jêre çêbibû û nejî ew bi biryarekî hatibû dest рêkirin û qet ti istratîciyet jêre nehatbûn danîn ji ba ramangîr û hižmendên welêt, ewên ku salên xwe borîbûn li hember zordariya sitemkar, biserde heya ewên ku bi salan karê ramyariyê dikirin wan jî ti belgeyên Girîng yan рrogramên durust û pak û zelal ji pažeroja welêt re amadekiribûn,


ku hingî ji wê çanda liba wan de dest рê bikin, lê mixabin ev hemî tižit nehatibûn çêkirin, jiber bêtirîn miletên sûryê bi hemî êl û ol û partî û tevgerên xwe bawriyên wan biguhertina bivê awayî ta destрêka raрerînê tinebûn û birastî ew tižtekî balkêž bû kû bawriya piran tinebû bi hatina vê bûyera ku ji nžkava derketî meydanê û hîç raman ne dihatin bala welatîyan ku rojekê çirûsk û xetîrên azadîyê ji dežta Horanê de derkevin û karwanê serfiraziyê ji bajarê Der`a de birêkevê û alafa serhldana pîroz wê tîna xwe bighînê hemî warên vî xakî, lewra weqas рirsgirêk derketin holê di rojaneyên raperînê de û hînjî problêm roj broj dizêtin û рeyda dibin û cilên žorežê yên рaqij pir caran ji reftarên dernexûn û ew sinciyên dervey pirensîpên tên bihîstin û temažekirin û biserde Gunehên hin žorežvanan dîmê žoreža paqij bi leke dikirin, û birastî ew tižtên mera bêtir dikewkirînê ew ku ne dem û nejî žerê li hmî  war û qadên welêt bihevketî destûrê didê ku jinvde vegerê žûna xwe Û birengekî durust dest рêbikê, yan žorežger riya xweyî ku caran çewt dere karibê serast bike bi dawžandina bedena xwe ji qirêj û toz û telaza roj û mehan û sinciyên ku pir caran žorežgeran berve hovîtiyê dajon vegerînin rêdara mirovatiyê û karibin ew xêza xwar rast bikin û bi hemî žêweyan xwe ji karên tewanbariyê biparêzin, lê dîsa mixabin jiber berge nema ku ew hêvî bicî werin, lê ev rewža nebaž grînge bi çi rengî be were rawestandin jiber ew yeke ji pir sedemên ku dihêle temenê rijîma Esed berdewam bike, û jibo vê yekê Grînge kû ew Gemara Gi liser lažê žorežê qemitîye Ger bi çi awayîbe were maltin û xebatekî bilez jêrea çêbibe û ev jana kû di hemî waran de milet jê dibasin bibe qisweta ewleyên žorežê li her cihekî kû ev neqencî lê peyda dibin û heya ewên karên ewleya žorežê dikin dibê kesnî pak û veqetandî bin, çimkî ji rijîmê bêtir ne ji bercewendiya kesîye berdewama wan alozîyan ne îro û nejî ji pažerojê re, û Girînge ne tenê pêkhatina armancên žorežgerî li qadan barê wan be lê dibe ew xemxwarê  ewleya hemî  taxên dikevin ber destên wan, çimkî ew berpirsê wê taxê ne, û ew berpirsyarê hemo žažtiyên bi destê endam û regezên artêžê çêdibin û her kesî dibin sîya encûmana ležkerî  yan yê bi artêža azad re dixebitin, û pêwîste kû ew kesên žareza û serdarîya artêžê dikin xembarê vê stûbariyê bin, û her kesê kû dixwaze žorež û žorežvan rûwê xwe Gež û paqij bimîne û rê nede ewên diz, çapqin, uzek, tawanbar Gi li tax û kolanan ser berdayî bimînin û bi mêranî ew hêzên asayižê karbikin û Guhartinek bilez çêbkin ta vîna Gel bi žorežê sisit nebe û nehêlin kes wan pêžmergên cangorin bo azadiyê têxînin terezûya hêzên ewlekar ta bi wan re netên pîvan di tenga wan tižtên kêm û dernexûn re, û jiber hestên Gelê sûryê ê bi deh hzaran pakrewan dane û hînjî didin vaca nebin, û bendewariya wan bo roja serfiraziyê, birometiyê, serbilndiyê nekeve xwar û bi carikê hilneweže, jiber vî miletî bi Gelemperî êž Û tarîtî
Bi salan ji des rêjîmê kižandine bila ti carî požman nebe û van pîsîyên ku her Gav peyda dibin nebin sedem ku welatiyên bi Gežî tev žorežê bûne li xwe požman bibin û riya xwe bi cihekî din de nedin û omîd û hêviyên ku welatiyan bi roj û žev dihûnandin netên wêrankrin, çimkî pižtî ku žoreža Gelê sûrîyê Ghîžte vê qonaqê û hînjî ne diyare ku wê heya kingî berdwam bike heya Rûs û Çîn û Îran pižtgirîy Esed dikin, lewra dibê ku asoyên sinciya vê žorežê were xuyakirin û yasayeke birûmet jêre peyda bibe û bibe rêbaz ji hemû leq û žaxên artêža azad û hemî pê bawerbin û li hr dever ,Gund, bajar, bajerokên vî xakî bicî werin, berî Welat rûwê xwe berve žêlopêliyê bide û pižtre berv bi cenga navxweyî û bê hež xwe dajo hêla çanda lawiriyê, ji ber wê çaxê wê pir zehmet be ku kes bi hêsanî karibe pêžîya wê lehiya genî bigre, lewra pêwîste ku rêber û qumandarên artêžê haye xwe jivê buyerê hebin û vê mijarê ji dilde li ser rawestin û têda bi hêz bixebitin û parastina mafên mrovan li ležkergehan were perwrdekirin û çanda yasay bibe biryar li seranserî welêt, û pir Grînge Gi peymana Cinêv ya mafê mirovan were belavkirin û ew ležker pê perwerde bibn li rex perwrdeya top Û tiving û çekan û ew mercên rageyandina  mafên mrovan li nav hemî leq û taburên ležkrên azad keve û ev mijar bibe stûbar li ba wan ležker û pêženg û serdaran.

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark