Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Motka nivîsakarê kurd

 

                                    

Brahîm Mehmûd
Rojava.net
Ez çiqasî didim xwe, dideynim ber çavê xwe ku rewşek cihê hêviyeke wêjeyî be, ji nivîskarê kurdî re bibînim, xwe pê bibînim, di gelek rexan de, ez bi xwe nabînim. De bera ev peyva han jî û hîna em di destpêkê de ne, tometek bi serê xwe be.
Ma nivîsîn û biteybetî ji alî me kurdan ve, li ser an di ser çi nivîsiye hebe, bê tomet dibin?



Ev danasiyeke ji pêşgotinê re, çimkî ez çiqasî li nivîskarê me yê kurd dinerim, tê de xayiz dibim, ew motka mirîşkê tê ber çavê min û dema ev gotin bi nav dibe, ne di bin hêza siloganeke devavêtinî de ye, na, ew weke dûrbînekê ye ji vê pirsê re.
Ji rexê mirîşkê ve, mirîşka hêkkirî, ew motik, dibe ku hêkek xerabe be, mebest jê ku mirîşk li ser mexel e û li teniştê hêka xwe berde, bê wê dibe bigihê kû de, ku hêka wê hat û daket wê li wir mexel be, hêka xwe berde û ji ser rabe.
Yê mirîşk xwedî kiribin an dîtibin, xweş dizanin bê çi girêdan di navbera motkê( û ew bi xwe navê wê hêk e, lê ji navê xwe ketiye, bi cihekî hatiye girêdan, xuyadibe bi sîm an formê hêkê û hew) û hêka nûhatî de heye.
Piraniya nivîskarên me yên kurd, tu hêka nivîsînê cihekî bi serê xwe nagire, pê bi nav nabe, dûrî motkê, bê motik tucarî,
ew ( hêka wî) danakeve.
Tiştekî din hîna heye, ew e: Dibe ku mirîşka hêker li cihekî hêk bike û li wî cihî vegere kêlîka hêka wê bê, hêkên wê dikevin ser hev, pirdibin, lê a ku divê em jibîrnekin ew e: Hêka yekem dibe motik ji mirîşkê bi xwe re.
Daxwaza nivîskarê xwedî motik ku bê naskirin, ew ne bi xwe be, ku hêka xwe, ta çiqasî mezin an ne tu hêk be, bi xwe nemîne.
Mirîşk di warekî teng de ye, ew li gorî mirîşktiya xwe, xwe bi nav dike.
Motik wê nêzîkî xwe dike û ew jî ne gihaye radeya zanebûna ku motik ne ji bo wê ye, ew jî hêka wê ye, lê li motkê dinere weke xwenasiyekê!
Ev, ew çalekiya nivîskarê kurd wiha, bi çi tê derbirînkirin, tê girêdan?
Civat, civat, civat! Ta ku tune be jî, divê bibe, hebe, ta ku civateke ji sawêran ava bibe, ya giring ku bê civat( motik di vir de), nivîskar xwe nabîne. Gelo ew jî hezkirineke? Na! Ew vedigere perwerdekirina wî bi xwe û têkilêyên lidardikevin di gasîna wî ya teng de.
Nivîskarê kurd berî rahêje xama xwe, xwe bi nav dike, di xelek û xêzên dan û standinê de, li dora xwe dinere, li ser xwe fermanekê tapû dike, Ew e: Berî ez dest bi nivîsê bikim, ezê kê deynim ber çavê xwe, li ser çi û çawa deynim, wê kî haş be û kî bixeyide, wê çawa cihek ji min re xuyabe, ta ku ez xwe bikim xwedî deng û bengik berbiçav?
Divê hinek hebin piştgirya wî bikin, hinek hebin navtêdanê tê bidin, hinek hebin şiyartiyê lê bikin, jê re berdevk bin, xwe jê re bikin xwedî, hinek zenberika sawêr û helwestên wî babidin, di navbera demek û demekê de, çimkî ew xwe dibîne bi wan ve dengdayî, di bin çengê wan de ye, di mejyê wî de ew e: Ku çiqasî xwendevanê wî hebin, wê wiha deng bide, lê tucarî, an kêmî kêm dide ber çavê xwe, ku kêmxwendevanî, nakeve beşê têkçûnê, ew vîna wî jê re zemînek dirust e ku xwe bi pêş xe. Nivîskar dimîne şivanê civakeke serbest, lê divê civakek ciyanî be, di afrandina wî de.
Hema emê li vir destdarên wêjeyê li hevsiwarkin û emê pê re pê re gotinên xwe di vê mijarê de berdin hundirê wan, ka bê wê çi bi serkeve.
Di destpêkê de, derbarî vê yekahanê, ez weke biryarekê bi pêşdixim, ku tu bi serê bêvila çi yekî kurd bigire, di gelek cihan de, wê zikêşî helbestê bû be, wê xwe bi nav bike: Ez hozanvan im. Ev mizgînîke, çimkî, helbest kilêteke rewanî ye, lê de ka wîna bi helbesta wî re biteqilî û binere bê metehê çi huneriyê pê re peyde dibe.
Helbestvanên kurd nayên jimartin, lê yên bi navên nivîskaran li xwe dinerin ew jî wiha ne, nemaza piştî kompiyûter ketine nav destan û di riyên entirnêtê re êrîş berdane malperên bi nav û yên bê nav bûne, da ku bidine xuyakirin ku ew hene û berê xwe didin filan û bêvan, kevirên giran dixin kaniyên xwe yên li ber ba çûyî û davêjin vî alî wî alî.
Îca ka ewê bi navê mamosteyekî, rexnevanekî kurd cihgirtî, ku karibe li ser vê pirsgirêkê raweste û şîrove bike?
Ev şenbaziya han, ta bin navê helbestê de jî, berê xwendevan dide berekî pûçbûyî di jiyanê de, çimkî tu jiyan ku yek dilê xwe jê re veke peyde nabe, di avakirina hevok an pêlik û pêlwaz û nîgaşek bervekirî an newaziyek hunerî de, gotina hemdemî ji dervî van sawêrên han e.
Bêgûman, jiyan bi hesanî xwe naspêre her an çi yekî, ew hêzek li gorî firehî û kûrbûn û pêşveçûna xwe dixwaze. Ev ne pend in zingargirtî ne!
Di rexê têkilî, xwendinek hoşyarî, vînek hinkûfî wê de, gelekî girenke tu bi ser xalikek berdildayî vebî, gava em tev zanibin ku helbestvanekî dengdayî, hemberî dehên ku bi nav helbestavan in, lê ta ku tu li helbestvanekî helbestvan rast bê, wê bi dehan ji yên din, te bê hêvî bikin û wiha li ser yê nivîskar tê gotin, tev pêçanokên reftarên wan ve.
Her bi xwe, ev mînakên han, pirdibin û gurdibin, di civata bê serî û semyan de û mebesta min ji vê peyvê ew e: Di civata hevgirtî de, her yek cegernake bêje: Ez, ta ku di asteya eztiya xwe de be û di vir de tê nirxkirin, bê çima û çawa ew êlên buhêr( weke li cem Erebên cahiliyê), xwe didîtin bi helbestvanê xwe, çimkî ew di gelek deran de bestbêj û berdevkê wan bûn, bîryarek bi serê xwe bû, ew hêka wî du zerdikî bû, saxlem bû, çiqasî ku em bibêjin ew bi xwe jî ne serbest bû, lê navdarek bû, lewra ta niha di nav me de bi xwe tê gotin( Hêka xerabe ye), mebest ew e: divê yek xwe jê dûr xe, ew gelek caran dibe motik!
Di civatên tevhevbûyî de, di bin navê( Civakê) wê hêkên xerabe pirtir bin, çimkî bi kêmanî nîvbêjîtiyek wê tevhevbûyî xuyabike, ew ne civatek xurû ye ku bi semyanekî bê ragirtin û ne bûye civakek dirust ku yaseyên tê de di hemû çalekiyên wê de, her xwe nas bike, bê çi dike û dibêje.
Nivîskrê kurd xwe dibîne bi civata xwe, civateke ew pê tê girêdan, an xwe pê dibîne, di jiyana wî de, an di serê wî de û bi hêza wê civatê dide xwe, xwe ezez dike, lê wê civaka wî xwe jê re nekiriye sîwanek fermî, îca guneh di vir de belabûyî û pê re jî xwe dike endamekî civakî û ji ber vê lebta hanê, xwedî motik dimîne, ne xwedî hêk dibe.
Di vê dutuxmiya hanê de, yek çav hevgoriykê dikeve, ew nivîskar bi xwe ye, dema ku xwe dike û dibe li vî alî wî alî xwedî bawername, xwedî alax û alav, derbarî dîroka kurdî ve, ku xwe jê re dike nasname û ew bi xwe wiha ye, ma kî wê dîrokê bi rê dike, diweşîne?
Di vir de dîrok li xwediyê xwe vedigere û vedigerîne, a rast, her yek şopê dibe ser yê din û herdû digihin hev, lewra dîroka kurdî li ser piya xweşik ne rawistiye, çimkî ew xwediyê xwe dide nasîn. Lê dema ku nivîskarê kurd wê zanibe ku ew li çavkaniya xwe ya kesîtî vedigere û civakek xurû di serê wî de ye û ew jî xwe berdide hundirê wê civakê bi hemû pêlên wê yên li hevdiqelibin, wî çaxî dîroka mirovê kurd berz dike bi navekî dirust.
Ji aliyê mînakan de, ez naxwazim nivîskarna deynim ber çavê xwe, ji pirbûna wan, eger ji hundir an li dervî welat dimînin û yê ku xwe bibîne dûrî vê pîlanê, ez bihêvî me îca bersiva van pirsên han ji xwe re tenê ne ji kesî din re bide, ku ceger bike:
Xwe çawa dibîne, kêlîka amedekirina wî ji nivîsînê re?
Dema ku dinivîse, çi tîne û datîne ber çavê xwe, bi rastî? Ew çi cûrên hêzane ku di ramanên wî de diyar dibin, di warê civat an civakê de?
Ji aliyê xwendevana, çi zîwer û radeyên xwendevana, têksa xwe bi wan nirx dike û bi çi bîrbaweriyê xurtbûneke hunerî dispêre xwe?
Gelo hayê wî ji wî heye ku ew xwe tenê bi nav dike?
Di nivîsînê de, cihê ku xuyadibe pêş û paş, rolek mezin dileyize, ew rola hanê bi xwe tê girêdan bi buhêr û mandeya wî, bê li ser çi avadibin.
Yekê ku di dîmena nivîsînên kurdî de temenek buhiran dibe, wê xweş sar û cemidiyê wan ji hev derxe, wê bi dilsariyekê li ser lepta wê raweste di domahiyê de. Ez vê gotinê dibêjim gava ku ew ne motikînî be.
Ez wateya gotinê kûr dikim, dema ku gelekî kêm hene ew kesên ji xwe bihêvî, nivîskar in, rêbazên wan afirandina wan e, di warekî gerdûnî de şaxên xwe yên wêjeyî û ramanî berdidin bi aliyê xak û asîmanê xwe de, bêgûman . Mebesta wan, ne wê çawa gotinên xwe ji bo Xêro an Dêro şahîk bikin, dengvedana çepkan bi ser xwe de bînin, an canbaziyên bê rewan li darxin.
Ew bi xwe ew e: Motke, ta ku ew di neynika xeynî xwe wêneyê xwe bibîne, bê ku xwe bide ber pirsa azweriya toreyî, an ji arşeniyên xwe dengekî bi xwe xe, wê ew dîlê motkê be.
Di çarhawêrî welat de, ew êş e: wê çawa nivîsîn belav bibe di qewarekî navnîşan kirî de, bi gotinin pîvanbûyî bûne weke daxwaza wî. Ew fermana yaseya motkê ye!
Ji mafê çi kesî heye ku têbîniyekê binivîse: Ev çi fermaneke Qeraqoşî ye yao! Fermanek bê ewarte, ma ka kî ma?
Bêgûman ev gotin jî , ne dûrî sergêjiya pirsa nivîsîna kurdî ye!
Ma kêlîka ku yek bi xwe re diaxive û dibêje: Ezê ( tiştekî) binivîsim yek taa, ne navtêdana wê ji wî re diyar dike bê çiqasî ew ji dervî wêjeyek dirust e, wî bi ser avê dixe, weke tê gotin?
Û kêlîka ku yek ji xwe an ji xeynî xwe re dibêje: Niha wê filankeso an bêvankeso xwe nas bike bê ez kî me, ku ez dest bi nivîsê bikim, an ez xwe pê bikim, ê ne ezê ha û ha bînim serê wî û xeynî wî….
Tu wêjeyî di bejnê de tune ye! Kînga yê ber bi wêjeyê diçe, bêgûman ew xwe dadiweşîne ji çi toza rojanî, ku nahêle ber xwe bibîne, nemaze di dema îro de, dema ku ji yekî xwedî pirsek giring tê xwestin, ( Ew kurd e)ku bi giyanê xwe jiyanê çep û rast bike, di avê dake û derxîne, ta xwe bibîne.
Hîna ne hatiye cidakirin di navbera pesn û rexne de, ev ne diruşmeke. Di rexnê de têks amade dibe bi gelek şêweyan, li gora rêbaza dirûzkirinê. Nivîskarê kurd, çimkî di piraniyê tiksên xwe de, motkînî, çi gotina dixwîne datîne ber neynikê ji xwe re, bi kesîtiya xwe ve girêdide, li gorî xwedîtina wî ji kesê wî re, nivîskarê hemberî wî jî bi nav dibe. Îca di vir de, tê xuyakirin bê çiqasî mînakên ( me) pir in, yên xwe bi navdikin: Nivîskarên kurd!
Rexne ne pesin û ne devavêtin e! Ev ne afirandineke, lê bi cih dibe di ber çi nivîsên kurdî de ku bi nav dibin: Tiks!
Yan wê tev nivîskar an rexnevan bin, weke ew xwe dibînin, yan nabe û bêgûman ev ne sawêreke, şevreşki ye, lê êşeke di hinavê van kesên xwe dibînin bi xwe û bi xeynî xwe û wiha jî motik pirdibin, ta ku hêk bi xwe motkînî dibe.
Dema ew kesê ku dinivîse, çimkî rewşek heye, bandorê lêdike, bê ku tu kesî deyne ber çavê xwe û dema xweş zanibe, ku ew bi( hêke) bê ku yek jê re bibêje û tu motik wî bi xwe ve girênade û ne ew bi xwe dibe, an xwe dike motik ji xeynî xwe re, bi çi formî be, wê kêlîkê , wî çaxî tene wê ew bi nav bibe, ez bixwazim, an ez nexwazim: Nivîskaerkî kurd!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark

Mijarên Têkildar

gotar