Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Þerê kundan û qijikan

 


  Reþad Þeref 

xwendinek di pitûka (Destana þerê kundan û qijikan) de.
Ev pirtûk ji weþanên nûbihare, hejmara 35 di sala 2007an de li Stenbolê hatiye weþandin, ya nivîskar R.Yilmaz (Gernas Koçer).
Ezê ji navê pirtûkê destpê bikim, ji gotina destan. Di nêrîna min de gotina destan li ser vê pirtûkê þaþe, ji ber destanên cîhanî yên bi nav û deng, çîrok û serpêhatiyê gelêrîne û nivîskarê wan ne diyarin û ji demekî herî kevn de hatîne, ji lewre gelek kiryar û bûyer tên gotin ne li gorî hiþ û ramanên mirovane.


Mînak: Gilgamêþ, ozêsa, hezar þev û þevek, kawayê hesinkar û mem û zîn. Gelek bûyer û serpêhatî di van destanan de hene xiyalîne. Nimûne ji destana kawayê hesinkar: Tê gotin ku du mar di nav polên Ejdehak de derdikevin, xwarina wan jî mejiyê mirovane, ev çîrok li gelek herêmên kurdistanê tê gotin hetanî roja îro, pîr û kal ji devê hevûdu digrin. Destana Mem û Zînê tê gotin: Ku cin textê Zînê tînin û li odeya Memo datînin, bi nîvê þev ê hetanî banga sibehê ji xwere suhbetê digrin û gustîlkên xwe pêk diguhêrin.
Lê! Ev pirtûka li ber destê me, mamoste Gernas nîþan daye ku fîlosofê hindî Beydeba nivîsîye . Nexwe; ne destane ev berhem vedigere kesayetî û zanebûna wî. Pirtûka kelîle û dimne bi þêwey ê romanê hatiye nivîsîn. Gernas bi þêweyekî helbestî pêþkêþî xwendevanan kiriye û gotiye: Ev destan ne wergereke. Gelo ! Ev berhem bi kurdî heye? Yan hem wergerandiye û heman demê de bi þêweyê helbestî nivîsîye?.
Ev tiþt nehatiye ronîkirin ji layê nivîskar ve. Em vegerin naveroka pirtûk ê,Gernas bê dudilî gelek cefa kiþandiye hetanî ev berhem gihaye li ber destên xwendevanan û bi terzê hevdeng( nezma mesnewî ). Hêjayî gotinê ye; Gelek helbestvanên kurd ên klasîk bi vî rengî helbestên xwe ristine, ji wan: Seyadayê Ceger xwîn, seydayê Tîrêj û Melayê Cizerî. Diyare ku nivîskar xwedî þiyane û ferhenga wî ya herî zengîne. Mifa ji zaravê xwe yê koçerî girtî ye, ê ku nivîskarê rûsî Meksîm Gorkî di derbarê wî de dibêje: ( Eger tu dixwaze fêrî zimanê miletekî ê resen bibe, xwe bighîne koçerên wî miletî ) û xwe timî dûrî bi karanîna gotinên biyanî kirye û bi zimanekî sanahî hatiye honandin û ristin bi zû mirov dikare ejber bike, bi taybetî zarokên kurda eger ev helbest, di dibistanan de bête xwendin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark