Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kongreya Netewyî bi Dirûvekî nû

 


  Zekeriya Hesen

 Beriya sê salan, min gotarek li derbarê kongreya netewyî yê kurd (KNK) nivisibû, kongra ku li gor min dikare gellek hêvî û daxwazên milet bicî bîne û tiwna wê heye ku xêzên pehn ji milet û layên û hêzên ku eleqeya wan bi doza me re heye şirove bike û bi fermî lê hay bike ku em daxwaza çi dikin.


Di gotara bi sernavê "Piştrastkirina Aştiyê" de min li ser girîngî, çawanî, û makenîzma lidarxistina vê kongireyê bi şêwakî positîv nivisîbû û li gor ku min qewimînên li rojhilata navîn xwendibûn, û bi heman şêwe qewimînên di navbera kurdan bi xwe de jî bê gûman û bi biryar min gotibû  ku êdî dem dema lidarxistinê ye.
Lê piştî wê hinek guhertinên bi bandor ku hîkariya wan xuya bû qewimîn û siyaseta herêmê him têkdan û him jî mero bi hêsanî nedikarî bizanibûya ka wê ev guhertin bi çi hawî bidawî bibin, ji ber van sedeman jî hinekî baş dihat zanîn ku çima kongre nehat destnîşankirin. Lê berî çend mehan partî û rêxistinên kurd bi biryara xwe milet amade kirin û komîte ava kirin û heyanî roj jî nîşan kirin, lê dîsa kongire lidarneket.
De niha em di çi rewşê de ne ?
Bi henek kurdek ji hevalê xwe re dibêje: ma lidarxistina kongreyekê çi ye?
 Weke tê gotebêjkirin ku astengiyên li pêş kongreyê nelihevkirinên partiyên sereke ne, li ser çawanî, nûnertî, birêveçûn û sazkirina komîteyekê bona kar û barên bicîkirina encamên wê, û bandora dewletên derdorê li ser wan heye, lê ez ne di wî warî de me ku li ser van xalan binivîsim ji ber ku nêrîneke min a riyalistîk û cêwaz heye, ew jî ev e:
 Eger em dixwazin nekevin nav şkestinekê, divê em bi hişmendane rewşa xwe û herêmê binirxînin û li gor wê em tev bidin, wê demê wê fermanrewayiya me hebe ku em rêya rast li pêş doza gelê xwe vekin, lê belê çawa ev pêk tê ? Çawaniya wê ew e ku em bizanibin ka gelo em ji bo çi vê kongrê lidardixin anku em ji vê pirsa sereke bi rê kevin.
Em baş dizanin ku hêza gel, partî û saziyên me negihîşine wê astê ku em bikaribin nêrîn, encam, ferman û biryarine fermî derxînin an jî bicî bikin û eger em li ser tevgera rêxistinên navneteweyî û herêmî biramin em ê bibînin ku ti amadehiya wan tune ji bona destekirina encamine heke ne li gor siyaset û nêrînên wan be, dijî wê jî dibe em bizanin ku peyva herî baş a ku li xweşiya, mizêza, civaka navneteweyî tê peyva aştiyê ye.
Lê berî van tiştan hemiyan gelo me tiştekî girîg ji bîr nekiriye ?
 Belê, miletê kurd ê ku yek ji mafên wî yên rewa û sereke ew e ku çawa hemo milet gihîştine çarenûsa xwe û niha xwedî dewlet û peyv in dibe kurd jî weha bin. Bi nêrîna min hemo kes vê yekê dizane, lê dimîne ku em çawa bihêlin ew qayil bibin ji ber wê jî divê em bi dirûvekî modern û meqbûl xwe nîşan bidin. Dirûvê ku hem me nîşanî hemo cîhanê bide ku em miletekî aştî û aramîxwaz in û him jî em ne janxwaz in, ji ber vê jî dibe em kongreya netewî yê kurdî (KNK) di bin sernavê "kongreya aştiyê, kongreya aramkirina rojhilata navîn"  an jî di bin sernavekî nêzî wê de li darbixin. Çiko em gihîştine qonaxekê ku ti astengiyên cidî û tirsnak ji derveyî civaka kurdî de nînin ji bo lidarxistinê, tenê vê dawiyê derket holê ku astengiyên lidarneketina KNK astengine kurdî-kurdî ne. Ji ber wê jî ez dibînim ku derbaskirina astengiyên berdest çareyeke pêkan e bi riya derbaskirina astengiyan an bi gotineke din dibe kongre li ser van xalan bêye lidsrxistin:
1. Dibe hemo miletên rojhilata navîn bixebitin ji bo bidestxistina aştiyê li herêmê û hemo astengiyan bi riya giftûgoyê çareser bikin, û dibe civaka navneteweyî di vî warî de bi stubariyên xwe rabe.
2. Mafê çarenûsê yek ji mafên bingehîn ê gelê kurd e û û hemû gelên herêmê û dibe civaka nav neteweyî vî mafî bi awakî rastînî biparêze.
3. Ne qebûlkirina peymanên navnetewî "Sykes - Picot" , "Lausanne" û şirovekirina ziyana wan li ser kurdan û herêmê.
4. Ne ji mafê partî, sazî û encûmanan e ku ji nexşe, maf, çarenûsa kurd û kurdistanê tê bibirin ji ber ku ev biryareke netewî ye li ser asta netewê tev de ye.
5. Damezrandina komîteyeke stratîjîk ku karê wê girêdayî berhemên siberoja miletê kurd be.
Encam:
 Bi nêrîna min êdî dema peyvên wek piranî, hilbijartin, komîteya birêvebirinê, serokê kongrê, û hinek peyvên dî nehatiye, ji ber ku wek ku tê xwendin ku lidarneketina kongrê heya vê rojê ji ber pirsgirêkên kurdî-kurdî ne, ew jî bi nêrîna min ne guneha partiyek an saziyeke tek e, lê belê naveroka rojhilata navîn ferz dike ku em xwe bi wan peyvan ve girênedin Dem nehtiye ku em komiteyekê ava bikin û hêza wê ji ya endaman pirtir be , ne ku em naxwazin , na ji ber ku em nikarin û taqeta me û amadehiya me jê re tune ye . lê em dikarin li ser  hinek rêbazan li hevdû bikin .
Ji ber van hemo sebeban ên ku pêkan e niha bibe hîngê divê ku em wê bikin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark