Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Nameyek ji Esmerê re

 


Konê Reþ

Belê Esmerê! Doh (22.10.2013), em bi hev re li ser gora seydayê Cegerxwîn bûn. Min spasnameya kurê wî Keyo, silavnameya PENa kurd û helbestek, derbarî 29 saliya koçkirina wê xwend.. Pêre- pêre berjorî Xwedê bûm, ku evîndarên welatê min ji hev û din dûr nexîne.. Wan bi welatperwerî fêr bike.. rêka vegera hejar, miþextî û zîvariyan bi ber firehî veke..


Na Esmerê na! Wilo mebêje.. Hêjî tu di dilê min de ew xezala binê beriya Mêrdînê ye.. Hêjî tu di çavên min de, wek keriyê pezê boþî û ez þivantiya wî keriyî dikim.. Hêjî tu ciwantirîn, naziktirîn û bibîntirîn gule di bihara payîza temenê min de...
Lê xincera ku di dilê welatê min de hatiye xerizandin, wê rêkê nade ku ez bi têr û tesel, his û hestê xwe, wek ku pêdiviye bo te bînim ziman..
Darbestên xortên ciwan û bêrî di mizgefta Qasimo de, li pêþ hiþ û ramanên min, derbarî te, dibin sikir û çeper..
Erê Esmerê! Her sibe û êvar govend û dîlana ku li ber dergehê Camiya Qasimo digere, hiþ û sewdan di serê min de nahêle.. Jenên dilê min zêde dibe.. Kezeb diþewite.. Rondik wek tavên biharî ji çavên min têne xwarê û êdî nema tiþtekî li dor xwe dibînim.. Jibîr dikim ku tu li kêleka min î..!
Erê Esmerê! Xwe jibîr dikim, te jibîr dikim û nikarim bi te re bigurinjim, bikenim û xweþ biaxifim.. Wiha, ez te jî bi xwe re xemgîn dikim.. Vêca, gelek caran, ji neçarî ji te direvim.. Bi çol û beyaran de diterqim, da ku te bi xwe re xemgîn nekim..
Erê Esmerê, doh em bi hev re li ser gora seydayê Cegerxwîn bûn, keç û xortên me gul, kulîlk û çîçek li ser gora wî datanîn û li dor dizîvirîn.. Her yekî/ yekê ji wan, ji Xwedê hêvî û lave dikir ku miradê wî/ wê, meqseda wî/ wê, bi serî bibe.. Min jî bo te ji Yezdanê þev û rojê hêvî kir ku miradê te wek ku tu dixwazî bi serî bibe..
23.10.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark