Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dawiya Peymana Sayîkis Pîko

 


Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Di despêka sedê bîstan de, du bûyerên girin çêbûn, herdû bûyeran riwê cîhanê guhertin..
Yek dema ku peymana Sayîkis pîko hate imzekirin û dido  imbiratoriya Osmanî ya ku jêre di gotin zilamê nexweŝ hate hilweŝandin. Û ya dî dema ku ŝoreŝa Rosî bi serokatiya Lênîn bi serket û ji peymana Sayîkis pîko vekiŝa û yekîtiya Soviyêt damezirand.


Piŝtî çarsed salî ji desthilatdariya hesin û agir, Imbiratoriya Osmanî têk çû û ew miletên ku di bin nîrê zilm û zora Osmaniyan de b bihna Azadiyê kirin û nexŝeka nû li ŝûna nexŝa Imbiratoriya herifî hate raxistin û bi dihê welatan hatin afrandin lê niŝtecî bûn neket dervê ji ber ku miletê kurd ma di bin destê çar dagirkeran de li gorî wê nexŝa nû ya ku li gorî berjewendiyê dewletên mezin li ŝûna nexŝa Imbiratoriya Osmanî hate raxistin.! Miletê kurd serî li ber dagirkerên kevin û nû rakirin her ku ŝoreŝek bi hesin û agir dihate vemirandin yek dî li ŝûna wê radibû. Serhildanê miletê kurd ji hev qutned bûn ez di karim bibêjim ku miletê kurd yekemîn milet e ku ŝoreŝê berdwamin di dijî kedxwara.
Lê heger ku em li ŝoreŝa Lênîn binêrin nexaŝa wê berevajî ya Saykis pîko  ye, ji ber ku bi dihê mileta di bin navê Yekîtiya Sofiyêt de hatin perçiqandin û berê wan kete bijavtinek hêdî hêdî û nediyar di wê zindana fere de, bi darê zorê aramî û niŝteciyek di dewlatê xwe de bi cihanîn û Yekîtiya Sofiyêt bû hijmarek çetin di siyaseta navdewletî de, bi dihê milet û dewleta xwe dane ber siya wê...
Piŝtî heftê û sê salan Yekîtiya Sofiyêk jî hilweŝa û deriyê wê zindana girtî li ber miletê wê bi herdû felqan hatin vekirin û nexŝeyek nû ji Yekîtiya Sofiyêt û hin dewletê Ewropa rojhilat re hate danîn û bi dihê miletê ku di bin navê Sosiyalîstê de hatibûn û dihatin perçiqandin serxwebûna xwe bi dest xistin û welatê xwe avakirin..
Li gor dîtina min îro karûbarê rastkirina nexŝeya Sayîkis pîko tê kirin û di vê nexŝeya nû de wê ciyê me kurdan jî têde hebê wek milet wek dewlet. Eger miletê kurd neghê mafê xwe aramî û niŝtecî bûn nayê rojhilata navîn û wê nemînê bê ŝer û pevçûn.
Li gor dîtina min wê Tirkiya ji wê helwesta xwe ya ku di gotin em erê nakin dewletek kurdî çêbe ta ku li Efrîqiya yê jî be, wê ew piŝtgêriya hebûna kurdan di nexŝeya nû de bikin..!? Ji ber ku kurd misilmanê Sine ne û di misilmaniya xwe de ne wek Ereban hiŝk û zehmetin û dikarin sînorê Tirka û berjewendiyê wan û Ewropiyan bi parêzin ji bilî xwe ji ber ezmûna kurdistana Iraqê li ber çavê me ye.. Me dî çawe di despêkê de û ta van salê dawî jî Tirka çawe têkilî bi herêma kurdistanê re ne dikirin û gef bi tund lê dikirin û hewldanê destêwerdana deverê dikir, lê dema ku bi seda kampaniyê Tirkî derbasî herêmê bûn, bû bazarek vekirî ji wan re ji nûv re hikûmeta Tirkiyê têkilî û dan û standin û peymanê abûrî bi hikûmeta herêma kurdistanê re danîn.
Di baweriya min de tiŝtê ku di ezmûna kurdistana Iraqê de hatî serê wan vê carê nahêlin bi serê wan bê ji ber ku bûyer gelek çêbûn e, ku ew ne bi dilê wanin lê ji ber ku ew ji despêkê li dij sekinîn nema ji wan hatin ku li gor dilê xwe wan pirsgirêkan çareser bikin, lewma ez dibêjim wê vê carê ewê her tiŝtî pêŝwaz bikin.
Lê ma gelo wê Cihû erê bikin ku ciyê kurda di vê nexŝeya nû de hebê..!?
Ez bawer nakim li gor dîtina min wê Cihû erê nekin ji ber ku dibê ku hebûna dewleta kurdî li ser hesabê wan be ji ber ku dibê ew nemîn in zarokê delalî li cem Emerîka û Ewropa û ji xwe heger ku Cihû erê nekin ez bawer nakim ne kurd bibin xwedî dewlet û nejî nexŝeya Sayîkis pîko tê rastkirin..!!?
Ev gotar di rojnamya Nûdem de hijmara(8) Hatîye weŝandin


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baŝ
Pir baŝ
Baŝ
Ne xirab
Xirab

Vebijark