Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Çîroka Elînewêrek - Folkilor

 



Elî mirovekî bê ser û sûkete mirovekî kine ji dûrve tu wî bibînê tê bêjê ev ne zilame û ne bavê zarokaye tê bêjê ev zarokeke. Lê dema tê cem  te yan tu diçê wî tu dibîne va zilamekî birî û simbêle û xwedî jin û zaroke.
Elî gelek bê ziravbû êvara ne diwêrî  derkevê ji derve, reş biketa erdê Elî dima di  xênîde ta roj derdiket. Lê Elî gelek zîrek û şihrezabû.


Şevekî  Elîû pîreka xwe li dora kuziya xweya agir rûniştîne zivista ne diniya şiliye.Di wê demê  diza xanî neqeb dikirin  dîwar quldikirin û di ketin male xelkê û diziya wa dikirin. Elî pêjna diza li pişta xaniyê xwe kir, gote jina xwe îşev şeva me dizaye. Dizê ku li pişta xanîbûn û xanî  neqeb dikirin da ku diziya wan bikin dengê Elî  kirin  ji hevre gotin:

Em hatine mala yekê diz ew ji me birçîtirin. Ka  em her in diza dev ji xaniyê Elî berdan û  berê xwe dane çîkî dî û bi vî rengî diza bela xwe ji xaniyê Elî berdan.

Êvarekî ji wan êvarê tarî  mirov teliyê xwe diçavê hever bikê mirov hev nabînê. Elî gote pîreka xwe:kabiminre were ezê derkevim ji derve avekî bijênim..? Pîreka wî pêrew derket Elî pişta derî ket û pîreka wî derî lê girt. Elî bakire pîreka xwe keçê derî veke keçê  derî veke ji bo xwedê ez newêrim tu min nasdikê ez newêrim..?Elî kir û nekir pîreka wî  derî lê venekir Elî bakir jina xwe got:madem tu derî ji minre venakê  ka nexwe wî şûrê  min bide min jinkê  qetê şûrê wî  di şebakêre da destê wî . Eliye bê zirav çû lê nizanê wê bikûve herê ji ber Elî tucarî ji mal  dûr neketiye û tu dera nasnakê 

bê ka  Elî bi çi halî ew şev  derbaskir sibî Eliyê me kore rêk girt û çû bi rêde Elî kîvroşkek mirî dît  bi şûrê xwe ew kîvroşk kire parçe parçekir û xwîna wê li xweda û goştê wê  ji xwere pijand  û xwar û birêya xwe çû ta giha şikevtekî ji xwere got:Ezê divê şikevtêde xwe rehetkim lê dema Elî derbasî şikevtê bû çibibînê hey ho va sê  textin di dawiya şikevtêdene û  were xwarinê tu çi bi xwazê li wir heye. Elî agirek ji xwe re vêxist û xwe li ser textekî dirêjkir Piştî demakî Elî haji xwenîne  li ser  text paldaye dî va sê dêwa da derê şikeftê. yekî ji wa got:

Bêna insana ji vir tê ew kiye  bila der kevê dêwekê dî bakir got:

Kuro tu kiy were  vêdê tu bûye mêr û tu hatî şikeftame.

Elî rahişta şûrê xwe danî ser kaba xwe got:

Ez Elî xan pêlewanim..demaku Elî ev gotin got:?

Hersê dêwa lê meyzand va cilê wî   tev bi xwînin…?hersê  ji qerem ketin û tursa Elî kete dilê wan Hersê bezîn destê wî maçîkirin û li ber Elî man ra westayy jêre gotin em li ber te sekinîne û şîva wî çêkirin..Elî şîv xwar  û ji wan re got va ezê razim kes min şiyar nekê.

Piştî Elî raza hersê ka  ji hevre gotin:

Hatina vî li cem me belaye divê em nehêlin ew ji me bixeydê heta birêya xwe de çûyî.sibî jêre gotin

Elî bira va emê herin…Elî go: hûnê bi kûde herin…hersêka got em diçin ji xwere nêçîrîta êvara em divegerin..Elî got: nexeme ji min weye hûnê herin şer da ez jî bi were bihatam…?

Hersê dêw ji şikeftê derketin..Elî ji xwere got: divê ez  ji xwere karekî bikim wî jî rahişte şûrê xwe û derket û berê xwe da wan zinara gera hin hêlînê teyrika di nav wan zinaran de dîtin dagirtî hêkbûn ew hêk anîn kevirekî sipiyê girover û hin sêlaka sipiya  hûr û vegera hate şikeftê…Elî li paşiya şikeftê erd kola û ew hêk xistin binê erdêde û hin ax û kevir mevir dane ser mirov nizanê kû ew der hatiye kolan û Elî ew kevirê sipî û ew sêlaka hûr xistin berikaxwe û Elî hat li ser text rûnişt ta dêw hatin li hev rûniştin tiştê ku bi xwere anîbûn çêkirin xwarin birayê mezin got:birayê Elî tego:

Ez pêlewanim  û em hersê dêwin lê  ka me  hêza xwe şanî hev nekin..? Elî  got:

Deka rabin em hêza xwe şanî hevbikin..? her çara dane xwe çûn paşiya şikeftê Elî got:

Ka hûn karin zerika erdê derxin..?dêwa got:Çawe Elî got:Pehînekî li  erdê xe ber zerika wê der kevê..? Biryê mezin gote birayê piçûk ka pehînekî li erdê bide ber zerika erdê derkevê...? Birayê piçûk lingê xwe bilinkir û li erdê da lingê wî ta bi kabokê di erdêde çû xwar lê zerik nederket...?Elî xwe bilinkir û lingê xwe li wêda kû hêk têde veşartine xist.  Hêk bi ser çsvê dêwan de pijiqîn...?Elî gomin ji were got:wesa zerika erdê derxin hersê bira li hev nêrî mat may man..?  Elî got:
Ev yek û rahişta wî kevirê sipî da dest dêwê mezin goka vî kevirî bidestê xwe bike wek ard dêwê mezin ew kevir di destê xwede bir û anî lê nikarî wî hûr bike û da dest birayê dî wîjî nikarî wî kevirî di destê xwede bi xê wek arid Elî got:Ka bidin min hûn  dêwin  Elî rahişte kevir û livik bi lez ew kevir xiste berîka xwede û ew sêlaka di berîka xwede derxist bê kû dêw bibînin û destê xwe vekir got:
De meyzênin dema dêwa çav li destê Elî kir kezeb qetan dî bûn. hersê ka xwe avêtin dest û lingê Elî got: Tu me ne kujê em xulamê tene..? Elî got:em birayê hevin.Elî ma li cem wa hersê ji sibiha der dikevin nêçîrê ta êvara û Elî li şikeftê dimînê. Rojekî hersê bira li çolêne ji hevre gotinka emê çawe ji Elî xan pêlewan xilaskin herkê  tiştek gotin yekî ji wa got:Hûn biya min bikin  emê  li vir rabin  hev û serê hev bişkînin û emê  herin şikeftê dema Elî ji me pirsî? çi jiwehatiye emê bêjinem rabûne hev em nema bihev dikin  û  emê  ji hev cida bibin  belkî ew jî ji cem me herê  ne bivî  rengî bê em ji Elî xilas nabin…? Hersê li wê çolê bi hevketin  hevdû sor beş kirin û berê xwe dane şikeftê  dema dane ji  derîde Elî got:
Ev kî wisa li we kiriye ka ji  minre bêjin  û ra hişte şûrê xwe hersê ka got:Na birayê Elî em rabûne hev nekes rabûye me…? Elî go: çima.. birayê mezin got:Em nema bi hevdikin birayê Elî ya baş ewe ku em ji hev cudabibin…? Elî li berdilê wan da hûn birayê hevin ger we çar çepol jî li hev dabin ne xeme
dimînê  hûn birayê hevin. Hingî Elî li ber dilê wan da lê wa got:na birayê Elî emê ji hev cida bibin  malê me heye têra me teva dikê û tujî wek  yekî jime emê wek çar bira malê xwe li hev belabikin. Elî got:Na hûn sê birane min tiştek ji we navê… birayê mezin gote: herdû  birayê  dî ka wa zêra bînin.. birayê piçûk derê  xiznê vekir çar çiwal zêr derketin her yekî çiwalek giha wan. gezebê dêwa ji Elî Xan pêlewan diqetê hersê di xwazin ku Elî ji cem wa herê da jê xilasbin ger ku zêra teva bidinê. bi zorê çiwalek zêr dane Elî Xan..?
Elî bixwe zêra di xwezê lê na xwazê xwe li pêşiya wa piçûk bikê birayê mezin gote:Elî  kabêje em zêrê te ji ter bighênin kude.. Elî got:Wek heve kî gund bê ezê wa deynim cem dostekî xwe. Birayê piçûk rahişte çiwalê zêra danî ser milê xwe û da pey Elî û Elî xatirê xwe ji wan xwest û çû nêzîkî gundê xwe bû gote:Yê dêw zêrê min bi ghêne  vî gundî piştî ketin nava gunde Elî berê xwe da mala xwe got:
Wa ji minre deyne vê male.. yê dêw ew çiwalê zêra danî mala Elî lê ew nizanê ku ew mala Eliye yê dêwvegera Elî bakire pîreka xwe were zêra pîreka wî hat çiwalê zêrê xwe hilanîn û Elî wek  mêra li mal rûnişt û xwe kumkuman..yê dêw diçê berê wî li şikefteyê birêde pêrgî   rûvî bû  rûvî got:tu ji ku tê..? dêw got:Min zêrê Elî xan pêlewan jêre gihandin vî gundê ha..? Rûvî jêre got Elî xan pêlewan kiye livî gundî kes nîne bivî navî Yek heye navê  Elî newêreke… Rovî ji Dêw re got deka mala wî şanî min bike..yê dêw da pêşiya  rûvî ta nêzîkî  malê bûn  dêw got: min ew bire vê  malê… Rûvî got:Ev mala Elî newêreke ez wî nasdikim min êvara mirîşkê wî di birin wî  newêrîbû ji mal der kevê û wî henekê xwe bi we kiriye were  em zêrê te jê bistînin…  yê dêw gona evne Elî newêreke ev Elîxan pêlewane min dît lingê xwe li erdê  da zerka erdê derxist û kevir bi destê xwe hûrkir wek ard ez nayêm. Rûvî pêve ma ta ew bi xwere vegerand. Lê yê dêw got:Ezê te bi lingê xweve  girêdim…? Rûvî got:Ne xeme  min  bi lingê xweve girêde. Yê dêw ew girêda û berê xwe dane mala Elî gihane ber derî rûvî  bakir  wa Elî newêrek..Elî meyzand va dêw û  rûvîne  bakir zeyno ka şûrê min bîne zeyno pîreka Eliye. Dema  zeyno şûr anî dêw bazda û rûvî bilingê wîve girêdaye û dêw bazda û rûvî li pey wî dixir xirê  ta ku ew rûvî  parçe parçe  bû dêw giha  şikeftê û gote: herdû birayê xwe  hal hewalê min û rûvî û Elî Xan pêlewan evin hersêka rahiştin firaxê xwe û bazdan û  navê  Elî bû  Elî Xan pêlewan....


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark