Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: NAMA PENABEREKÎ

 


Lewend Dalînî

Delala Min……
Dema kû ez li kolanên welatê Biyanîyê bê salox; û bê pêjin mam!…
Bila rihana di pencera xanîyê mey axî de, nebihîze!…... Qena ne çilmise!....Û her sibeh avê Li pelê wê, bi reşîne û wêna bîn bikie!. 
Eger gemîya penaberan di nîvê deryayê de bê gemîvan bimîne, û bibe têkilî pêlên deryayê………Hingî; sor gulên di hewşa malame de, wan pê agahdar neke; ji bona pelên xwe neweşînin!…


Timî, û timî, bila çavên te li pênûsa min bê;
Bila ziwa nemîne!.
Tembûra min……
Têlên wê; bila zingarê megirin, û ne rizin…
Di mirina xopan de!……
Kû canekî bê giyan gihiştim!
Çavên te ên delalî, bila tu hêsiran nebarînin!…
Dema kû min dahêjine gorê………Hisênê Tewfo, ji Qamişloka rengîn;
Bila tembûra xwe kok bike, û strana: Derwêş û Edûlê,  Bavê Fexrîya,
Ji min re bistrinê!.
Her car………Were ser gora min, û bi leystika “Yadê Yabo Xezalê” bi leyize! Weke çaxên zaroketiya min û te ya berê!.
             **********************************************************
“Li nexweşxaneke Bajarekî ji ên Îtaliya, dema laşekî mirî li peravên deryayê Hatibû dîtin, û bi destê Bekçiyên deryayê, û bi armanca naskirina nav û nîşanên wî!…...... Cilik, û kincên wî hatibûn sehkirin….Tu tişt di wan de nehate dîtin! Ne nas name, ne pere, û nejî pasteport!?…....
Ji bilî vê nameya jorîn, kû ew bi tenha, û xewşik ji av û şewitandinê Xwedîyê wê nama xwe bi rengekî delal paraztibû”.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark