Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Cothejmara tîrmeh û tebaxê 7û8 ya kovara Dîwar derket

 


  Kovara wêjeyî, ya ku xurû bi zimanê kurdî, zaravayê kurmancî, li Elmanyayê derdikeve gihiþt ber destên xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de mijara sereke rêxistinên nivîskaran e. Nivîskarên kurd dîtin, têbînî û nirxandinên xwe yên di derbarê serboreyên avakirin û karûbarên rêxistinên nivîskarên kurd ji bo xwendevanên kovarê pêþkêþkirin. Nivîskarên Kurd ku ji her çar perçeyên Kurdistnê û Ewrupayê beþdarî nivîsandina li ser mijara sereke bûn ev in: Ciwan Nebî - Xoþman Qado - Mihemed Þêxo - Qado Þêrîn - Hesen Silêvanî -Edîb Polat - Cemîl Oguz -Azad Zal H.Îrandost - Zinarê Xamo - Lewend Hisên. Girêdayî vê mijarê jî kovarê hevpeyvîneke berfireh bi sekreterê PENa Kurd Kakþar Oremar re kiriye.


Di beþê wergerê de Abdulkadir Mûsa helbestên Stefanie Obieglo ji elmanî wergerandine kurdî, Cewad Pale jî helbestên Perwîn Îtîsamî ji farisî wergerandiye kurdî. Di vê cothejmarê de Omer Dilsoz li ser romana gundewar, Ciwan Qado li ser Josê Saramago û Lokman Polat li ser romana Çiyayî ya Ilhamî Sîdar nivîsandiye.
Herwisa çîrokên Yakup Aykaç, Kîbar Krîstîn Ozbey û Luqman Silêman cih girtine. Di beþê çandê de Cîhan Roj dûrikên gundê Înaq berhevkirine û Mahmut Ozçelik jî li ser çanda tenûrê nivîsandiye. Ji bo portereya vê hejmarê çîroknivîsê kurd Dilawer Zeraq hatiye hilbijartin.
Edîtorê kovarê bi van gotinan peyva xwe vê cothejmarê diqedîne: Hêviya me ew e, ev Dîwarê me yê vê carê  bi keda gelek beþdaran hatiye avakirin, bi dilê we be.
Hêjayî gotinê ye, ku edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e, kordînatorê weþanê Cemîl Oguz û berpirsiyarê giþtî Agirî Soran e.
Jib o agahiyên berfirehtir: www.kovaradiwar.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark