Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurdino bese birakujî

 


Narîn Omer

Çi milet û gelê zindî hebe di her çar hêlên cîhanê de sûde û mefayê ji bûyer û guhertinên nû û lezgîn girêdidin, û hin ji mafên xwe yên binçav û blindest ji tewþî û lepên qirêj rizgar dikin, û pêþeroja xwe bero xweþî û aramîyê diþopînin, ji bilî gelê kurd.
Çima wisa li ser kurdan tête gotin?
Bi rastî çimkî kurd waneyên dîrokî li berçav nayinin û baþ li ser dîroka xwe nasekinin û þaþî û neþaþiyan ji hevdû cuda nakin, û wan di pîvana rastî û nerastiyê de napîvin.


Eger kurd ne wisa ban ev bûyerên dijwar û tûj bi serê wan ne dihatin, û þerê birakujiyê zora wan nedibir, û newekheviyê û nakokîyan ew bê care nedikirin!
Tiþta niha li "Amûdê" çêdibe nameyek dijware ji gelê kurd re kû ewê bimînin bê pare ji encamên buhara rojhelata navîn û ji serhildanên derdorên xwe ji ber kû ew metirsiyên bê hevsar yên kû kakila mejiyê me dixwerandin weko sawêran imza rastiyê li zengilê xwedan.
Mixabin û hezar mixabin ji kurdên me yên di  "Amûda Bavê Mihemed" de dinalnin!
Axîn û hezar feryad ji van xortên me yên dilpak û hestgerm re!
Ew xwîna wan ya zelal ya kû beyhûde rijîyayî li þeqam û kolanokan de, pêwîst bû bi ba ava jiyana bêdawî û di demarên wan de herikî ba û kulîlkên azadiyê û aþtiyê di jiyana kurdan de belavkiriban, û dara pêþeroja kurdan rewa kiriban.
''''''''Amûdê" bang dike:
"Kurdino bese, kurdino bese
Kurdino karwan diçin, bi lez rabe û rêka wan biþopîne
da tu jî bi bigihêjî gemiya gelan û mirovan.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.71
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark