Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kî ava serê kê germ dike?

 


Xalid Cemîl Mihemed

Dema ku kesek kar dike ji bo dawiya kesekî din bîne. Bi keftileft bin wî dikole da ku wî xistinekê bixîne, piþtî wê nema rabûna wî hebe. Di kurmancî de, ji vî hawî re dibêjin ku filan ava serê bêvan germ dike. Helbet germkirina ava serî jî, di civaka kurdî de, ji miriyan re ye. Lê ev gotin bi xwe ji saxan re bikar tê. Wek dema ku yek xefkê ji yê din re vedide, bi mebesta ku serî û zeman lê bigerîne. Wiha jî ev rewþa avgermkirinê xwe li nifþekî ji rêveber û serokên rêxistin û partiyên kurdî, li rojavayê Kurdistanê, dixwe.


Ev nifþê rêveber û serokan, li þûna ku ji milet re kar bikin. Bi awayê ku partî û rêxistinên xwe xurt bikin, yan jî yek ji wan yê din bide pêþ û bilind bike, bi çalakî bin hevdu vedipexêrin û karê wan ê sereke ew e ku yek zûtir bi yê din vede. Yek zûtir rûpela yê din reþ û tarî bike yan bi bextî û bêbextî yek yê din rût bike. Bi awayekî din jî, tevî jihevketin û lihevketina xwe, di bin çavan re li hev dinerin. Gellek caran çavên wan bi hev bar nabin ku hevdu bibînin. Her aliyek ji wan bênderek kîn dijî aliyê din di hundirê xwe de kom dike. Bê dudilî keysa xwe li hev xweþ dikin. Tew diranan jî li hev diqirçînin. Vêce li gor ku serê xwe bi terpilandina û xistina hevdu têþînin, wiha bi rewþa tevger û civaka xwe mijûl nabin. Weke ku bêqudoþiyek ji wan re hatibe. Yan jî hatibin çavînîkirin!
Niha jî, wek serhildana 2004an, serê van rêveber û serokan ketiye þehekî hûr de. Ne ji ber barê kurdperweriyê, lê ji ber karê ezeziyê, ku naxawzin pirsgirêkan çareser bikin. Ne jî dev ji tekûdûlabên xapan berdidin. Sedema wê jî ew e ku tepûrîpên pehlewanî bi serê hev dikin. Helbet ziyan digihe pirsa neteweyî. Zanin çawa hevdu biþemitînin. Di girrê dijî hev de jîr in. Di çêkirina kelem û berbestên rêgir de çalak in. Xweþik mehneyan li hev dikin û wek zîzokê li hev dizîvirin. Zordarî û desthilata xwe bi xurtî di serê hev û miletê xwe de diteqînin. Bihev re madtirþ û xeydok in, bi dujminan re madxweþ û fedyok in. Li þûna gul û rîhanan, jehra neyarî û duxmiyê, bi ser hev de dipijiqînin.
Wek mînak sekretêrek ji bo ku piþtî deh, pazde, bîst salan, bi zor, kotekî, eþîr, pere û mirîdan, li ser textê þahniþîniya serokatiya partiya xwe maye, bêhna nerazîbûnê ji hevalekî dike. Fermana xayinkirina vî derdixîne. Planan ji bo rûreþkirina wî pêk tîne. Proseyên ecêb dike da ku bihêle ev heval bibe dizê þekala xwe, ku nema bi ser kerê vebe ne bi ser kurtên. Çivekê ji vir û livekê ji wir, heta ku vî hevalê berê bike dujminê îro. Dawî jî wî dipingizîne derveyî rêza partiyê. Tew ne dûr e ku navekî xirab jî bi dû wî, malbat û senselata wî bixîne. Herwiha bihêle ku ev (heval!) poþman bibe li wê roja ku hindek ji nerazîbûna xwe, di qorzîkeke (demokrasî!) de, ji darikekî hewdelê re, eþkere kir. Wate heta ku peyrew û mirîd bû, heval bû. Lê piþt re fermana wî hat. Bi awayekî ji awayan ava serê vî hevalî hat germkirin, weke ku wî, li gor gotina kurmancî,  ji sekretêr re gotibe "Deveyê te qantir!"
Siyaseta ku li ser germkirina ava seriyan ava bibe, bi xapandin û zikreþiyê ve girêdayî ye. Ne li ser stûna zanistî û xebata rast dibe. Ev mesexkirina siyaetê ye û þelûkirina ava wê ye jî. Vêce bi hest, helwêst û berjewendiyên kesayetî ve tê girêdan, wiha jî bi bazirganiya bazara pereyên siyasî ve berdewam dibe, bi belgeya ku pirraniya serok, sekretêr û rêveberan di cihê xwe de dimînin, bi topan ji ser textê ebediyetê nayên xwarê. Siyaset li rojavayê Kurdistanê, bûye tora hevxistin û tevliheviya pirsa kurdî, li þûna ku bibe rê ji bo çareserkirina kêþe û pirsgirêkên wê. Nemaze piþtî ku germkirina ava serî bûye yekemîn prensîp û girîngtirîn merc û kar di vê holê de.
Bi heman awayî her partiyek agir berdide prêzeya partiya din. Yek pûþ dixe eyarê ya din. Yek ya din kêm dike ji bo ku kirasê wê dirêj bibe. Rejîm û opozisyon jî, her yek ji aliyê xwe ve, li gor berjewendî û projeyên xwe, bi xutrî û zîrekî ava serê Kurdan germ dikin. Bi ser vê tevî de, Kurdan jî serê xwe xistine serê hev, bi mebesta ku yek yê din tune bike. Lewma dengê Kurdên rojavayê Kurdistanê jî, di vê rewþê de, winda dibe. Êdî pirs nemaye "Kî kar dike? Kî kar nake?" Biqasî ku maye "Kî ava serê kê germ dike?"  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark