Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rewşen Bedirxan sinbola jina kurd- 21 sal li ser koçkirna wê

 


  Evîn Şikakî

  Li roja yekê hezîrana 1992  mîra kurd Rewşen Bedirxan koça xwe ya dawî kir, tê zanîn ku Rweşin Salih Bedirxan di roja 11-7-1909 de ji dayik bûye li gundê Qeserî li Turkiya, xanim Rewşen Bedirxan  li Dimeşqî paytexta Suriyê  xwendi bu, û sala 1924 derçûya peymangeha mamosteya bu ,piştî wê jî çû Oridnê li wir Demekî  karê mamstatiyê kir ,  vegra Dîmeşqê ,di sala 1935 bi mîr Celadet Bedirxan  re zewicî ,di sala 1937 de bu endama rêxistina yekitiya jinan li Suriyê û her wisa di sala 1935 de wekî nûnera wê rêxistinê beşdarî di kongirê Qahîra kir ,di sala 1957 de Rewşen Bedirxan nûnera kurda bu di kongireyekî li dijî Împiryalîzmê li Yunanê di wê kongirê de alaya kurdistanê hilda.


Berzaniyê nemir ew vexwende Kurdistanê , şarezarî  bi gelek zimana hebu û dinvîst  ewê şarezarî bi zimanê Ingilîzî –Ferensî- Turkî-Erebî hebû her wiha bi zimanê Dayikê dixwend û dinvîsand ,yekem jina kurd di karê rojnemegiriyê de karkir û yekem jin di kovara Hawarê de diweşeand ,gelek pirtûk ji zimanê  kurdî û Turkî wergerandin zimanê Erebî .
Pirtûkên Rewşen Bedirxan Evin:
-bîranînên min –
-evîn û êşa min
-bîranînên mamosteyekî
-rûpelin ji dîroka wêjeya kurdî
-nameya miletê kurd ya helbestvan (Goran)
- nameyek ji bu berêz êrîşkar  Mustefa Kemal Paşa
-bersivek li ser Kosmopolîtiye
- bîranîna mîr Celadet Bedirxan 1-2
Mîra kurd Rewşen Bedirxan di roja 1-6-1992 çû ber dilovaniya xudê, û di goristana Neqşebendiya de  ya li taxa kurda li Şamê hat veşartin, li cem Mîr Celadet û bapîrê xwe Bedirxanê Mezin hate biaxkirin ,bi  derbasbûna pîst û yek sal li ser koça wê ya dawî de em bejna xwe ji giyanê wê re û ji çelengî û kar û xebata wê û malbata wê re di tewînin hezar rehmet li canê  tebe  û cihê te bûhişta rengîn be .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark