Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dîroka Zar û Zimanê Kurdî

 


Dilawerê Zengî  

“Ziman mercê heyînê a pêşîn e. Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zimanê Kurdî çê dibe. Yekîtiya zimanî bi yekîtiya tîpan dest pê dike”.
                                               (Celadet Bedir-Xan).

Kurdistan cihê avabûna gelek şaristaniyê yên herî kevnare ye. Li gor zanyarî û agahdariya arkeologan, li Kurdistana Başûr nêzîkî çiyayê Zagrosê rastî şûnewarên gundê Çermo û Şanîdar hatin. Ev gund 6.700 sal B.Z hatiye avakirin. Ev gundê herî pêşîn e, ku li cîhanê ava bûye. Û herweha diyar e ku cara yekemîn bû, ku mirov ji nêçîrvaniyê derbasî çandinî û lawir xwedîkirinê bûne.


Berî deh hezar salan li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê, di warê çandiniyê de, genim, çewder û fesûlye hatine çandin. Dîsa li vê herêmê lawirên wek bizin, mîh û beraz cara yekemîn hatine kedî û xwedî kirin. Arkeologên Amerîkî, Alman û Turk di sala 1985-an de li Amedê, li dorhêla navça Erxeniyê malek ji bin erdê derxistin. Ev mala ha 9,000 sal Kevin e.
Bêguman dîroka ziman bi dîroka hebûna mirov ve girêdayî ye. Pêşveçûna ziman bi pêşveçûna mirov ve ji hêla rewşa dîrokî, civakî, coxrafî û abûriyê ve tê girêdan. Li gorî zimannasan zimanê Kurdî zimanekî Hindo-Ewropî yê pêşîn e (Proto-Indo-European) û ji malbata Ariyan e. Li gorî dîroknasan ew jî vedigere -5000- sal (B.Z).
Pêşengên pêşîn yên ko bi vî zimanî dipeyivîn ji wan re digotin (Korgan), li navça (Istibsê Ewrasî), ya ko di navbera çemê Folxa başûrî derya Qezwîn û rojhilatî çemê (Ron) û rojavayî çiyayê (Ewrel) dijiyan. Li vê dawiyê, ji wan re hat gotin: Arî. Berî ko ji hev veqetin û li herêma (Ewrasiya) belav bibin, diyar e bi yek zimanî dipeyivîn. Piştî hoz û êlên Ariyan ji hev veqetiyan, li du (qara) belav bûn; ji Hindê-bakurê Asiya ta bi Ewropayê. Piştî vê belavbûn û ji hev dûrketinê gelek grubên ziman ji nav wan kad û şax dan, lê her koka zimanê xwe –Arî- winda nekirin û tev bi zimanên Hindo-Ewropî (Indo-European-Languages) tên naskirin.
Li gorî dîroknasan Gotî 3800 sal B.Z, Zagrosî ne. Ew pêşiyê Kurdan in. Berî xelkên Arî yên pêşî dakevin Zagros û Kurdistana îroyîn, zimanekî Gotiyan serbixwe hebû. Lewra em dikarin bêjin zimanê Kurdî yê pêşîn (Porto-Kurdish-Language) zimanê Gotî bû, yê ko di -1000-B.Z. pê dihat axaftin. Diyar e, di -1500-B.Z de, zimanê kurdî ketibû bin bandûra bêje û gotinên Ariyan. Ango destpêka hatina pêşengên koçên Ariyan li çiyayê Zagrosê (kurdistana îroyîn). Diyar e, ev dem dema koç kirinê ye. Nêzîkî -2000- sal B.Z, xelkên Hindo-Ewropayî  ji Qefqasan ve daketin herêma Kurdistana îroyîn. Ji wan Kasî li herêma Zagrosê û Mîtanî jî, li rojavayê wan, li herêma Dîcle û Torosê bi cih bûn. Dema Kasî hatin herêma Zagrosê, li wir, ji berê ve Gotî û Loloyî jî hebûn. Li herêma Mîtaniyan jî Hûrî, Nayrî û Sobartûyî dijiyan. Mîtanî û Kasî, di demekê bi şûn de, li ser gelê herêmê desthilatî kirin. Zimanê xwe yê Hindo-Ewroyî û sîstema xwe ya civakî li ser gelên herêmê dan qebûl kirin. Mîtaniyan tixûbên xwe fireh kirin. Ji rojhilat ve birin heta çiyayê Zagros û gola Wanê, ji rojava ve gehêşt Derya Spî, ji bakur û başûr ve jî, ji Torosan heta axa Suriyê ya îroyîn berfireh kirin. Kasiyan hebûna xwe ya bi rêxistinî heta sala 1.B.Z. domand. Di warê huner û pîşe de, Kasî gelekî pêşketî bûn.
Împaratoriya Medya, dewleta Kurdan a yekemîn û ya herî mezin û berfireh bû. Heta îro yekemîn car e, ku Kurd di nav dewletekê de hemû malbat, êl û herêmên xwe kirine yek. Dewleta Medya, B.Z. di dawiya sedsala 18-an de, di navbera gola Urmiyê, Akbatan û heta çiyayê Zagrosê berfireh bû. Hemedana îroyîn serbajarê Medan bû. Medî zerdeştî bûn. Zerdeşt pêxemberê Kurd û Îraniyan bû. Navê nivîsîna Zerdeşt Avêsta ye. Avêsta li ser çermê lawiran hatiye nivîsandin.
Li gorî pirtûkên dîrokî û dîrokzaneyan gotina Kurd gelekî kevn e. Ev gotin, heta B.Z. 2.000 salan diçe. Di wê demê de cîran û dîrokzan her yek li gor zanabûn û zimanê xwe navek li Kurdan kirine. Heta serdema Kardukiyan gelekî nav li Kurdan kirine. Lê di serdema Kardukiyan de, êdî bi dokumentên nivîskî gotine; Kardox, Kardo,Karduk, Kardux...Ev gel di navbera gola Wanê, çemê Dîclê û çiyayê Zagros de jiyaye. Gotina Kurd ji bo gernasî û qehremaniyê bikar anîne. Nivîsara dîrokî ya yekemîn ya ku li ser Kurdan hatiye nivîsandin, ya Ksenofonê Yewnanî ye. Ksenofon B.Z. di 400-401-ê de, di Kurdistanê re derbas dibe û di pirtûka xwe ya Vegera Dehhezaran de behsa Kardukan dike. Ksenofon, ji welatê Kardukan re Karduka gotiye. Îro hemû dîrokvan hemfikirin, ku Karduk Kurd û Karduka jî Kurdistan bi xwe ye. Li gor nivîsîna Ksenofon, Karduka ji rojhilatê çemê Dîclê dest pê dikir, heta çiyayê Cudî û gola Urmiyê dida ber xwe.
Herweha li gor arkeolog û dîrokzanan, 10 hezar sal in, ku mirov li Kurdistanê dijîn. Li welatê Kurdan heta îro gelekî êrîş, koçkirin, bela û karesat pêk hatine. Lê, dîsa kurdan dev ji axa Kurdistanê bernedane. Li ser axa bav û kalên xwe jiyan e. Ji B.Z. heta îro, Kurd li Kurdistanê, bi navê curbe-cur wekî kom, êl, eşîret, mîrîtî, an jî bi navê dewletê hebûna xwe parastine.
Li gor hemû zimannas û dîroknasan zimanê Kurdî li gor tawangbarî û rêzimaniya xwe ji kok û binyata gruba van zimanên Ariyan e. Bêguman, hebûn û zelal kirina zimanê Kurdî û pêşveçûna wê wek zimanê miletekî serbixwe bi qûnax û dema dîroka ko ew tê re derbas bûye, tê girêdan.
Di 700 B.Z de, zimanê Kurdî-Medî wek zimanekî Hindo-Ewropayî cih girtiye. Li dora 150 salî bûye zimanê desthilatdariyê, ji (700-550) B.Z. Bandûra zimanê Arî li van zimanên hevjîn hebû, nemaze piştî hatina Med û desthilatdariya wê li herêmê. Bêdudilî, em dikarin bêjin: Zimanê Kurdî yê îroyîn zimanekî Hindo-Ewropayî, serbixwe ye. Zimanê Kurdî-Medî yê ko di 500 B.Z. ava bûye. Ew ziman zimanê ol, Rêbaz û desthilatdariya Medya bû. Diyar e, di vê demê de,  zimanekî hevgirtî Gotî-Medî bê zarava domand. Ev zimanê hevgirtî  Gotî- Medî li dora 1000 salî, ango ta bi sala 500 Z. dirêj kiriye. Bêguman, li gor çerxa dîrokê û piştî hilweşîna desthilatdariya navendî ya ramyarî , zimanê kurdî jî ber bi perçebûnê ve çûye. Nemaze piştî ko ketin bin desthilata fermandarên biyanî. Piştî vê qûnaxê, dema koçkirina xelkên herêmê destpê kir. Xelk ji cihê xwe bar kirin. Êl û hoz ji hev belav bûn. Xweristiya kurdistanê ya çiyayî pirtir ew êl, hoz û xelkên herêmê ji hev dûr xistin. Danûstendin di navbera wan de qut bû. Li pişt her çemekî an çiyayekî ji çiyayên kurdistanê zaravayek bi serê xwe peyda bû. Bi pêşveçûna demê re zaravayên herêmî pirtir û firehtir bûn.
Rewşa penaberiyê û rewşa hêmenên ramyarî, coxrafî, civakî û abûrî li kurdistanê, digel dijwariya têkiliyan, di nav êl û hozan de û tevlihevbûna hin êlên yekherêmê bi hev re çar zaravayên sereke peyda bûn. Nemaze di sala 1500 Z de, ev her çar zaravayên sereke ava bûn. Ew jî ev in:
Kurdiya Bakurî. Kurdiya Navîn. Kurdiya Başûrî. Kurdiya Goran.
Zaravayên Kurdî:
Di warê zaravayên kurdî de kevintirîn çavkanî Şerefnameya Şeref-Xanê Bedlîsî ye. Eşîr û civakên kurdan, ji alî ziman, gerdiş û rewşa civakî ve bi ser çar beşan de dabeş dike:
1-Beşê yekê, Kurmanc.  2-Beşê didiwan Lor.
3-Beşê sisiyan Kelhur.   4-Beşê çaran Goran.
 M. Mehmûdê Bayezîdî -1858-an di nivîsek xwe de dibêje: (kurmanciya xelkê Wanê, Mûşê, Bayezîdê û Qersê û kurmancên bi ser Rûsiya û Îranê ve û zimanê xelkên Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtiyê, Diyarbekirê, Mûsil, heta bighê hundirê Bexdayê (ku ji herêmên Silêmanî û Şarezorê, ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe, û Bilbasan pêk tê) ji hev cuda ne).
Wek diyar e, Bayezîdî, di vê xebata xwe de, kurdî bi navê kurmancî bi nav dike. Wek zarav jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike.
Givrinlî, Di sala 1836-1837-an de, çend gotar li ser ziman û etnografya kurdan belav kirin. Zimanê kurdî bi navê kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beş:
Jorîn: Mukrî, Hekarî, Şikakî û Bayezîdî.
Jêrîn: Lurî, kelhorî, Lekî û Goranî.
Oskar man: kurdî bi navê kurdiya rojava, ya Rojhilat û ya Başûr dike sê beş. Oskar man ê ku Zazakî bi ser Goranî ve dihejmêre. Goranî jî vederî zimanê kurdî dike.
Dr. Mac Kanzie: Yê ku Goranî wek zimanekî serbixwe dîtiye, lê kurdî bixwe jî yek ji zaravayên Farisa-navîn dibîne.
Sosyologê Turk Ziya, kurdan bi navê kurmanc, Zaza, Soran, Goran û Lur dike pênc qewm.
Alaedînê Secadî dibêje: Zimanê Kurdî du zaravayên sereke hene:
Zarava Botanî: A ku îro jê re Bahdînî tê gotin. Kurdên Turkiyê, Sûriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê zaravayê diaxivin. Ya didiwan jî zarava Mukrî ye, ya ko îro jê re Soranî tê gotin. Kurdên din, ango kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Îraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê zaravayê diaxivin.
Dr. Kemal Fuad nerînek dî heye dibêje:
1-Kurdiya Rojava: (kurmanciya jorîn-bakur: Afrîn, Cizîrî û Botanî, Sincarî, Badînî, Hekarî û Şikakî.
2-Kurdiya Rojhilat: (kurmanciya Xwarê-başûr: hin jî dibêjin kurdiya Navendî. Soranî, Silêmanî, Mukrî, Sineyî.
3-Kurdiya Başûr: Xaneqînî, Feylî, Kirmanşanî, Lekî, Kulgayeyî, Kelhurî, Perewendî.
4-Kurdiya Goranî- Zazakî: Hewramanî, Kenûleyî, Gehwareyî, Bocelanî, Zengeneyî.
Dr. Kemal bi rexnegirî dibêje: (Wê zaravaya ku ez jê re zarava Başûr dibêjim hin kes wê bi navê  Lurî bi nav dikin).
Fûad Heme Xurşîd: Hem Luriya Mezin û hem jî ya Piçûk kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya Başûrî de hejmartine.
Mehmed Emîn Hewramanî xebatin hêja kirine. Ew di vî warî de dibêje:
1-Kurmanciya jorîn: (Bahdînî).
2-Kurmanciya Navîn: (Soranî).
3-Kurmanciya Xwarê: (Goranî).
Şêweyên Jêrîn- Hewramanî, Lurî- Bacelanî- Zazakî. Weha destnîşan dike ku Bacelanî ji Zengeneyî û Şebekî digire nava xwe.
Malmîsanij dibêje: Pênc zaravayên esasî hene:
1-Kurdiya Bakur (Kurmancî).
2-Zaravaya Kurmancî ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê zarazayê re carna Kurdiya Başûrî (kurmanciya xwarê) yan jî bi Şaşîtî (Soranî) tê gotin.
3-Zaravaya ku bi navên Kirdkî, Kirmanckî-Zazakî yan jî Dimilkî tê zanîn. Ew Zazakî bi du şêweyên sereke dibîne: Dêrsimê û yên Çewlig-Diyarbekir –Sêwregê.
4-Zaravaya Goranî: Hewramî tê bi nav kirin. Nêzîkî (Zazakî- Dimilkî)ye.
5- Grûba zaravayên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Başûrî tên axaftin gelek şaxên vê grûbê yên bi navên Kermanşahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene ku ev ji alî qismek kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin.
Mûrad Ciwan dibêje:
1-Kurdiya Bakurî (yan jî Kurmancî-Kirmancî). Zarava Kurdiya Bakur, Zarava herî berfirehbûyî ye.
a-Kurmanciya Rojava. b-Rewendî. c-Şikakî. Ç-Hekarî. d-Botî. e-Bahdînî. f-Sincarî. g-Kurmanciya Navîn.
2-Kurdiya Navîn (yan jî Soranî): a-Soranî. b-Silêmanî. c-Mukrî. Ç-Sineyî.
3-Kurdiya Başûrî: a-Xaneqînî. b-Lurî (yan jî Feylî). c-Kirmanşahî. Ç-Lekî.
d-Kelhorî. e-Perewendî. f-kulpaviyeyî.
4-kurdiya Goranî: a-Hewramanî. b-Bacelanî.
5-Kurdiya Zazakî (Dimilkî-Kirmancî): a-Dêrsim. b-Çewlig-Sêwregê.

Çavkanî:
- Amed Tîgrîs û Aso Germiyanî. Dîroka Kurd û Kurdistanê.. Stockholm-1990.
- Fûad Heme Xorşîd, Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Diyalektîkaniy, çapxaneyî Afaq Al-arebiye, Bexdad,10985.
-Fûad Heme Xorşîd, Zimanê Kurdî û belavbûna coxrafî ya zarawayên wê. Çapxana Elwîsam, Bexdad, 1983.
-Malmîsanij, Dimilkî miyan di ciyayeya vatişan, Hêvî, Kovara çandiniya giştî, Parîs, no:2,1984.
-Mehmed Emîn Hewramanî, Zarî Zimanî Kurdî le Terazûyî Berwîrd da, 1981.
-Mûrad Ciwan, Zimanê Kurdî, Rojnameya Armanc, hej:135-138,sal:1993.
-Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark