Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Jan Dost li konferansa wergerê li Abû Dabî ye

 


Wergêr û romanivîs Jan Dost beþdarî konferanseke navnetewî ya wergerê li Abû Dabî dibe ku komeke bijarte ji wergêrên ereb û yên ne ereb beþdarê dibin. Ev konferansa duyemîn e ku „Projeya KELIME ya wergerê“ li Abû Dabî li dar dixîne ku îsal di bin navê „bihêzkirina wergêran“ tê lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku Jan Dost bi wergerê destpêkiribû û pirtûka wî ya yekem helbestên hilbijartî yên kevn û nû bû ku ji kurdî wergerandibûn erebî û sala 1991an li Þamê çap bûbû.


 Her weha wergera erebî ya Mem û Zînê jî bi gelek çapan û li gelek welatan belav kir, û ji farisî jî ferhengek û pirtûkeke dîrokî wergerandin erebî û kurdî. Ji projeya KELIME re jî Dost sê berhem pêþkêþ kirin, Mîrname, Adetên kurdan û Labîrenta Cinan ya Hewsenê Metê ku van rojan tê weþandin. Çavlirêye ku wergera þiroveya Mela Ebdusselam Nacî Cezerî li ser dîwana Melayê Cizîrî jî di tuyapa Diyarbekirê ya îsal de were weþandin. Li aliyekî din Dost ragihand ku ewî wergera romana Perik (El Rîþ) ya Selîm Berekat ber bi dawiyê ve aniye û ew jî dê nêzîk di tuyapa Diyarbekrê de li ber destê xwendevanan be. Jan Dost vê dawiyê xelata „pirtûka rojhilatî“ li ser wergera komek kurteçîrokên bi kurdî wergirt ku kovara Dimeþq a ser bi Hevbendiya Nivîskarên Sûrî belav dike.

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark