Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvn: Helbestvan Ezz Xemcivn: Helbesta me ne km helbesta miletn derdora me ye.

 


  Rojnameya War: Sîpan Abdulah

Helbestvan (Ezîz Xemcivîn) navekî  berçave di qada edebiyat û helbesta Kurdistana Rojava de ko çendîn berhemên çapkirî ji dîwanên iirî û pertûkên din wek ziman û folklor hene û li ser nivîsandinê berdewam e. ji bo bêtir haydarbûnê ji vî nivîskarî me ev dîdar li gel sazkir.
- Berî çend rojan min hevpeyivînek bi Konê Re re xwend, bi rastî dema li ser rewa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî erm dikir.
- Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.


- Min hemû hizr û bîr û baweriyên xwe gihandine xwendevanan ji ken, girî û evîna xwe bi xweî û nexweî, tîpên min ahî û xemgîniya min in, Xwendevan rojane di facebookê de helbestên min dixwînin û perwaneyên evîna min li asmanê rûpelan dibînin.

Pirsyar : Tu helbestê dinivîsî، erê helbestê çi kartêkirn li ser te heye û çi li te zêdekirye?

Bê guman ji sih salî ve ez helbestê dinivîsînim, ji bo min helbest dergeh an pencereya ko balindeyên henaseyê tê re bi azadî difirin. Min her derdkêî, xweî û ne xweî bi helbesta xwe aniye ziman. Kartêkirina helbestê di tiliyên nexekêiya peyvan de diyar dibe. Berevajî jî çi qas ji hundirê min derdixîne ew jî di wêneyên helbesta min de di henaseyên hevokan de tê xuya kirin. Helbest û helbestvan peywendiyeke diyalîtîkî ko ji hevûdu nayêne cuda kirin.

Pirsyar: Ta çi radeyê te hizr û peyama xwe bi rêka helbestê gehandîne xwandevanan?

Helbest eger nebe nameya hundirê helbestvan, derbirrîna hest û hirza wî di baweriya min de ew helbestvan û tevli helbestên xwe têkçûyî ye. Min hemû hizr û bîr û baweriyên xwe gihandine xwendevanan ji ken, girî û evîna xwe bi xweî û nexweî, tîpên min ahî û xemgîniya min in, Xwendevan rojane di facebookê de helbestên min dixwînin û perwaneyên evîna min li asmanê rûpelan dibînin.
 
Pirsyar: Erê tu nuxaziye di helbesta kurdi de cewa dibinî?

Nuhxwaziya helbestê bi gitî û ya kurdî bi taybetî giringiyeke serdemî ye, helbesta kilasîk nema dikare barê hemû hizr û ramanên helbestvanê nuhxwaz hilgire. Azadiya nivîsandin û derbirrînê rengê tilûrekî perwaz û firyana xwe li nav ax û bax û asmanan bide, helbestvan jî her wisa ye.
Di helbesta kurdî de û bi taybetî ji bîst salan û vir ve gavine pir li pê hatine avêtin. Helbesta me ne kêmî helbesta miletên derûdora me ye.

Pirsyar: bi êweyekê gitî، tu rewa wêjeya kurdî li kurdistana rojava çewa dinirxînî?

Berî çend rojan min di malpera (Welatê me) de hevpeyivînek bi Konê Re re xwend, bi rastî dema li ser rewa wêje û helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê diaxivî min ji ber gotinên wî erm dikir. Hin ji nivîskarên me hene ji nivîsên xwe pê ve naxwînin û dema tê û bixwaze nirxandinekê bike di mafê toreya xwe de û hem di mafê helbestvan û nivîskaran de dikeve pir aitiyan û nizane an jî bi mebest naxweze bibêje ko gelek rewenbîr, nivîskar hene û pir nivîsên balkê dane. Diçe û tê û wê li heman gotinên xwe vedigere, min wisa kiriye û çend nav jî ji xwe re jiber kirine helbestvanên me ev in û helbesta nûjen li ba me nîn e û eger hebe jî lawaz e!!
Di nerîna min de helbest û romana kurdî, li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên din yên Kurdistanê li pêdetir e. Helbesta nûjen li aliyê me gelekî li pê e. Helbesta Rojava xwezayî ye û ne çêkirî ye. Ev jî bi rewa Rojava ve girêdayî ye eger tu ji zarokekî me bipirsî dê tu bibînî ji siyasetê ba tê digihê, dêmek çawa nivîskar û helbestvanên me dê ne ew qas li pê bin?
 
Pirsyar: Te çend berhemên çapkirî hene? Eger çendekê bo xwandevanên (war) li ser baxvî?

Berhemên min yên çapkirî ev in:
1- A.B eya kurdî (Alfabêya kurdî) sala 1990 li amê hat çap kirin.
2- Zindana Piçûk (Helbest) 2005an li Yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê hat çap kirin.
3- Pejal (Helbest) 2006an li Dubey Dezgeha Semakurd çap kir.
4- Jiyana Mele Ehmedê Palo wergerandin ji zimanê erebî 2007an
5- Gotinên Pêiyan û îdyomên kurdî sala 2011an li Silêmaniyê Enistûtya keleporê kurdî çap kir.

Berhemên nehatine çap kirin ev in:

1- Henaseyên Rêwing (Helbest)
2- îrava Elindê (Helbest)
3- Pêlên ahîna matmayî (Helbest)
4- Çend bihnok li pêxîla keserê (Helbest)
5- Zimanê Evînê (Helbest)
6- Stranên Jînê (Stran)
7- Delîveya Rexneyê (Rexne)
8-  Kewara girî (Gotarin li ser jinê)
9-  Çivîk difirin, çivîk li ser darê ne (pexan)
10-  Evînî û bîrhatinên çivîkan (Bîrahatin)
11-  Zêro (Roman)



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark