Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Roja Yekîtî û Hevgirtinê

 


  Ji bo xwendevanên Hawara Botan silavekî germ!
Di destpêkê de dixwazim ji bo derengmayîna vê nivîsê lêborîna xwe ji xwendevanên Hawara Botan bixwazim. Mixabin derfeta min nebû, demeke zûtir ji bo we binivîsim...
Îro Rojava li hemberî êrîþ,penaberî, koçberî, serma û birçîtiyê re rû bi rû maye. Her wiha derfetekî zêrîn jî li ber dergehe ku Rojavayê welatê me bigihe azadiya xwe. Azadî bi yekbûnê pêktê. Divê em li ser yekbûn û azadiyê baþ rawestin.


Dîroka me ya tevgera rizgarîxwaziyê me fêr kiriye ku hemû serneketina me ji ber yeknebûn û hevnegirtina me ye. Ji ber wê yekê îro divê em heman kêmasî û xeletiyan nekin û hiþyarî xwe bin.
Helbet azadî ne hêsane û bêyî zehmetî û qûrbaniyan pêknayê. Kûþtin, derbederî, penaberî û birçîtî çêdibin û dê çêbibe. Lê belê çi dibe bila bibe eger yekbûneke netewî pêkneyê, gelek zehmete ku serkeftin pêkbê. Armanca me divê azadiya neteweyî be ku me hemûyan ew armanc û ew daxwaz heye. Ji ber wê yekê divê li dora wê bazina netewî em kom bibin û tenê wê daxwaza xwe bînin ziman û têkoþîna xwe bikin.
Li rewþa îro de, divê nav û armancên partî û komele û rêxistinan bikevin armanca duyem. Heta armanca yekem pêkneyên, nabê em wan daxwaz û armancên din bînin ziman.
Em hemû demokrasî û mafê mirov û welateke yekbûyî dixwazin!
Em hemû dixwazin êdî li bin destê dîktatoriyan de nejîn!
Em hemû dixwazin li vê dinyayê weku neteweyên din bi nasnameya xwe bijîn!
Madem eve ne daxwazên me, gelo çima em roja yekîtî û hevgirtina xwe ranegihînin nebin yek û
WELATEKE SERBIXWE
ava nekin!!!
Sînemxan Celadet Ali Bedirxan
Hewlêr - Kurdistan
29.01.2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark