Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xalê Ne`met Kalemêrekî Kurd e ji Qamişlo (Welathez û evîndarê xaka welat e)

 


 Mihemed Ebdê

Ji mêj ve min ew nasdikir, vê paşiyê dostaniya me zêde bû, nexasim piştî ku wî çend serpêhatiyên xwe bi Apo Osman Sebrî re ji min re gotin. Min jî xwest di vê bîranîna Osman Sebrî a 98 saliya bûna wê de, vê nivîsê an vê dîdarê bo we xwendevan bînim ziman.
Wek ku hun tev dizanin, Qamişlo bajarê evînê ye, bajarê ku ji hemû rengên Kurdan têde dijîn; Di gel xelkên cih, wek bişêrî, Xerzî, Omerî, Mihelmî, Mehacir..


Sebaretî Xalê Ne`met û nasnameya wî û ew kî ye? Ew bi xwe ji êla Omeriya ye, di sala 1931ê li herêma Omeriyan, gundê Mehsertê çêbûye, wî jî wek gelek kesên kurd di sala 1937an de ji ber zul û zora Tirko Binxetî sûriyê bûye û li bajarê Qamişlo akincî bûye û wiha ew tê hejmartin yek ji damezrênerên bajarê Qamişlo û bi taybetî taxa Qidûrbeg.  Hevjîna wî, Xensa Seyd Şêxmûs bû. Sed mixabin ku ti dûnde ji wan re çênebûn û bê zarok man, da ku kurdûnde nemînin, vê paşiyê kurek bi navê Kanîwar xwedî kirin û ji wê hingê ve ji Xalê Ne`met re tê gotin Bavê Kanîwar.



Ji nerimbûna neynûkên Xalê Ne`met ve ew mirovekî welatparêze û evînawelat, netewîya kurdî û rêbaza Berzanîyê nemir ketiya dil û ramanên wî de.. Ji ber ku ji malbatek welatparêz bû û yek ji hevalên Apo Osman Sebrî bû û piraniya caran Osman Sebrî li mala wî dibû mêvan û radiza.. Gelek çîrokên wî û Osman Sebrî bi hev re hene.. Hingê Apo Osman jêre digot: Ji ber ku tu gelekî ji min hezdikî û qîmetê mîn digrî, ez dikarim bêjim; tu wek dayika min î..
Ji ber vî awayî bang dikirê: Yadê.. Ta îro evîna Osman Sebrî di dilê wî de dimîne.. Bavê Kanîwar sala 1964an de, ji kesên pêşî bû ku bûye endam di Partiya Demokrat A Kurdî li Sûriyê de (AlPartî), Ew jî ji ber ku dilşewat, dilêş û dozxwazê kêşeya gelê Kurd bû.. Û wiha bû bû endamê serkirdeyetiya rêxistina Partî, ta ku şoreşa Berzanî hat vêxistin û partî bû piştgir ji şoreşê re û dibin berya reserkirdeyatiya partî de di wê serdemê de, ku dermanan û hemi pêdivîyên şoreşê bigihînin binecihê, û beryar dan ku Xalê Ne`met yek ji wan kesên ku dermanan bigihînin şoreşê, di riya Turkiya de û ew qet ne rawestiya li ser beryarê û ev yek cihê şanaziyê bû li ba wî.
Lê mixabin, di sala 1974an de Xalê Ne`met li ser destê serbazên rêjêma Turkiya, li bajarê Silopiya hat girtin û zindankirin û paşê ew birin Diyarbekirê û Midyadê û wiha salek ji temenê xwe di zindanên tirkiyê de qedand..
Di zindanên rêjîma Turkiya de, û piştî salek ji zindanê rêjîma Turkiya ew radestî rêjêma Sûriyayê kirin û wiha 4 mihan ma di zindana Reş de li Bajarê Qamişlo, di bin eşkence û lêdanê û gotin û sixêfin ku ne di rê de? û 3 mihan di zindana Abû Hesen û paşî ew 4 mihan ma di zindana Al-qel`e li Şamê paytexte Sûriyayê.
Û wiha paştî 11an mihan di zindanên hêzin ewlekariyên rêjêma Sûriyayê de, ew radestî dadigehê kirin û dadvanê wî E`dil Mînî û berevanê wî Derwîş Al-Zûnî yê dedgeha ewlekariya dewletê û dadvan di dadgehêde, jêre got: (Ê bimere kar nekin nasnama wî li bame nine.. ) û nasnama wî jê hat kişandin ta roja îro?!!


Xalê Ne`met di zindana Al-Qel`e de li Şamê 1/7/ 1975an de (Oda) 8an

Mebeste min ji vê nasnameyê çi ye birano?
Xalê Ne`met îro roj, kes lê nabe xwedî ji partiyên me ê Kurdî?! Tevlî keda wî û belengaziya wî û ew bi xwe û bi kopalê xwe ve û pîrbûna xwe ve beşderî piraniya xwepêşandanên ku di Kolanên Qamişlo de dibe û tax bi tax digere.. Kolan bi kolan, navend bi navend, li nûçeyeke ku dilê wî  hînik bike da ku bibihîze gelê kurd bibe (yek) û mafê gelê kurd bête bidest xistin..

Hêvî û omîda min ji hemî siyastmedar, serkirde û hevalên rêxistinan û rewşenbîran ku em li kevnê xwe bibin xwedî û keda wan jibîr nekin da ku di paşerojê de, em û win neyên jibîr kirin, mîna Xalê Ne`met û kesên wek wî.. Ji ber ku yê kevnê wî tinebe nûyên wî jî tineye?
Ji ber ku mirovek jiyana xwe ji dest bide em çi li ser pîremêrên xwe bibêjin û binivisin bê sûde ye?
Silav ji bo Xalê Ne`met yê ku ta îro li Qamişlo dijî.. Em temenkî dirêj bo wî hêvî dikin û jêre dibêjim: Serê te sax be Xalê Ne`met.. Kebaniya wî ji berî du salan ve çûye li ser dilovaniya Yezdan û ew bi tenê hiştiye.
Silav ji bo her kalemêrekî kurd, ewên ku ta roja îro dirok, kultur û folklorê me Kurdan parastine.
Qamişlo
10-01-2013

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark