Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Werin Em Di Bîranîna Osman Sebrî De Bibin Yek!

 


  Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja (05.01.20132)an de, 98 sal di ser roja bûna rewşenbîr, helbestvan û têkoşerê kurd Osman Sebrî re derbas bû û her wiha ku îsal jî 20 sal di ser roja mirina wî re derbas dibe, bi min xweş e ku ez bi van çend gotinan Apo Osman Sebrî bi bîr bînim.

Osman Sebrî yê ku di nav me de bi du xisletan hatiye naskirin; rewşenbîrî û siyasî û jiyana xwe di van her du xisletan de winda kiriye.. Anku jiyana xwe kiribû ardû ji azadiya welatê xwe re..


Erê, Osman Sebrî evê ku tev jiyana xwe di ber welat û welatiyên xwe de xerc kir û bi taybetî di ber kurdên sûriyê de..

Mirov dikare bibêje ku ew yek bû ji beşdarên serhildana Şêx Seîdê Pîran di sala 1925an de.. Endamekî komela Xoybûnê bû û lehengek ji lehengên şoreşa Agirî bû di sala 1030î de.. Duwemîn nivîskarê kovara Hawara mîr Celadet Bedirxan bû, piştî Qedrî Can.. Ji kurdên Rojava, ew yê tekane bû ku di sala 1936an de, desthilata Fransî di sûriyê de ew surgûnî Felestîn, Arîterya û Medageşker kirin.. Demezrênerê sereke bû ji (PDK) li Sûriyê di sala 1957an de..

Erê, ew bû ku gotiye:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
 Hêjaye bibim lawê Kurdistan.

Û 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car li Sûriyê hatiye surgûn kirin..

Sed mixabin ku roja îro rêkxistinên me yen siyasî, nikarin tev bi hev re bîranîna Osman Sebrî pêk bînin û yekîtiya gotina xwe diyar bikin..!! Xweş bawerim ku em karibin di bîranîna Osman Sebrî de bibin yek û bi hev re bîranîna wî ji gelê xwe re bînin ziman, hingê em ê karibin gotina xwe jî bikin yek..
Vêca wek rêzgirtin û wefadarî ji kar û xebatên wî yên rewşenbîrî û siyasî re, ez wî bibîr tînim û welatiyên xwe agahdarî nav û şanên vî lehengê kurd dikim.. Ji ber ku yê li kevnê xwe nepirse, neparêze û lê bixwedî dernekeve, zore ku karibe di rojên ayinde de tiştekî çak û durist ji civaka xwe re pêşkêş bike..

Em Osman Sebrî û kesên di bejna Osman Sebrî de ji kevnên xwe dibînin.. Ew cihên payebilindbûna me ne û ta ji me bê em ê li wiha kevnên xwe bi guhdan û miqatebûn bin û em ê wan bibîr bînin..

Cihê Apo Osman Sebrî buhişta sermedî be.


 Ez û Apo Osman Sebrî di sala 1989an de.

Fermokin vê helbesta Apo Osman Sebrî ya bi navê (Feleka Bêbext), bixînin:

Feleka bêbext şikand darê min

Nema kes rûnştî li ber arê min


Ji du hezar salan heya bi îro

Azadî nema di nav warê min


Zarokên bêbav bi find û xapan

Ji berhev xistin dost û yarê min


Qenc û çakên min tev dane kuştin

Qelandin riça karguzarê min


Serek û rêber di welêt neman

Li erdê hiştin koç û barê min


Ji hev perçe bû Kurdistana gewr

Ket nav destê çar neyarê min


Kirine guneh bi kurdî peyvîn

Wan divê rakin; ziman zarê min


Dewlemendê min hate şelandin

Ji welêt derket tev zîvarê min


Ew kesên ku xwe mezin dinasîn

Roja teng nebûn bendewarê min


Çend heb ji wana; mabûn di meydan

Îro tev revîn ji ber barê min


Hinek ji wana bê şerm û fihêt

Bi destê neyar bûn sîmsarê min


Dixwazim îro bi hîzebûnî

Bi derxin kurdan ji ber karê min


Qirak, tot û kund ketin warê min

Koleyên kolî kolîdarê min...


Qamişlo / 05.01.2013

  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.28
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark