Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bengewaz

 


Ebdisselam Xoce - Hewlêr

Bê gûman rêkeftina Hewlêr û di pey re damezirandina desteyî balayî kurd di navbera her du hêzên sereke li rojavayî Kurdistan ,encumena nižtimanî û encumena gel,destkefteke pîroz bû û gelek omîd û hêvî li ser hatin avakirin.
Lê roj bi roj diyar dibe ku ev bêngav têk diçe û nakokiyên ku nakevin xizmet û berjewendiyên gelê kurd derdikevin holê û ev bû ya ku gelê kurd nedixwest.



-di vê derbarê de ne pêwîst e û ne girîng e ku em sedemên neçespandina rêkeftina Hewlêr bidin diyarkirin bi qasî em çareseriyan bidin diyarkirin û bi kiryarî xalan deynin ser tîpan.
Bê guman ev zêdî sal û nîv derbas bû li ser žoreža azadiyê li Sûrî bi gižtî û li rojavayî Kurdistan bi taybetî û diyar bû ku tevgera konevanî û gelê kurd dikarîbû deverên xwe biparêze û ew arîžeyên mezin diyar nebûn û xwe dan nasîn wekû bežek berçav di žorežê de û weke hêzek serbixw .
-li vir diyar dibe ku roj bi roj tabloya konevanî (siyasî) zelal dibe ku wê guhertin bibe û ev rêjîm wê bê rûxandin û bê guman wê miletê kurd bežek ji vê guhertinê be , lê ev yek wê bib sedema ku em bi mêjiyekî kurdayetî raman bibin û em xwe dûrî berjewendiyên kesayetî û partîtî dûr bixînin .
Erkê netewî û nižtimanî ferz dike ku em rêkeftina Hewlêr û yekitiya gotina kurd biparêzin ,û bengewaziyê bidin hemû hêzên kurdistanî ku bi rola xweyî dîrokî rabin û bi rastî li vê yekê meyzînin û destê tu hêzê negrin li ser hesabê hêzeke din, miletê kurd û berjewendiyên wî di ser hemû tužtan re ye çimkî bê yekitiya helwest û gotina kurd qet em nikarin mafê xwe misoger bikin , derfeteke zêrên hatiye û gelê kurd omîdewar e ku bê par jê nemîne û ger ev nebû û gihažte asta birakujiyê wê miletê kurd têk biçe .
Li dawî gelê kurd ketiye metirsiyeke mezin ji têkçûna vê rêkeftinê lewra dibêjim destên we diramûsim vê yekitiyê biparêzin ,piparêzin,parastina wê serkeftina mafê miletê kurd e.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark