Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kirītīk*, rexne, nerx/nirx, hźjan

 

 
Heyder Omer


Wek ku ez ji zû de bawer im, baweriya min roj dû rojê xurtir dibe, ku xwendin û gengežeki berhemên çand û wêje her tim nîžana duristiya rewža dihevgihižtinê ye, bê ku nerînên nivîsevan û rewženbîran her tim li hevdu bibanin.Bi ser de jî gotinek lêgervanekî eُreb î kevin ; Ebû Emro bin El-Ela, ji zû de min di pirtûkên eُrebî de xwendiye, û hîna jî di bîriya min de ye


Ewî gotibû : Her ku min berhemek bi dawî anî, û roja din lê vegeriyam, min digote xwe : Eger min weha kiriba dê baž ba, û eger min ev alozî, an ewa din bi vî awayî, an bi wî awayî žirovekiriba, dê bažtir ba.
Ev baweriya min û boçûna wî lêgervanê eُreb baweriyeke din li ba min xurt dikin, ku eger nivîsevan ; çi nivîsevan be, pozê xwe bilind rake, û bêje berhema min bê kêmasî ye, dê gelek gunehan, berî pêžî, li xwe bike.
Ji ber vê yekê eger nivîsevanê hêja Jan Dost ne bendewarê sîngê min ê fireh ba jî, dîsan min dê rexneyên wî bi dostanî wergirtana, ji ber ku min bi xwe, di nivîsa xwe de, nerînên hevalkaran xwastibûn. Ji hêla din de jî, tevî ku rexneyên wî hêjayî nikarîbûn xwe ji destlata hêrsê wî rizgar bikirana **, lê xuyane, ku rastiya zanistî dipelînin.
Li ber ronahiya van baweriyan, ezê li ba nivîsa, ku rêzdar Jan Dost bi sernavê ( Rexne , Peyv û têgeh ) di her du malperên Tîrêj û Rojava de wežndiye, û tê de rexneyên xwe li min girtine,   û di ber re jî hin xalên, ku dikarin bibin mijara gengežeyan, nîžan kirine, rawestim.
Berî pêžî li min digire, ku min peyva ( Rexne ) bi peyva eُrebî ( Enneqd ) ve girêdayî, û wateya diravan  pê hilpesartî. "Omer xwestiye bi çi awayî be bide xuyakirin ku wateya peyva rexne di kurdî de eynî wateya peyva rexne ( el Ned( النقد ya eُrebî ye". Û pê de dihere, boçûna min di gotara xwe dubare dike, da ji boçûna xwe re bike deyax.
Min di gotara xwe gotiye: Lê mebest û wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miltean tê xebitandin, ji wateya peyva criticism ( kirîtîsîzm ) a zimanên ewrupî, ku ji lêkera krinein ( kirîneyn) a Girîkan hatiye wergirtin. Û min bilêvkirina wê di sê-çar zimanên ewrupî de jî daye xuyakirin, ku hemî wê peyvê wek bilêvkirina kurdî ( kirîtîk ) bi lêv dikin, û min weha domaniye, ku gava rexnevanên Eُreban peyveke, ku dikare wateya kirîtîk hilgire, pelandin, ewana peyva ( Enneqd ) vebjartin û xebitandin, ev peyv di zimanê wan de wateya dirav hilgirtiye, û di dû re bi wateya kirîtîk a ewrupiyan dixebitînin.
Nizanim çima hêja J. Dost nerîna min, ku ya rexnevanên Eُreban bi xwe ye, heya dawiyê nexwed ?. Eger xwendiba, dê bidîta, çawa min žimitandina vê peyvê daye xuyakirin, û min beriya wî encama, ku bi dilê wî û yê zanîn û sanistiyê ye, diyar kiriye. Min di gotara xwe ev pirs kiribû : Lê çima rexnevanên eُreb wê ( ango peyva Enneqd ) bi wateya lêkera Girîkan (ango krinein – kirîtîk ) dixebitînin ?. Bersiva vê pirsê di gotara min de weha hatiye: Ewana weh diçin, ku ev peyv dikare diravên rast ji yên sexte cuda bike, ango dikare, di meydana diravan de, biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere rast e û eva din jî sexte ye. Ev wate peyva eُrebî ji wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike, pêre jî diyar dibe, ku evê peyva eُrebî, di zimanê wan de, du wate hene ; yek jê dirav e, û ya din, ku di meydana wêje de tê xebitandin, biryardayîn e, nerxandin e.
Eger em vê boçûna min bidin kêlek ya hêja Jan dost, gelo çi cudabûn dê di navbera her duwan  de bête xuyakirin ?.J. Dost dibêje : "Di erebî bi xwe de koka gotina el Neqd ne pere ye,lê jihevderxistina pak û pîs e di her tižtî de, pižt re bûye ji hevderxistina pereyên qelp û yên sax û rast, û dawî nav li pereyan kirine Elneqd.Û ji wir têgeha gotina Elneqd fireh bûye û wateyên xwe yên ku em niha dizanin peyda kirine". Ev wateyên ku em niha dizanin çine ?. Ma yek ji wan ne kirîtîk e?.
Dîsan li min digire, ku ez bi peyva ( Nerx / Nirx ) lîstime, min tîpên wê guhertine, û ew li nav hevdu xistine; dibêje: De ka em binerin çi bi serê peyva Nirx hatiye heta ku bûye Rexne. Ez nizanim ewî ev yeka di kîjan gožeya gotara min de dîtiye. Tvevî ku di nivîsa xwe de dibêje: "Min ew jî ( ango gotar min ) bi baleke fireh û mejîyekî vekirî xwend" .Dîsan dikarim bêjim, ku hevalkarê hêja gotara min heya dawiyê, nemaze jî pêžgotina wê, bi mejiyê vekirî, nexwendiye. Eger xwendiba, dê bidîta ez bi wê peyvê nelîstime, belê min gotiye: Dêmek gava em peyva rexne di meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan, dixebitînin, hîngê mebesta me biryardan e, nerxandin e. Vê lomê em weha diçin, ku peyva kurdî ( nerx ) an jî ( nirx ) dê di vê pergalê de ji peyva ( rexne ) rastir be.
Hêjayî gotinê ye bêjim, ku mamosteyê rexneya wêje; pirofesor Mihemmed Xuneymî Hilal, yê ku di zangowa Elqahîre li Misirê de dixebite,di pirtûka xwe de (Rexneya wêjeyî ye nû) bi zimanê eُrebî gava rexneya wêjeyî dide nasîn, dibêje: "Ew ( ango rexneya wêjeyî ) berhema nirxandina karên wêjeyî li ber ronahiya celebên wêje û birêveçûna wan ya cihaynî ye". Û pê de dihere, û dibêje : "Gewherê ( bi wateya delamet ) rexneya wêjeyî ew e, ku warên serkeftinên hunerî yên berhemên wêjeyî diyar bike, û ji yên neserkeftî, di riya žirovekirin û diyarkirina sedeman re, cuda bike".( Rûpelê 9 ji pirtûka wî ).
Tižtê mirov dikare ji vê boçûna wî pisporî têbigihîne ew e, ku ew, bê dudilî, rexneya wêjeyî bi nirxandinê re beramber dike.Lê min biryara vê yekê, ji xwe berê nestand, belê min got belkî tîpên peyva ( nerx ) li ba me bi paž û pêž hevdu ketibin, û pêre jî nerx bûbe rexne. Her kesê ku li gotara min vegere, dê bibîne ku ez bi peyva (nirx) nelîstime, belê min nerînek daye xuyakirin, û jibîra nekiriye ku pêžkêžkirina nerînan ne dikare wan hilde asta biryaran, û ne jî dikare rastî û nerastiya wan biçespîne, belê tenê dikare wan nerînan bide ber ronahiya gengežeyan, lewre jî min ew boçûna xwe danîbû pêž zimanzanan, da ewana biryara dawî bistînin, ne ez.
Dêmek boçûna min, ku hîna jî pê bawer im, ew e ku peyva ( rexne ), ku em bi wateya (kirîtîk) a ewupiyan, di meydana wêje de dixebitînin, nikare wê wateyê hilgire. Hemî wateyên peyva (rexne) wek ( sist, jiberhevçûn, lomekirin, eُyb, kêmanîdîtin, qels derz ), ku hêja J.Dost xwe westandiye,û ji ferhengan bi derxistine,vê nerîna min diçespînin,çimkê ew hemî neyênîn e (nêgatîv ), nikarin huneriya wêje binirxînin, lê dikarin rexnevanan ji sînorên lêkolînên hunerî bi dûrxînin, û rexnekirinê, di meydana wêje de, bi riswakirinê re beramber bikin.
Dîsan tižtê balkêž di nivîs û boçûnên birêz J. Dost de ew e, ku bi encama nerînên xwe, ji boçûna min ve bi dûr de naçe, gava dibeje: "….ez weke pêžniyar dibêjim ku divê em yan fêmkirina xwe ji vê peyvê re biguhêrin yan jî em wê peyvê bi xwe nema bikar bînin û li žûna wê peyveke din bibînin". Û pê de dihere û peyva ( Hêjandin, yan hêjan ) li žûna peyva ( rexne ) pêžniyar dike.Wateya wê jî, wek ew bi xwe dibêje, li gor fehenga ( Elhediyye elhemîdiyye )  naskirina buha û hêjabûna tižtekî ye.Gelo, ma peyva ( nerx an jî nirx ), ku min gotibû ew di vê pergalê de ji ya ( rexne ) rastir e, evê wateyê hilnagire?. Ma nirxandin jî ne naskirina buhayê tižtekî ye?.
Hevalkarê me yê hêja, di navbera rexneyên xwe re, xaleke dine balkêž nîžna dike, pêre jî hinek lomeyên ku li min kirine, li xwe vedigerîne.
Di pêžiya nivîsa xwe de weha diçe, ku min encamek di serê xwe de amade kiriye, û qirika rastiyên zanistî badidim, da karmendiya wê encamê bikin, ji ber ku min koka peyva eُrebî (enneqd ) bi paž guhên xwe de avêjtiye, û yekser gîhame her du wateyên wê; pere û kirîtîk; ev her du wateyên ku ewî jî bi min re erekirine.
Eger ev yeka kirike ne zanistî be, tevî ku pêžgotina gotara min, ku van nerînan tê de cih girtibûn, ne karekî zimanewanî bû, da ez bi pey koka bêjeyan kevim û wan bipelînim. Eger kira min ne zanistî be, ma boçûnên hevalkarê me, ku bê nîžankirina rêbazan berdide holê, dê žûnên xwe li kû derê bibînin?!.
Birêz J. Dost dibêje: "Guhertina tîpan bi xwe di kurdî heye lê ew bi sîstem e ne ku hema çawa be tîp têne guherandin". Û mînakan jî tîne "hin tîpa L bi R  re werdigerînin û li dewsa wergerandin dibêjin welgerandin. Û hin jî tîpa M bi Z re diguherin û li žûna nizim dibêjin nimiz. Û weha bi hin tîpên din re jî".
Tevî ku tîpên peyva nizim/ nimiz nehatine guhertin, belê tenê bi pêž û paž hevdu ketine, lê evê xalê bala min kižnd, ji ber ku ji zû de li bersivekê digerim.
Gava min ev xal di nivîsa birêz Dost de dît, ku sîstema wê heye, min got qey dê rêbazine wê sîstemê jî nîžan bike, lê mixabin gava xwe nêzîk vê yekê nekir, gelek pirs liviyan:Gelo, di meydana zanistiyê de çêdibe mirov bêje( hinan weha gotine, an jî weha çûne ), bê ku jêdera wan gotin an boçûnan nîžan neke?!. Ev hinên ku tîpan, nemaze jî dengdaran, bi hevdu diguherin kî ne?, li kû derê ne?, û kînga û li kîjan žûnê tîp ( dengdar )*** bi hevdu têne guhertin?. Nebûna bersivên van pirsan di nivîsa rêzdar J. Dost de lekeyekê digihêne zanistiya žêweyê wê, û ji usûlên gengežekirina pirs, an jî aloziyên zanistî, bê par dike.
Bi rastî jî eger ev yeka bibe, dê ne bê sîstem bibe, lê ka ew sîstem çiye û çawa ye. Divyabû hevlkarê me nerîna xwe weha bê diyarkirina rêbazên wê sîstemê bernedaba holê.
Zimazanên eُreban bi awayên rêk û pêk ev yeka di zimanê xwe de têr lêkolîn kirine. Wek nimûne, ewana dane xuyakirin, ku eger tîpa Tت di forma (îfteeُle افـْتعَل) de di pey her du tîpên sad û dad ص،ض) re hat, hîngê ت bi tîpa ط tê guhertin; û dibêijn اصطحب، اضطرب lê nabêjin اصتحب، اضترب ، û eger tîpa w ْو  ku sukon pê ve be, di wê formê de, li pey hemzeya, ku kesre li bin wê ye (إ ), were, hîngê tîpa وْ ) ( bi tîpa ت) ( tê guhertin, û bi ت ya, ku di pey re tê guvažtin, lewre jî  dibêjin ( اتـَّقد، اتـَّعظ ) lê nabêjin ( إوْتقـد،إوُتعظ). Her weha dibêjin tîpa)y ي) di forma (feaُêl  فعائـل) de bi tîpa ( Hemze ء ) tê guhrtin, û dibêjin (mesaêb, qelaêl  مصائب، قلائل ( lê nabêjin ) mesayêb ,qelayêl مصايب، قلايل ). Belkî zimanzanên zimanên din jî ev yeka di zimanên xwe de žirovekiribin, lê mixabin hevalkarê me nade xuyakirin, ka ev yeka di zimanê kurdî de çawa çêdibe, û kê wer kiriye, û rêbazên vê yekê çi ne. Eger palpižta wî ew be, ku hin zaravokên kurmancî dengdaran bi hevdu diguherin,  hîngê pirsek dê serê xwe li pêž me hilde û bêje: Gelo, kînga û li kû derê boçûnên zaravokan bûne, an dibine rêbazên rastnivîsînê û rêzimanan?. Ez bawer im, ku hêja J. Dost žîva xwe bê rûn datîne pêž me.
Dawî, careke din daxwaza min ew e, ku ev aloziyan bala zimanzanên me bikžînin, da bersivên pirsên buhurî bipelînin, û hêvîdar im, ku ev gengežeya min li gel boçûnên hêja J. Dost li gor   pêdiviyên zanistî bête fêmkirin, da qežayê nexîne navbera me.       

 ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

* Min peyva ( kirîtîk ) li gor bilêvkirina bi zimanê kurdî nivisandiye.
** J. Dost di gotareke xwe de, bi zimanê erebî, vê yekê diçespîne, û dide xuyakirin,ku nikare xwe ji destlata hêrs rizgar bike, gava dibêje: ...بما جُبـِلـْتُ عليه من النزق النقدي... ( Biner : Jan Dost:  .efrin.net. 24.01. 2007 ). Hêrs jî, di meydana rexneyê û gengežeyan de, her tim dikare mirov ji rê bêxîne.
*** Gava Dr. Kamiran Bêkes di pirtûka xwe ( Bingehên rêzimana kurdî ) de, taybetmendiyên dengdaran diyar dike, tenê li ba 9 dengdaran radiweste; ew jî ev in: B. D. F. H. K. N.S. Ž. T. lê behsa her du ( R. L ) yên ku rêzdar J. Dost bi hevdu guhertine, nake. ( Biner: Rû 33 – 36 ).  

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark