Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Roja Helbesta Kurdî li derve 2012, pêkhat

 


Do 14.10.2012an li bajarê ESSEN-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 li dark et.
Hezkerên helbestê ji gelek gelek deveran amade bibûn, û li helbestê guhdarî kirin.
Jimarek mezin ji helbestvanan amade bûn û helbestên xwe xwendin. Ji wan; Alwan Þivan, Can Kurd, Ciwan Qado, Dr. Husên Hebeþ, Henîf Yûsiv, Hoþeng Osê, Hesen Îrandost, Necîb, Jan Dost, Keça Kurd, Nesrîn Ehmed, Newaf Mîro, Nûh Silêman, Serhan Îsa.


Gotina Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 ji aliyê nivîskar Qado Þêrîn ve hate xwendin.(Gotin li dawiya evê nûçeyê ye).
Her wiha hunermendê deng xweþ Zubêr Salih jî amade bû û du stranên xweþ pêþkêþî cemaweran kir.
Nivîskar û lêkolînerê kurd Jan Dost ji aliyê komîta birêvebir ve hate xelat kirin, xelat ji aliyê hunermenda kurd Evîna Welat boyî Jan Dost hate pêþkêþ kirin.
Bi çalakiyê re du pêþengeh hatibûne li dar xistin. Du þêwekarên jin ên navdar Cîhan Brahîm û Jengîman Omer bi tabloyên xwe dîwarên keleha çalakiyê xemilandibûn.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2012an ji aliyê þêwekar û çalakvan Inayat Dîko ve hate pêþkêþkirin.
Roja Helbesta Kurdî li derve 2012 ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li derve û Komela Nûbuhar li Essen, amade û hate birêvebirin.
Têbînî: di nêzîktirîn wext de, malpera www.mediakurd.com vîdyoya tevaya roja helbestê diweþîne, li bende bin.
Komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî li derve 2012an.
Essen-Elmanya
14.10.2012
Wêne-album; https://picasaweb.google.com/113265104181493595914/RojaHelbestaKurdiLiDerve2012#
Komîta amadekar
Essen-Elmanya
14.10.2012
……………….
Gotina komîta amadekar

Mêvanên roja helbesta kurdî,
Xûþk û birayên hêja,
helbestavan, nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rewþebîrên birêz,
Bi navê komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî li derve, em bi xêr hatina we dikin, û dibêjin:” hûn li ser seran û çavan hatin” .
Gelî rêzdaran,
Di salên borî de sê ciwanik û ciwamêran Roja Helbesta Kurdî li derve amade dikirin, û li gel hezkerên  helbesta kurdî pîroz dikirin, îsal me wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî ev roja pîroz wek erkekî netewî û çandî girt ser milê xwe û li gel we hêjayan pîroz dikin. Bi vê bihaneyê em spasiyek germ pêþkêþî komîta sala par (Keça Kurd, Elî Cefer û Helîm Yûsiv) dikin , û ji wan re dibêjin: spas ji bo we, spas ji bo keda we, her þad û li pêþ bin.
Roja Helbesta Kurdî çalakiyek salane ye, ji sala 1993an ve li Rojavayê Kurdistanê tê pîroz kirin, daku roja koçkirina helbestvanê nemir Cegerxwîn 22. 10 an, destnîþan bikin û di wijdanê me de zindî bimîne. Bi pîrozkirina salane re Cigerxwîn tê vejandin û helbest digurnije, her wiha xelatek giranbuha bi qama helbesta kurdî vedibe.


Mêvanên birêz,
Dema em vê rojê bi bîr tînin, mebest jê ew e, ku helbesta li seranserî dîroka me, zimanê me yê þêrîn parastiye, bilind bikin û nirxê wê yê pîroz bidinê, jixwe helbestvanên me bi kêmanî salê carekê di vê rojê de hevdu dibînin, helbestên xwe ji xwe û me re dixwînin. Herwiha armancek din jî ji lidarxistina vê rojê heye, ew jî ew e; ku helbesta hemû helbestvanên xwe yên nemir mîna: Ehmedê Xanî û Nalî, Melayê Cizîrî û Hejar, Cegerxwîn û Dildar, Osman Sebrî û Ebdula Goran, Tîrêj û Qadir Koyî, Feqê Teyran û Herîrî, Qedrîcan û Pîremêr û gelekên din bivejînin û ji giyanê wan re bêjin: hûn mîna helbesta xwe zindî ne, hûn di wijdanê me de dijîn, hûnê qambilind bimînin.
Hêjano,
Em û we vê rojê bi hev re pîroz dikin û welatê me Sûrî bi giþtî û rojavayê Kurdistanê bi taybetî di qonaxek dîrokî re derbas dibe, ji 15ê Adara sala borî 2011an ve þoreþa gelêrî li dijî rêjîma sitemkar û xwîrêj berdewam e, rojane bi dehên þehîdan bi destê hêzên Esed û Þebîheyên wî têne kuþtin, gelek ji wan jin û zarok in, wexta firokeyên Esed ên þer bermîlên barûdê bi ser serê wan de berdidin, gelek ji wan tên kuþtin û þehîd dibin, gund û bajar wêran dibin. Lê, tevaya gelên Sûriyê di wê baweriyê de ne  ku þoreþ biserdikeve û rêjîma Esed wê birûxe û azadî bê welat û herêma me.
Bi vê bihaneyê em ji tevgera xwe, çalakvan û hevrêzên xortan dixwazin, ku rêza xwe bi yek in, helwest û gotara xwe bi yek in û di asta þoreþê de bin, her wiha ji wan dixwazin ku berjewendiyên gelê kurd bidin pêþ û bixwazin, ne ku bi dû berjewendiyên xwe yên kesane û partayetî de biçin, eger wiha nekin ewê gelê kurd wan efû neke, çimkî berpirsiyerek dîrokî ye û ji we hemiyan tê xwestin ku hûn xwedî li mafên gelê kurd derkevin, eger hûn wisa nekin, hûnê berpirsyar û rûreþ bin di ber bidestnexistina mafên gelê kurd de.
Li dawî, bi hêviya ku sala bê Sûriye bê rêjîma Esed be, azad û demuqrat be, daku em vê roja pîroz li ser xaka xwe ya pîroz, li welatê xwe di bin siya azadiyê de bi hev re pîroz bikin, li welatê azad, li welatê bê Essed û rêjîma wî ya diktator pîroz bikin, ku kurd jî têde gihabin mafên xwe yên rewa, û Sûriye bûbe demuqrat û hevbeþ, hemû kes têde azad û wek hev bijîn, bê tirs û bê binpêkirina mafên mirovan.          
Dubare hûn bi xêr û xweþî hatin..
Komîta amadekar
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî
Komela Nûbuhar
14.10.2012
Essen-Elmanya

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark