Dem dibûre û tu carî li mirov ranaweste, sal nû dibe û temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lê hêvî û dilxwazî di dil de her dimînin zindî û jîndar, ta ku mirov li ber temarê (sekranê) be.
Ya me jî di hindurê vê rewþ û heyama tevlihev û aloz de, em bizavan dikin û hew ji me tê ku em bêjin em ber xwe didin ta ku em heyîna xwe biparêzin, û di piþt re em biçespînin ku em hîn hene û berdewamin di pêkanîna hêvî û dilxwaziyên xwe û milletê xwe de.
Hêvî û dilxwaziyên me jî di Cîhanê de, di Rojhilata navîn de, di Kurdistana Sûriyê de, ku em bibin milletekî xwedî maf û rol û biryar, bi dilekî tijî hezkirin û bi mejiyekî azad û sivîl û þareza em jiyana xwe bixemlînin, bi pêþketin û helwestên xwe yên mirovane di derheqê jiyan û mirovatiyê de, lê mixabin hîn rewþa herêma me di nîr û qonaxeke ne eþkere de ye, milletê Kurd bi taybetî û yê Sûrî bi gelamperî hîn di bin sitema desthilatdariya xwe de ahîn û axînan dikþîne, helbet ew deshiltdariya ku bê vîn û biryara gell - li serê wî hatiye daniçikandin tu carî nabe cih û warê pêkanîna hêvî û dilxwaziyên wî, wek wê em jî dev ji xebata xwe ya aþtiyane bernadin, vajî wê em dê tim gûrbikin û bidûmînin.
Em wek rojnameyekê jî di sala nû de, þopandina rêbaz û helwestên xwe di derbarê mafên gelê xwe de teqez dikin, û bizavên xwe berdewam dikin ta ku em karibin roleke erênî di peydakirina rojnamegiriyeke azad û sûdmend û þareza de bilîzin, ji ber ku em bawerin bi pêwistiya rola alav û dezgehên ragihandinê di derheqê xebata gelê me de li Kurdistana Sûriyê, lê mixabin nîr û rewþa me ne li gor xwestekên qonax û serdemê ne, ango tu dezgehên ragihandinê di dest me de nînin - li hindurê welêt - ji bilî weþanê, û derfetên geþbûn û gûrbûna wan jî - ji ber sedemên aborî û qedexekirinê ji aliyê rêjîmê de - kêmin!!.
Tevî venasîn û baweriya me bi qelsbûna rola rojnamegiriya kurdî li Kurdistana Sûriyê jî, û em xwe jî di ber wê yekê de hustûbar dibînin, dîsa jî erkê me tevane ku em karibin karanînên pêþketinê avakin.
……………………
* Sernivîsera rojaneeya DENG** Hijmar:(78 )- Meh:çille-Sal:2007 z ,2618 k
** Rojnameyeke giþtî ye, ji weþanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê.
……………………………………………
- hêjayî gotinê ye ku DENG (78) bi van mijar û babetan hatuye xemlandin:
1- ZAROK Û FÊRBÛNA XWENDINÊ …..
Þahînê Bekirê Soreklî
2- NIRXANDINA TIRSA BÊ DIRAN BI DU ÇAV Û DU HESTÊN CUDA ……..
Qado Þêrîn3- BEVERWIJK ………………………
Salih Cefer4- BI KURMANCIYA PÎR … ÇANDA TIRSÊ Û IMPERETORIYA XWÎNÊ Xeleka ( 9 ) an…………………………. Pîr Rustem
5- REWÞENBÎR Û KONEVANÎ ……………………… Arþek Baravî
6- Kurdên Biramak û Ebbasî …………………………...
Yûsiv Manî
7- REWÞA ZIMANÊ KURDÎ Û XEWNA ZIMANEKÎ YEKBÛYÎ Xeleka ( 2 )
………….. Deham Ebdulfettah
8- LÊVEGÊRA KURD Û BERJEWENDIYÊN PARTIYAN
……
Dilê Amûdê
9- GERAPÊTÊ XACO Kurdekî ku ji ti dayikê kurd nebûbû …… Miço Kendeþ
10- Sûrya … di navbera Hamiltom û Boþ de ………………………
Sîpan Osman
11- DESTANA MIHEMED HENÎFA ………………………….
Imer Kalo12- ZINDANA TARÎ ………… Helebest …………………….
Þêrîn Þêxo13- ÞEVÊN DIRÊJ ……...…… Helebest ……………………. Ronî Elî
14- KARÎKATÊREK ………………… Bi Pênûsa …………..
Rêber Kalo