Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yek Dezgeh Bo Fźrkirina Ziman Gerek e

 


Salar Elo

Zimanê kurdî zimanê gelê kurd bi tevayî ye, ne zimanê partiyekê ye yan zimanê rewženbîrekî ye, fêrkirina zimanê kurdî erkekî welatparêzî mezin e, pêwîste ku hemû deste û partî û sazî û rewženbîr bi hevre bikin, dengê xwe bikin yek û bang li miletê xwe bikin, ta ku baweriya milet bê, ku zimanê dayikê ne girêdayî ye bi berjewendiyên partîtî yan ên kesayetî, û pêwîste xwe fêrî zimanê dayikê bike wek hemû miletên cîhanê.


Gelî rêxistin, sazî û rewženbîrên kurd, eger em bixwazin nexwendewariya zimanê kurdî di demek kin de rakin, pêwîstiya me bi dezgehek tenê,yekbûyî heye, taybet bo fêrkirina zimanê dayikê, žaxên xwe li hemû bajar û deverên welêt sazbike,  dezgehek ku hemû rêxistin û komît û rewženbîr û zimanzan têde cih bigrin, û banga xwe bikin yek, ji gelê xwere bižînin bo fêrbûna zimanê dayikê, yê nasnameya gel diyar dikê û diparêzê ji windabûnê, wê çiqasî ew deng xwedî bandorek mezin be û wê çiqasî hejmara yên ku xwe fêrbikin bêtir be, ji gava ku deh deng bin û girêdayî bin bi nerînin cuda, wê dilê piraniya milet ji zimanê wî sar bibe.
Digel ku ev dezgeh,gerek e li ser bingehin nûjen ava bibe, yek jê divê bi žêweyekî dîmoqrasî desteyên xwe bizelalî hilbijêre, ya din divê fêrnameya zanistî bi çav bê standin, nemaze derçûyên kolîca wêjeyî bežê zimanan, digel sûdgirtinê ji hemû mamosteyên çalak di biwara fêrkirina zimanê kurdî de, û danîna pilanan da ku ev dezgeh bibe dezgeha fermî ya fêrkirina zimanê kurdî di pažerojê de.
Li dûmahîkê ez xebata hemû rêxistin û mamosteyan di biwara fêrkirina zimanê kurdî de bilind dinirxînim, û hêvîdarim ji wan ku ji projeyekî wisa re kar bikin, yek dezgeh bo fêrkirina zimanê kurdî li sûrya, û navekî bigižtî jê re hilbijêrin bi mebesta ku bibe dezgehek fermî di pažerojê de, û venasînê ji rex dewleta sûrya bistîne, dewleta pažerojê, ya ku dê bi encama žoreža sûrî ya pîroz avabibe. 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 4.75
Bi Tevahī Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark