Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li Amūdź hemū pel žewitīn

 


Qado Žêrîn 

   Eger te xwest mirovekî têk bibe, rû bi rû li dij dernekev û xwe danexîn asta wî ya ketî, tenê dema ku žaž çû, bêtir wî bajo ser žažtiyan, taku di bin žažtiyên xwe de bixeniqe, wê wextê tê bibîne bê tu çiqasî žarezayî, û ew hov û li derveyî dîrokê ye.
 Tižtê li Amûdê qewimî, bira li dijî bira nake, partiyek ku qažo ji 30 salî ve rêzgarkirina Kurdistanê dixwaze nake.


Tižtê li Amûdê qewimî nimûneya dawiye ji gelek nimûneyên ku sînorên kurdayetiyê, birakujiyê, demuqratiyê û mirovantiyê derbaskirin û binpêkirin. Bûyera Amûdê û berî wê gelek bûyerên din ên ku ji aliyê Apoçiyan ve rûdane, bûn egera ku hemû pelên dara Apoçiyan di žoreža Sûrî de biwežin û bižewitin.
Bila pižtî Amûdê aqilmendên Apoçiyan li xwe û kurdîtiya xwe ya seqet vegerin. Kiryara wan li Amûdê ne karê partiyek žorežger bû, ku doza rêzgar û yekkirina Kurdistanê dikir û ji bo wê dozê bi hezaran žehîd hatin dan. Êdî bila rihê xwe ji kîn û zikrežiyê bižon û paqij bikin, ne hûn tenê kurd in, hûn tenê nikarin Kurdistanê rêzgar bikin. We daye ser rêya žaž, ew rê ne rêya we ye, belê ya dijminê we ye. Ji roja žoreža Sûrî destpêkiriye hûn li dijî gelê xwe tevdigerin, hûn tev li žorežê nebûne, hûn tenê ji bo têkbirina para kurdan di žorežê de dilivin, her kes vê dizane, lê ji tirsa birakujiyê kes li dij we dernakeve û devê xwe digre. Mîna tîrêja rojê diyar e, û ji ava çavan zelaltire bûyera Amûdê, êdî li xwe vegerin hûn çi dikin û xizmeta kê dikin?, karê hûn dikin ne di xizmeta we deye û ne jî di ya me deye, hûn tenê kêfa dijminan li xwe û me tînin, lê hûn nizanin. Mixabin hemû partiyên žimûlî nafikirin bê sibe çi tê serê wan, û ji xwe napirsin: yaho em çima li dijî îradeya gelê xwe derdikevin?
Hûn hîna nebûne dîk azan didin, eger sibe hûn bibin desthilat, dêmek hûnê ji Bežar bêtir bînin serê me. Jixwe berê me gelek caran nivîsandiye, eger wisa berdewam bike, emê li wexta Bežar požman bibin, û zulma wî dê ji azadiya we dilovantir be.
Bûyerên Amûdê kurdayetiya zelal tazî kir, û ji wateya wê ya pîroz bêrî kir, êdî ji ana û bi žûn ve emê dilê xwe vekin û mikur bên ku gotina birakujî derew di derew di derewê de ye, lastîkek di nav lepên berjewendiyên partiyan de diqete, kînga be dikarin ji bo berjewendiyên xwe birakujiyê bikin. Bila ji ana û bi žûn ve bibe guhar û bi guhê xwe vekin ku kurd jî dikarin dijîtiya gelê xwe bikin û li dijî berjewendiyên wî derkevin, êdî dikevin rêz û asta dijminan. Jixwe ji berê ve pêžiyên me gotine: ’’kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe’’
Bûyerên Amûdê žek û guman di wê yekê de nehižt ku Apoçî li dijî kurdan jî terorê pêktînin, ta ana me maf jî nedida xwe vê bêjin, lê we ew derî jî li xwe vekir.
Li dawî, eynî pirsa Husên Çelebî, Jan Dost û hin din dubare dibe, kî we diparêze?, kê ew maf daye we hûn li dijî îradeya gelê kurd derkevin?, kê hûn kirine desthilat li ser serê gelê kurd?. Bersiv tenê li ba we ye.
03/09/2012

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark