Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Semînarek Rexneyî li ser Romana Berxikê Kesk

 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê, semînarek rexneyî li ser romana Berxikê Kesk ya nivîser Azad Ehmed Elî lidarxist, piştî kêlîkek bêdeng li ser rewanê pakrewanên şoreşa Sûriyê û pakrewanên gelê kurd digel sirûda Ey Reqîb de, helbestvan Ibrahîm Ebdî bixêrhatina beşdaran kir û bi kurtî li ser jiyana nivîser peyvî, û anî ziman ku nivîser du roman bi zimanê kurdî weşandiye,  (Yên perîşan1991- Berxikê Kesk2008),dûvre xwendinek hunerî li ser romanê çend nivîseran pêşkêş kir:


- Mehmûd Badilî ( Romana Berxikê kesk ya Dr. Azad Elî)
- Omran Yûsiv (Romana Berxikê kesk.. peyaleke nîvcoye)
- Salar Elo (Dûmahî ya romana Berxikê kesk)
- Xweşnav Silêman ( Leheng di romana Berxikê kesk de)
Gelek ji beşdaran jî li tevlî gengeşeyê bûn, pirs û rexneyên xwe li ser romanê dan xuyanê kirin, wek mamosta: Hekem Xelo, Bavê Serbest, endezyar Mustefa, Ibrahîm Xelîl, Hekîmê Revê, Gîvara Berekat, Sîpan, Selman Cewher û Wecîha Ebdirehman. pişt re D.Azad Elî spasiya hemû beşdaran kir li ser rexneyên wan, û anî ziman ku mebesta wî ji vê romanê gihişt û pêkhat û bersiva hin pirsan da.
Di dawîya semînarê de, M.Ibrahîm Ebdî spasiya partiya pêşverû ya dîmoqratî ya kurd li sûriyê kir li ser pêşwazîkirina wan ji semînarê re li hola Cegerxwîn û spasiya nivîserê romanê D.Azad Elî kir û hemû beşdarên amadebibûn.
Roja şemê 25/8/2012
 Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê
 Romana "Berxikê Kesk"
ya Dr. Azad Elî
Mehmûd Badilî

Berxikê Kesk romaneke nû ya Dr. Azad Ehmed Elî di sala 2008 an de bi alîkariya dezgeha SemaKurd ya çand û hunerê hate weşandin.
Bê guman, roman yek ji regezên wêjeyêyî pirr giringî di jiyana miletan de, bandoreke wêyî taybet di raman û bîr û çanda mirovantiyê de heyî, ew karîn li cem peyda dibe ku hemî bûyerên jiyana civakê çi komelyetî, siyasî, dîrokî û rewşenbîrî..td, tev bûyerên kesayetiyê li ser asta kesan di nav rûpelên xwe de bi rengekî hunerî bicivîne, û taybetî û giringiya romana " Berxikê Kesk" ji vir têt, ku rewşa kesayetiya şagirtekî " Ecnebî " ango di hindirê welatê xwe de ji mafê nasnameyê bêpare, tev bûyerên ku di pêvajoya jiyana wî de çê dibin û bandora cih û wa bûyeran li ser rewşa wîyî derûnî û li ser bîr û kiryarên wî bitevayî li ber destê me radixîne.
Bûyerên romana " Berxikê kesk", li ser jiyana kesekî bêpar ji mafê nasnameyê " Ecnebî " li sûriyê – herêma Dîrikê di salên heftê ji sedeyê bîstan de digere, kesayetiya "Kûvî" ew bûyera serekeye ku roman ji serî ta dawî bi giştî li hawîr jiyana wî digere, û tiştê herî balkêş sebaret bi vê kesayetiyê, ku nivîskarê me çi alî ji jiyana wî paşguh nekiriye, lê belê jiyana wî ji hemî aliyên civakî, aborî, rewşenbîrî, derûnî, kiryarî, xwendin û têkilîyên wî bi kesên hawîrdorê û cih û sirûştê re bi zimanekî xweş û hesan ristiye . Û guhdana bi vî rengî bi kesayetiya yekî pêbar ji mafê nasnameyê ku cara yekem di nava romanekê de tê raxistin, baş bala mirov ber bi vê kesayetiyê ve dikişîne weku regezekî rakêşanî di avakirina romanê de.
Ligorî şopandina me li kesayetiya "Kûvî" di romanê de, tê xuyakirin ku ew kesekî gundî ye, li gundê Mezira jêrîn rûniştiye, kurê yekî şivanê peze, bavê wî di romanê de " Xelîlê şivan " bi nav bûye, mirovekî hejar û belengaze, şivantiya pez dike, û merqa wî li dunyê ku kurê wî bixwîne û bibe textor, dêya Kûvî " Xezalê " kebaniya malê yî weku her jineke gundî tê xuyakirin.
"Kûvê" û neh deh hevalên xwe di xwendinê de biserdikevin, şehada bakelorya distînin, cara yekeme ku hevqas hejmar ji şagirtên kurdan di wan salan de biserdikevin, serkeftina Kûvî û hevalên wî li Dêrikê û gundên hawîr bûbû wek  şahiyekê, bi def û zurne, dîlan û sema, çepk û lîrelîr. Li vir nivîskarê me, dixwaze bide xuyakirin ku di salên heftiyane de kêm kes di nirx û qîmetê xwendinê de têgihiştîbûn, loma hejmarek pirr hindik ji xwendevanan hebûn, û serkeftin jî pirr kêm bû.
Lê tiştekî pirr balkêş di kesayetiya Kûvê de mirov dipelîne, ku ne wek hemî hevalên xwe di wê demê de diramiya, tevku nîşaneyên wî di bakelorya de baş bilind bûn û hemî şaxên endezyariyê jê re derdiket, lê xewna wîbû ku têkeve kolîca Beytre, di demekê de ku ew têgihiştin û bîrî li cem miletê me peyda nedibû, û mejiyê wan rengê vê xwendinê qebûl nedikir, belê bi şermî lê dimeyzandin. û romanvan ev tiştê ha daye xuyakirin gava havalên Kûvî " Mendo, Mûsa, Berzo.. li bende dikevin taku wî ji raya wî vegerînin û ligorî nîşaneyên xwe li kolîceke dî xwe tomar bike. lê Kûvî li ser raya xwe dimîne, û daxwaza xwe bi cî tîne, xwe li zankoya Hemayê di kolîca Beytre de tomar dike.
Gava em werin û daxwaza Kûvê ku Beytre bixwîne şirûve bikin, di
baweriya min de gelek sedem hene mirov dikare destnîşan bike, yek jê hezkirina wîyî bê sînor ji pez re, ku ji zaroktî de, ji çaxa ku çavê xwe li dunyayê vedike xwe li nêv berx û kulek û beranan dibîne. ji zaroktî de, berx diçêrandin, û alîkariya bavê xwe jî dikir di şivantiya pez de, bi hewesek pirr bi tund ji pez hez dikir ta radeyekê hingî dilê wî bi berxan dişewitî goştê wan nedixwar.
Sedema duyem, Kûvê mirovekî pirr dil tenik xuya dike, gelekî ji siruştê hez dike, ji avê, ji çemê Dicle, ji avjenî yê, ji şînahî yê, ji çiyayê Cûdî..û ne dûre ku hezkirina wî ji siruştê re û guhdana wî pê hiştibe ku ji xwendina Beytere hez bike daku nexweşiyên pez û dewaran çareser bike û nehêle nexweşiyên pez û dewaran ziyanê bigihîne siruştê.
Lê sedema herî giring belku em vegerînin hêla derûnî, çiku gelek caran peyv û gotinên bav di hişmendiya mirov de cih digirin, di çaxa ku Kûvî şagirt bû herdem bavê wî " Xelîlê şivan " li cem gundiyan, li her deverê digot dê kurê min bibe textor, û çîroka textoriya Kûvê ne tenê li Mezra binxetê belavbibû, belê çemê Dicle jî derbaskiribû aliyê Mezra jorî ya serxetê, û ne dûre peyva textoriyê di hişê Kûvî de hatibe meyandin, îca gava nîşaneyên wî ne di wê asta ku wî derbaske kolîca bijîjkiyê de, berê xwe da kolîca Beytere, ji ber dîsa gava vê xwendinê jî temam bike dê bibe textor, dîsa ewê pez û çêlek û mirîşkan derman bike, û xelk û mirovên wê deverê nema navê wî hildidin dê bangkinê textor.
Belê her em di nava rûpelên romanê de dibînin, bê çawa Kûvî berê xwe dide bajarê Hemayê taku kolîca Beytre bixwîne, mirovekî gundiye, cara yekeme xwe ji malê berdide, ji çemê Dicle û gundê Mezrê û ji dêyûbav û maliyên gund dûr dikeve. Nivîskarî me, bi rengekî xweşik li ser rewşa Kûvî ya derûnî û kiryarên wî radiweste, bi rengekî hûr-hûr xurdeyên jiyana wî li ber destê me radixe, êş û bêzarî , hestê tenahiyê, bîranîn û hestê biyaniyê ku hercarê wî digire, ji bilî têkilî û danûstandinên wî bi xelkên wî bajarî re nemaze têkiliyên wîyî rojane di hindirê kolîcê de ku di despêkê de gelek dijwarî di vê biwarê de didît ji ber qelsbûna zimanê wî yê axavtinê – zimanê Erebî – zimanê xwendin û danûstandinê li wî bajarî, her em dipelînin, bê çawa Kûvî li wêneyên ajelan digere taku xwe pê mijûl bike, dawiyê li govara Etlesî rast tê, wêneyeke ji çiya û çem û keriyek pez têde dibîne, ji xwe re dibêje ev çiyayê Cûdî ye, ev çemê Dicle ye.. û vê wêneyê û çendên dî li dîwarê oda xwe dadiliqîne.
Lê ji ber ku Kûvî gelekî ji xwendina Beytere hez dikir, hêdî hêdî bi xwendirê re guncaw bû, û hêdî hêdî ji bajarê Hemayê jî hezkir, tevku gelekî hejar û tengezar bû jî lê herdem hewldida xwe ku baş guh li xwendina xwe bike, serkeftina wî di warê xwendinê de daxwaza wîyî yekem bû li jiyanê, û bi vî rengî ew ji şagirtên yekemîn dihat xuyakirin, têkiliyên wî bi textorên kolîcê re û bi xort û keçên wê re bi rengekî xweristî roj bi roj dihate avakirin.
Lê mixabin Kûvî bi vê jiyana nû şa nebû, biryara berdana wî ji kolîcê derdikve, ev biryar û roja sêşemê dikevin hevde, îca ji bêçareyî Kûvî vê biryarê û nûseya xwe bi qederê ve girêdide " gava peyva bavê xwe li bîra xwe tîne ku roja sîşemê ne roja wan e". Kûvî bi dilekî şewitî karûbara xwe dike ku ji Hemayê vegere Mezrê, li Hemayê hêviyên wî derbeder dibin, xewnên wî diçirvirin, hêsirên wî sar digindirin, zîqezîqa Naorên çemê Asî tevlî kizkizandina can û mêlakên wî dibe, lê şîreta ku kargêrê kolîca beytere lê kir taku here xwendina xwe li bajrê Laziqiyê di enstûteya dewaran de temam bike wek tayekî jiyana xwendina xwe pê ve girêda.
Tevku xwendina beytere ne bi dilê bavê Kûvî bû jî, lê dîsa pitşgêriya wî kir û xerciya wî da yê ku here bajarê Laziqiyê û xwendina xwe li wir bike, Kûvî yekem car li tirênê siwar dibe, surişta bajarê Laziqiyê, çiyayê Elewiyan, gelî û zeviyên wê, derya sipî pirr pê xweş bû, vê carê bi xemgînî û bêzariyê hestnebû, belê kûr hestyar dibû ku ber bi jiyaneke nû de diçe.
Kûvî li enstûteyê li beşê dewaran navê xwe tomarkir ji bo xwendinê, lê gava navê xwe li dîwanê tomarkir, karbidestê dîwanê navê wî wisa bi lêvkir (" Kofî Xelîl Berafî.." û madê xwe pê re tirşkir û got ev çi nav e?! hûn kurd faşistin.. dûpişkin, ev ne navê mirovane.. ), li vir weku nivîskarê me dide xuyakirin ( ku cara yekê bû wisa Kûvî bi xemgîniyek dijwar hest dibû, ew cara yekê bû hestê giştî pê re peyda dibû, hestê dozên tevayî yê, hest dibû ku ne tenê ji kûvî kîn û dixsiyek heye, belê ji kurdan gişan, ji her xortekî kurd).
Tevku Kûvî gelekî xemgîn û diljar bû derbarî bûyerên ku pê re çê bûbûn, Bûyera berdana wî ji kolîca beytere li bajarê Hemayê, û peyvên ku yê karbidestê dîwanê dabû ruwê wî, lê evîna keça Elewî ( Zihûr ) jiyana wî ber bi aliyekî dî ve ajotibû, ewî bi xwe tucarî bawer ne dikir ku dê bi vê rêyê de bimeşe, ji ber ji bilî xwendina xwe guhdan bi tiştekî dîtir ne dikir, nemaze têkiliyên bi keçikan re, û ku carna çêla evînê û têkiliyên bi wan re dibû, ruwê Kûvî sor dibû, û berê axaftinê bi aliyekî dî ve diguhert, lê keça Elewî ya çav kesk dikarîbû wî ji rê bibe, û hestê evînê di hindirê wî de bilivîne. weku nivîskarê me xuya dike, ( evînê sîbera xwe berda ser wêrana jiyana Kûvî.. qedera wî bi xwendinê û bi Zihûr ve hat girêdan ). Gelek rojên xweş bi hev re bihurtin, li peravê deryaya spî bi hev re avjenîkirin, hezkirina wan ji dil û can bû, Kûvî bi wê re hestekî biyan wî digirt, hestê evîneke dilsoz û pak, hestê jiyaneke nû, hestê berpisyariyê digel parastina vê hezkirinê û berdewambûn wê, û dilsozî û dilpakiya wî ji Zihûr re pêtir xuya dibe gava bi tenê li ser peravê deryayê di nav du tehtan de dimînin, tevku ( dilê wî dibijiya ku Zihûr himêz bike, ew sing û ber, ew zik û navika wek bişkokeke piçûk), lê bi mêranî û semax, xwe radigirt ( şerme, ev keçik namûsa xelkê ye, pirr fihête, ez karekî ne di rê de bikim… keçik ji min hez dike, bawerî bi min anîye, dê bibite jina min).
Belê nivîskarê me, di vegêrana bûyeran de dide xuyakirin ku di rojên dawiyê de li xwendegeha beytere li bajarê Laziqiyê, evîna Kûvî û Zihûr deng da, hem li cem hevalên Kûvî û li alî yê malbata Zihûr jî, û ev bi xwe kêşeyeke di biwara şûkirinê de divê bê çareserkirin, loma em dibînin ku, pismamê Zihûr ( Ebû Elî ) dest ji karê xwe berdide, ji bajarê Helebê dide rê ber bi Laziqiyê de, tevku hezkirina xwe ji dotmama xwe re bi sistî dida xuyakirin, lê gelekî tirs û nevîna xwe ji şûkirina Kûvî û Zihûr diyar û eşkere dikir.
Her em di nava rûpelan de dibînin ku, Zihûr û pismamê xwe diçin serdana Kûvî, li oda Kûvî li hev dicivin, peyv peyvê dikişîne, axavtin di navbera wan de fireh dibe, pismamê wê gelek pirs ji Kûvî kirin, ew bi xwe regezekî mixaberataye, Kûvî gelekî ji kiryar û pirsên wî ditengije, lê bê sûdeye, wêneya Kûvî li ber çavê (Ebû Elî) reşe, hema di wê kêlîkê de pismamê Zihûr cavê xwe digire û devê xwe vedike: ( ez ne şaşbim min berî nuha tu dîtî, madê te li min ne biyanî yê. hûn ji derdora Endîwarê ne, ji ber ava Dicele ne, ha.. ha, ez ne şaşbim hûn berê xelkê Turkiyê bûn, aniha hûn Ecnebîne.. ez ne şaşbim).
Piştî vê serdanê, pismamê Zihûr raporeke ligorî dilê xwe hildide jor, encama vê raporê dîsa biryara berdana Kûvî ji enstûteyê derdikeve, di dema ku, çend roj mane dê Kûvî herdu salên xwe yê xwendinê bi dawî bike, Kûvî û şagirtên hevalên wî di ezmûnê de ne, kargêrê enstûteyê wî ji hola ezmûnê dikişîne taku saloxa berdanê pêş wî bike.
Belê bûyer li vir germ dibe, xwendina beytre, hezkirina Kûvî û Zihûr, guhdan û hezkirina Kûvî ji pez re, ji keskahiyê re, ji çiyayê Cûdî re, ji çemê Dicle re, ji siruştê re, ligorî wê raporê ne ji valahiyekê hatiye, hizir dibin ku ev tiştekî nû ye li nav kurdan peyda dibe û têkiliyeke wêyî mezin bi siyasetê ve heye, û ji bo vê yekê dîsa biryara berdana Kûvî ji enstûteyê derdikeve, û tenê bênc roj ji xwendinê re mane.
Ligorî vegêrandina nivîskarê me ji bûyeran re, em dibînin, rewşa Kûvî ya derûnî gelekî aloz dibe, nema bi hebûn û tiştên hawîr xwe ve hest dibe, bêzarî xwe berdide hindirê wî, jiyan li ber çava reş dibe, bi dilekî şikestî xatir ji hevelên xwendinê, û ji oda xwe dixwaze, û berê xwe dide bajarê Helebê, tirêna qederê wî ber bi bajarê Helebê de, dîsa wî ber bi jiyanke nû de, wî ber bi jiyanek ne diryar ve diajo.
Lê ji ber êş û azarên ku li bajarê Hema û Laziqiyê dîtibû, bi encama berdana ji xwendinê û bêzariya ku konê xwe di hinavê wî de vegirtibû, êdî nema dizanîbû raberî vê rewşê çi bike, çi biryarê bide, çi ji dêyûbavê xwe re bêje, û çi ji xelkên gund re, gelekî pê giranbû ku ji wan re bêje min xwendin bi dawî nekir û dîsa berdane min, loma em dibînin, ji ber giraniya dilsarbûn û bêzarbûna ku wî girtibû, berê xwe dide derewan ( na çênabe, bi çi rûyî dê ezê herim Mezrê.. ya rast ewe ez herim bajarekî din.. wek Helebê, wek Şamê. gerekê karekî bikim….). û wisa Kûvî li bajarê Helebê dadikeve, bajar li ser wî nû ye kesekî lê nasnake, çavê xwe digerîne, dawiyê pêrgî zilamekî û jinekê bi xeftanê koçerî dibe, dilê wî geş dibe, mêrikê koçer edrêsa hotêla ku lê razayîbûn nîşanî wî dike, xwediyê hotêlê kêfa xwe ji Kûvî re tîne nemaze piştî ku naskir ew ji xelkê Dêrikê ye, jê re astengiyên xewkirina kesên " Ecnebî " yên Cizîrê da xuyakirin, lê vê dawiyê gava zanî ku cil û nivînê Kûvî pê re ne, ew li ser banê hotêlê bi cih kir.
 Li bajarê Helebê, Kûvî tevlî karker û rêncberan dibe, weku yek rojê jî ne xwend dibe, bêr û qazme hildigire, rojê karekî dike, nêzîkî pazdeh rojan li wir dimîne, pereyê ku ji karê xwe girtibû, pê hin cilê nuh û hin hûremûr û kinc ji malîyên xwe re, çend qotî dermanê nexweşîyên pez dikire, wek Tixtorekî xwe ji çûna malê re amade dike. Her em dipelînin ku li gund rewşa Kûvî ber bi tenahiyê de diçe, kêm caran tevlî civat û şevbuhêrkan dibe, dûrî kesên gund dijî, ji bêkarî kevok û kîvroşkan xwedî dike, lê ev tenahî û dilsariya ku têde dijiya, ji nişkave tê birrîn gava çêleka Besê ya jinbî nexweş dikeve, ku çêlekê derzîyek dirêj xwariye, ew derzî gihiştiye kezeba wê, û Kûvî çêleka li ber mirinê sax dike, (bûyera saxbûna çêleka Besê, serdemek nuh bû di jiyana Kûvî de), ta radeyekê ku ji kêf û xweşiya hindirê xwe, sozê dide bavê xwe ku nema çixarê vexwe, diçe Dêrikê, dibe mêvanê Mendo, hevalê wîyî xwendinê, tenê ev hevalê wî dizane ku kûvî xwendin temam ne kiriye, lê Kûvî biryarê dide ku (ta rojek ji temenê min hebe divêt ez bibime Tixtorê beytere, û baş vî ilmî fêrbibim), dîsa hin dermanê mirîşk û dewaran dikire, ew û çend hevalên xwe ( Evdo, Xalid, Cemo, Mendo ) diçin li kevava çemê Dicle nêçîra masiyan dikin, li vir Mendo ji Kûvî re pêşniyar dike da ku her mamostayî yê li gundên berî yê bike. û bi vê pêşniyarê re, Kûvî ne dixwest zû xwe ji gundê Mezrê berde, nemaze ku nav û dengê wî derketibû dema çêleka Besê saxkiribû, lê mixabin herdem dolabê jiyana wî çep digere, vê carê gava mala Hecî Yûnis deng birin gundîyan ku çar mirîşkên wan bi dermanê Kûvî mirar bûne.
Dîsa Kûvî çentê deqdeqî hildigire, lê vê carê berê wî ne li xwendinê ye, belê berê xwe dide dayîra Terbî yê ya li bajarê Hesekê, û li gundê Wayilê, li nav êlên Ereban ( berîya Red ) bi cih dibe. Ligorî vegêrana nivîskarê me ji bûyeran re, her em dibînin gelek astengî têne pêşiya Kûvî, hema yek ji astengiyan ku ew dibistan tenê bi nav dibistan bû, lê bi viyan û dilovaniya xwe û bi alîkariya xelkên gund, dibistanê nû dike, tiştên ku jê hatibû dizîn tevî vedigerîne, û ji dil û can dewr û dersan dide şagirtên wî gundî û wan perwerde dike, roj û şev derbas dibin, hest dibe ku hatiye jibîrkirin, kes nema pirsa wî dike, lê vê dawiyê nameyek ji Mendo jê re têt, du polîsên li pişta mehînan siwar ew name gihandin destê wî, ji nameyê nas dike ku Zihûr mêr dike, îca di bin bandora vê nameyê de demekê gêj û tewş dimîne.
Lê weku tê xuyakrin, Kûvî li hember van bûyerên ku têne serê wî destê xwe nade ber xwe, kêferatê dike, ji jiyanê hez dike, Oda xwe ya li dibistanê xweş dike, civata gundiyan li oda wî digere, dîsa dixwîne taku bakelorya vegerîne, û li wî gundî jinek bi mêr ( Fide ) ji wî hez dike, xweşikbûna laşê Fide û spehiya wê bala Kûvî dikişîne, û Fide jê dixwaze ku bi şev derîyê oda xwe vekirî bihêle, lê ev karê ha ne ji sincên Kûvî ne, û wisa derîyê oda xwe baş digire, û dibêje çê nabe, ( ev jin namûsa xelkê ye).
 Lê mixabin herdem dolabê jiyana Kûvî çep digere, vê carê dewriya ewlekarên sînorê di navbera Îraq û Sûrî de dibin mêvanê wî, û jê dixwazin ku wek hemî mamostayên berê alîkariyê bi wan re bike. piştî ku dibînin, Kûvî bersiva wan nade, careke dî mêvantiya wî dikin û kaxezekê didin wî taku li ser emze bike, di wê kaxezê de didin xuyakirin ku şaxê ewlekarî ya Qamişlo ( Mielim ê mezin ) wî dixwaze. (Nêzîkî seet yekê piştî nîvê şevê Kûvî çav girêdayî derbaskirin cem Mielim), weku ji danûstadina yê Mielim pê re dike, xuya dibe ku her tiştî li ser jiyana Kûvî dizane ji roja ku çûye bajarê Hemayê û ta gundê Wayilê, û wî tewanbar dike ku di partiyek kesk de dixebite, û ji Kûvî dixwaze ku li va tewanan mikur bê. tevku Kûvî hayê wî ji va tiştan hemiyan nebû jî lê ew xistin zindanê û baş lêdan û sixêf û îhanet xwar. pişt re, wî berdidin û heyvekê derfetê didin wî taku ji xwe re bifikire, û rastiyê ji wan re bêje. Tevku rewşa Kûvî ber bi windahiyê de diçû, û nema dizanîbû bê çi li hawîr wî çê dibe, di ser re jî, dîsa vegeriya gundê Wayilê, û ew sal berdewam kir ta dawiyê. pişt re, dîsa li Mezrê, Kûvî xwe amade dikir bo ezmûna bakelorya ( kuh bibû ji xwendinê), rojekê berê xwe dide çemê Dicle, weku bêhriya avjeniyê kiribe, laşê xwe li ser zixurên berezîvê keva Dicle raxstibû, li ser qîreqîra du xortan gumlekê xwe ji ser çavê xwe rakir, ji wan pirsî çi heye, herdu xortan lê vegerandin ku Cîbek tije eskerin bi tiving û pirsa te dikin.( Kûvî bilez rabû, cil û berg, hûre mûr û pirtûka xwe kirin nav gumlek de, wek buxçikê lêkir û kire şaşik li serê xwe girêda, ber bi nava ava Dicle ve hêdî hêdî çû.).
 Û bi vî rengî, bi rengekî tiracîdî, Kûvî temenê xwe, jiyana xwe, xwendin û paşeroja xwe di ber pêlên Dicle de berdide, her tiştî li pê xwe dihêle, di wê terîşa avê de, di nav wan pêlên dijwar de hinekî bi serbestiyê hest dibe, tarîstan konê xwe li ser Mezrê û çemê Dicle vedigire, hêdî hêdî reşê Kûvî winda dibe, tarîping laşê wî dicû, şikeftên avê giyanê wî dadiqurtîne.
 "Xezala" dêya wî li pey dikir hewar, û hewara wê ber bi bê de diket, hêsrê wê dihatin xwar, gundî tev digeriyan û Kûvî weku peza avî here çûbû, û nema xuyabû, tenê gelek çîrok li ser hatin ristin, yên digotin ku Kûvî li bajarê Mûsilê hatiye dîtin, û yên digotin ku kûvî gihiştiye pêşmergan, û hinekan digotin nuha li cem Idrîs û Mesûd e, û bûye dabitekî mezinê pêşmergan, û gelek çîrokên dî.
Bi vî rengî, bûyerên romanê bi dawî dibe, bi rengekî tiracîdî tev êş û kul û derdên dijwar, ku hemî mirovên kurd, nemaze kesên " Ecnebî " gelek êşkence di biwara jiyana xwe de mîna jiyan Kûvî kişandine.
Bi rastî, ev roman hêjayî xwendinê ye, û di vê nivîsê de me xwest pêhtir em bûyerên ku di naveroka wê de hatine bidin xuyakirin, lê ew bi gelekî ji va tiştê ku me daye xuyakirin firehtire, îca hêjaye ku yek bi çavê nirxandinê xwe bi xwendina wê re biwestîne.

Romana Berxikê kesk
Peyaleke nîvcoye
Omran Yûsif
Berxikê kesk, Dêrik, Mezra jêrî, Kûvî…..  û tenê Kûvî lehengê romanê ye, ev lehengê laş girsî ser girover,  pî mezin nimre 47,  ev xortê bîst salî yê nû di bekelorya de bi ser ketî ye, ku yê yekem bû li bajarê Dêrikê, ev lehengê laş xurt û bi hêz ku em didin pey şopa wî di barkirineke ji cihekî ta cihekî em serpêhatiyên wî dibînin û pê re diêşin, ev serpêhatî û êşên ku mîna wan bi serê hezarên xortê kurdan ve hatine, wisa dibînim ku mijara romana berxikê kesk bi zanebûn hatiye hilbijartin û pir cîwarî têde heye.
 Lê heger em weke roman lê binerin û binerxînin, dibînim ku em li ber peyaleke nîvcone, tîna me naşikîne lê qirka me şil û hênik dike.
Romanbêj, nivîskar bi xwe ye, lê nizanim çima gelek pirs, bê bersiv hiştine û ji me re şirove nekirye..? ji ber ku ev şirovekirin xizmeta romanê dike û wê zengîn dike, û yek ji teknîkên nivîsandina romanê ye, lê nivîserê me, herdem movikan dibere bê ku wan têr bike û me jî pê re têr bike loma hest nîvco dimîne û wisa dîmen jî kêm dimîne.
Rewşdana cih û kesan û tiştan herdem ji derve de ye, ango rewşdanek disereye rewşa civaka gund, têkilî û ayîn û pêwendî windaye û em nabînin.. tevku gelekî pêwîst û giringe, çemkî ewe civaka ku lehengê me têde mezin û perwerde bûye û bandora wê yekser li ser kesayetiya Kûvî heye loma ta dawî em lehengê xwe nasnakin û fêm nakin, em nizanin têkiliya wî bi bavê wî re bi çi rengî ye, wisa bi dayika wî re jî, em nizanin ew yê çendaye di nav xweşk û birayên xwe de, gelo têkiliya wî jî bi wan re bi çi rengî ye, tenê tê xuyanêkirin ku bavê wî şivane.
 Ji alîkî din ve keça kurd û pîreka kurd jî di romanê de windaye gelo têkiliyên di navbera qîz û xortan de bi çi rengî bû, bi taybetî têkiliya Kûvî bi keçên gund re..? çemkî ev bingehe ji fêmkirina kiryarên kûvî re, yên dûv re derbasdibin (hezkirina wî ji Zihûr re) ew hezkirina dûşîze ku herdem Kûvî  xwe dûrî gihandina laşê wê dixist û jê direviya digot: şerme ev namûsa xelkêye, wisa jî bi Fida ereb re ta radeyekê jê ditirsiya (deryê dibistanê kilît kir wê şevê û tişt jî dane ber û tenê di xewna xwe da pê şabû) gelo ev kiryar ji ku hatiye û palner çiye??!! ev jî nayê fêm kirin… gelo şerm û fediye yan ramanên olîne yan ayînên civakîne dema ku em carkê tenê dibînin Kûvî nimêja sibehê dike?!….
 Di romanê de, ta em kiryarên kesan fêm bikin û bawer bikin divê em palneran nasbikin, hinek kiryarên xweristî hene, ne bi hacetî naskirina palnera ne, lê kiryarin ne xweristî nayên bawerkirin bêyî naskirina palneran.                                             
Rewşdana hundirî ji Kûvî re, dîsa em dibînin qelsbûneke têde heye, monoloc herdem nagihêje asta bûyerê, çemkî rewşa saykolocî ji kesîtiya Kovî re di romanê de, em nabînin (dema biryara berdana wî ji kolîca beytera li Hema yê derdikeve) di wê kêlîkê de, kela girî dikeve qirka me, lê em dibînin Kûvî qutyek Helaw ji male re dikire û dike çentê xwe yê hesinî, wisa jî dema biryara berdana wî ji enstûteya çandinyê ya li bajarê Laziqiyê derdikeve, û dema bar dike bê ku xatir ji zihûr bixwaze.
Gelo Kûvî kesekî hest sare….. yan çi meseleye…??!! ev jî nayê fêm kirin..?!                              
Dîroka bûyerên romanê ji pêşî de nayê naskirin ta em dighêjin dîroka zayîna kovî 1956 wê gave, em 20 salan tev lê dikin em dighêjin dîroka bûyerên romanê ango 1976 lê çima wê yê xwendevan, karê hijmartinê bike, gava ji pêşî de dîrok bê naskirin..? tiştekî din li vir gereke gava em dibînin ku bûyer û serpêhatî tev sedemên siyasî bi dû wan de hene, lê em tu şiroveyê nabînin li nik nivîser (romanbêj) û behsa tu bûyerin siyasî nayê kirin, weku rewşa siyasî ji wê demê re di romanê de tuneye.
Ji alyê din ve perçekirina movikên romanê û navnîşanên ku hatine danîn li ser bingeha xaknîgarî, tev girêdayîne bi cih (Mezra jorî- Mezra jêrî- Hema- Laziqiyê….)ne pir durist hatiye, ez dibînim perçekirin û navnîşanên movikan hatiba danîn li ser bingehin DIRAMÎ yên girêdayî bi bûyer û guhertinên mezin di jiyana lehengê romanê de.
Dûmahîka romanê xurt û xweşe û pir nivîser karîbû hestên me bihejîne.                                                              
Di dûmahîkê de ez dest xweşya nivîskar (Dr. Azad Elî) dikim û wek min pêşî got ez kêfxweşbûm bi xwendina vê romanê, û dibêjim: Min qirka xwe şil û hênik kir lê mixabin min têr venexwar.
 
Dûmahî
di romana Berxikê Kesk de
Salar Elo
Nivîserê romanê Azad Elî romana xwe bi rengekî neyînî bidawî dike, Kûvî, kesayetiya sereke di romanê de dikeve nav ava diclê de, pêlên çemê diclê yên dîn û har wî bi xwe re dikşînin ber bi jêr ve, û Kûvî winda dibe, nivîser dibêje: ((lê Kûvî xwe bi lez berda nav pêlên ava diclê de. Çem bê serî bû, şape bû, lehî bû, çem Kûvî wek pelek kaxeza çigarê di nav pêlan de bir)).
Ev bûyer jî, bûyera xeniqandina Kûvî di çemê diclê de, teqez dibe gava ku nivîser dibêje:((Kûvî li ser çerxek tenik di zîvirî, di nav babilîskek tarî de diçû xwar, li ser gerava nediyar di fitilî, newalek bê deselat ew dikişand, kûrahîyek bê binî bû, .... ew hêdî hêdî divexwar)).
Ji xwendina xêzên pêşî ji beşê di bin sernivîsa Pertûk de, dûmahî ya romanê vekirî dimîne çend kêlîkan sebaretî xwêner, û çend delîve li pêşiya Kûvî tên vekirin da ku ji xeniqandinê xilas bibe, nivîser dibêje: ((gelek çîrok li dor windabûna Kûvî dihatin ristin. Dihat gotin ku Kûvî li kevava diclê li bajarê Mûsilê hatîye dîtin. Peyivek din binehênî li nava gundên beravê digerya, ew peyv li ser rastî ya çûna Kûvî çîyayê Bêxêr bû, li gor wê saloxê dihat gotin ku Kûvî zû ava diclê û Xaborê Zaxo derbas kir û gihişte pêşmergan, hinek kesê din digotin, û esehî dikirin ku Kûvî li cem Idrîs û Mesûd dimîne, û bû ye dabitekî mezinê  pêşmerga.))
Lê yê xwêner dizane ji têvajoya romanê ku kesayetiya Kûvî li gor nivîser ew danîye tu dilheyîn li cem tunebû ku bibe dabitek di rêzên pêşmerga de, tenê dixwest bibe textorê beytera, ev salox dimîne ji peyvên gundiyan yên nerast, digel ku nivîser bixwe jî vê saloxê dihirifîne gava ku dibêje: ((lê piranîya gundîyan hizir dikirin ku di nav pêlên çemê diclê de xeniqîye, ew jî gihiştîye bihezaran yên ku berî wî çûne binê wê ava xopan, digotin û bawerî bi peyva xwe tanîn ku hêzeke dijwar di ava diclê de heye mirovan dikişîne hundirê xwe. Gelek çîrok, gelek saloxdan û peyv dihatin gotin. Dihat gotin ku termê kûvî dinav çirava binê çemê diclê de maye, û dê rojekê ava çem wê laşê wî bavêje bejê bi taybetî subeha înan.))
Bûyera xeniqandina Kûvî û windabûna termê wî di ava çemê diclê de dupate dibe dema ku bi heyvan tu salox nagihêjên diya Kûvî, ku kurê wê bisaxî yan bi mirîtî hatiye dîtin, nivîser dibêje: ((Kûvî ne dixuya, gundî ji derketina sipîdehên înê westîyan, lê derketina kevava diclê bû wek edeteke rojane ji dayika wî re, bi tenha Xezala dayik li benda wî bû, li dûrî avê li jor, li nav hêrik û keviran digeriya. Li dûr li ronahîya zîvîya elendê dinêrî, her sibeh kazibê, li demê zeraqa tavê, li çaxê rojhilat li çiyayê bêxêr difekir û dinêrî, bi dilşewatî digirî û dima li hêvî ya hatina Kûvî yê winda, delalê ber dilê xwe. Çavnêrî hatina wî biheyvan mabû, pir bihatina wî bawer bû.))
Wisa xuyanê dike ku nivîser romana xwe bi rengekî neyînî û reş bidawî dike, û ev dûmahîya neyînî rengeke ji rengên dûmahîyê di romanê de, bi xeniqandina Kûvî kesayetiya sereke di romanê de, di çemê diclê de û windabûna termê wî, lê nivîser li dawîyê dibêje ku jiyan berdewame, û çemê diclê biberdewam diherike, û bihezaran kes weku Kûvî vexwarine û çûne binê avê, ne diraweste û ne diweste, nivîser dibêje: ((lê gumîm û mişêna herkandina çemê diclê bi ser dengê wê diket, herkandin berdewam bû.. diclê diherkî, bi şev û roj ne dirawestiya, û ne diwestiya ji herkandina xwe ya ezelî. Diclê bê serî, bê binî, bê pîvan bê kev û armanc diherkî, û ber bi başûr ve bi tundî diçû.))
  
 
Leheng û tiştin din
di romana berxikê kesk de
Xweşnav Silêman
Romana berxikê kesk, û şêweya nivîsandinê ya nerm û tenik, pê re zimanekî hedan û hesan ku mirov tu westandinê li pêşberî xwe nabîne di xwendina wê de, û ziman ligorî romanê bi xwe ku bi rengekî riyalîzim hatiye, û ew pisindana hûrûmûr ji serî ta dawî ji baristeyên cih re çi yên bi liv û yên bê livok, mirov bi hezkirin ber bi xwendina hundirê xwe ve dikişîne.
Berxikê kesk, romaneke nû ye hêjaye ku mirov li ser raweste, û dadmend be di gel mafê romanvan de, lê pirseke pir giring jê kêmbû, pirsa hevpeyvîna navxweyî (Monoloc), û ev yek bûye pirsgirêk, û alozî gihandiye mercên romanê ji hêla şêweya livandinî, û veguheztin, û daketin û hilkişandina di çarçewa cih û avahiyê de di nava romanê de.
Mirov baş di bûyera romanê de digihêje dema wêneya qonaxeke taybet (salên heftêyan ji sedeyê bîstan) û li ser bûyereke xuya hatiye ristin (kesê bê nasname li hundirê Sûrî),  lê bêyî ku mirov têr bike, keyferatî û jîndarî pir qelse sebaret danûstandina bi bûyerê re, û ev yek dihêle mirov bi pirse, gelo livandina kesayetiyên romanê ji cihekî ta cihekî di hundirê van çarçewan de " Çax, Cih, Bûyer" wilo bi rengekî kinûkurt bi biryara yê romanvan çê bû ye, yan bi sedema binçavkirina kesayetiya "Kûvî" lehengê romanê ta radeyekê ku koka wî ya civakî yî giştî li hawîr wî paşguh kiriye bi carê?.
Her em dibînin ku kesayetiya yê leheng baş li ser kar nebûye, lehengekî bê amak û xewn û biryare, yan mirovekî ne serkêşe di jiyanê de ku gelek kelem û astengî li pêş derketin nemaze di warê xwendinê û berdana wî ji kolîcê bi sedema siyaseta şovînî ya rêjîma desthiladar, her em dibînin "Kûvî" mirovekî tirsonekebû, pêşberî alozî û nûseyên girin di jiyana xwe de, ku hergav dibûn weku hîmekî di riya wî de, ji hêlek dî ve, ew ne hêjayî hezkirina "Zihûr" bû, ku vê keçê hezkirinek mezin da wî, û karîn li cem hebû ku xwe gorî wî bike û li pêşberî hemû astengiyan rawest, ji ber van sedeman "Kûvî" weku leheng, tiştek bisernexist, û tim têkçûyî ji pirsgirêkên jiyanê derdiket, û tu hêzek lehengî di romanê de cîbicî nekir, ango ne bû regezekî guhertinê di hundirê romanê de, û tiştek ne bir serî, ji ber wilo ligorî nerîna min çê nabe ku ew lehengê romanê be.
Dûv re nivîskarê me, lehengê xwe dide pêş xwe û wî digihîne encamên ku ew dixwaze ji romanê, weku li lehengê xwe siwar bibe, lehengekî ne erînî, wek yê di guhê ka de be, bê xewn, bê serkeftin, bê piroje, bê biryar.
Wisa romana berxikê kesk, romaneke bê lehenge, kar û bar û kêşeyên rojane têde wenda ne, tevku nivîskarê me bi şêweyekî endezyarî û zimanekî xweş û nerm di pesnê cih de bi serketiye, lê cih bi xwe jî mirov nikare bike leheng ji ber dûbarekirina pesindana cih bi xwe ku alozî gihandiye avakirina romanê ji hêla hunerî.







 

 

 


   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark