Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çend kurtebêj di damezrandin û sazkirina dewletê de «Nêrîn û helwest»

 


Melevan Resûl   Yaneya Ehmedê Xanî ya rewþênbîrî / Dêrika Hemko/ simînarek li ser pêvajoya dewltê di pêngavên dîrokî de li navenda çand û huner li bajarê Dêrika Hemko bi beþdariya girseyek ji rewþenbîrên heremê hate li dar xistin , simîrvan Berdirxan Mîrza babeta mijare amade kiribû , Þev bi pêþkeþkirina nivîskar Melevan Resûl ve hate birêve birin , piþtî kêliyek bê deng li ser giyanê hemû pakrewanên kurdistanê û þoreþa Sûrî , simîner hate xwendin û li ser van xalên jêrîn dabeþ bibû :


-  Pênasîna dewletê ji serdemên kon ta roja îroyîn , li gor pênasîna siyasetvan û civaknasên civakî ve
 - Nimûeyên desthilatdariyê bi þêweyê dewletî ve
 - Çend mînakên giring di pêvajoya sazkirina dewletên mîna imperatorî , mîrniþîn , þahînþahî , qiraltî û komarên serdema nû .
 - Sedemên nekarîna miletê kurd ji bo avakirina dewletek serbixwe ta roja îro . -         Çareserkirina aloziyên dewletên ku li ser hîmên nijad , ol , bîrdoz hatîn avakirin û careserkirina kêþeya kurd di dewletên desthilatî kurdistanê . Di dawî de hate zanîn ku dewletên pir nijad bi vî þêweyên li rojhilat peydabûyîn , ew bûne parçek ji aloziyê bixwe û serdema dewleta netewî ( nijadî ) derbas bûye û pêwistî bi dewletên li gor pîvanên þaristanî heye heger em nebêjin di bingihê xwe de dewlet bi xwe tê wateya desthilatiyê û giringe dewlet bi vî þêweyî were herifandin û li þûnê komonên civakî werin saz kirin û sîstemek dûrî bandora dewletî were damezrandin , tê de hemû kes karibe nasmaeya xwe û beþdariya xwe di rêveberiya xweser de bi pêþ ve bibe .
 Dawî deryê guftogoyê li ser naveroka babetê hate vekirin û derbirînên beþdaran mijar têr û teseltir kir .   Yaneya Ehmedê Xanî ya rewþênbîrî – Dêrika Hemko
 17/8/2012 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark