Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newala Hespist ê

 


Luqman Silêman

Newala Hespist ê, ne wek tu newla ne?. Ne ji ber ku nevê wê Hespiste, ji ber ku bi rastî jî ew newalek seyre û ecêbe? Bi hemî tiştên xwe ve. Çi ji hêla dirêjiyê û yan ji kurbûna xwe, û ji zinar û şikeftê xwe. Bê goman newala Hespist ê  jî weka hemû gelî û zinar û newalên ku bi çêbûna gerdûnê re çêbûne! Lê Hespist cidaye ji gelek newal û gelî û zinar û dar û deviyên li wê deverê?. Ji lewra Turka navê wê kirne Newala Dujihê?. Lê gelo navê Dujih ji kengî de lê bûye ji hêla Turkan ve?.


 Gelo ev nav ji Şoreşa Mîr Bedirxanê mezinve ye, yan ji ya Seyîd Rêza ve ye, û yan Şoreşa Şêx Se`îdê pîran ve ye, yan ji Şoreşa Pkk ve ye??!!. Ji ber ku tê gotin çaxê ku berê Leşkerê Turkan di kevê Newala Hespist ê, wek ku mirov kesekî bigrê, û wî bavêj e nav komeke şêra hingî sehwa newala Hespist ê, xwe di nava rayê dilê leşkerê Turkan de girtiye, û tê de pîbûye. Gelek cara Girêla ew lehingê çiya di wê newalê de cîgirtine, û weka carkê cara weka bav û bapîrê xwe termê serbaz û Cirdevan û leşkerê dijmin bi ser hevede rêzkirne, û bûne wek bizmarê sefîna Nûh di pêşiya dijminê kevnar de. Ew di newalê de werkirne. Newal li wan kirne Dujih û diniya li ber çavê wan xwînmija tarî kirne, û rêya bazdanê li ber wan girtine. Ji lewma Turkan navê Hespist kiriye newala Dujihê.
Newala Hespist ê, biqasî dih kîlo mitran li rojava û bakurî bajarê Hezex ê dikevê û gundê Hespist li ser devê newalê ye ,û di nav wan kevirê reşde hatiye avakirin. Lê gelo çima navê gund û newalê bûye Hespist. Em ê li vê bipirsin? Lê mane gerek em herin newalê jî bibînin, ka bê çaweye?. Ji ber ku tumbêl naçin wê newalê û her kes jî newêrê herê wir?. Gerek tu bi serê xwe tumbêlekî bibê ta ku herê newala Hespist ê bi çavê xwe bibîne, û çavê xwe jî pê ronî bikê. Hevalekî min li Hezex ê heye matorekî di ling li ba wiye, êvarî ji min re got: ?"Heger tu di xwaze here newala Hespist ê gerek em sibê hinekî ber biwext herin, beriya ku gerima Hezexê xwe berdê ser serê me û lê dibê ku Cendirme jî me bigrin". Min jêre got: Deka tu min bibe ez çavê xwe bi wê newalê ronîbikim wê çaxê çi dibe bila bibe, çimkî bi hezarê cara bavê min ji min re li ser vê newalê axivî ye...   Roja dî em li matorê  xweyê diling siwar bûn, û me berê xwe da newala Hespista kevnar. Dibin dengê matorê diling  de, û li peyme bajarê Hezex ê. di ciyê xwe de ma. Piştî ku em gihan ser devê newalê, û me da ser wê rêya ku di hinavê çiyayê kurdan de, weka Marekî ku xwe di şêlînê hatiya kolan û ser jêrdibê ta ku dighê ser wê ava zelal, ya ku bi hezarê Pezkovî ,û hirç, û xezal, û hemî beşê lawira ji  avê vedixwin. Em  berjêr bûn bi wê newala rojhilat û rojava de,  ya ku Xwedê ji dilê xwere  di nava dilê kurdistanê de ve kirî.Em daketin lê daketina di wê rêya xwaro maro de pir ne xweşe, xweşiya newalê ne wek ku mirov di welatê  bav û kalê xwe de bi turs bigerê? Lê ew çiya, û newal, zinar û keliyên ku bi sala ne di bin destê dijmin de dinalin nalîna sala ye û qorîna wan li ezmanê hefta disekinê, û di pirsin. Gelo ma bindestî ji min re hatiye, ma ta kengî ezê bindestê dijmin bim, ka kurdên Comerd çidikin ka mêraniya kurda?! Heger ku kurd xwe nasnakin bipirsin ji Eskenderê Meqdonî bi pirsin? Ji kevir û zinarê min, ji çem û kaniyê min, min çiqas berxwedan dijî dagirkerê kurdistanê kiriye, min çiqas xwîna xweya zelal li ser van kevir û zinar û keliya rijandiye, min bi mêranî leşkerê dijmin ji hev tar û markern e, min çiqas qurbanî dane da ku kurd hebin û bi ser firazî bijîn?. Li nêzîkî nîvê rê hevalê min sekinî. ji min weye ku em gihan ji lewam min jê pirsî ma em gihan? Li min nêrî û keniya got: "Em li ku newal li ku ez tîbûme ma tujî avê venaxwê"? Min jê pirsî kanî av? Gote min: "Va ye kaniya hevala"! Min dî vaye av ji tehtê tê xwar û tasikek piçûk li ber danîne da ku mirov pê avê vexwe. Min ji hevalê xwe pirsî? Dêmek ev kanî ne kevne ji lewma navê wê kirne kaniya hevala? Wî ji min re got: "Na beriya demakî du heval li ser vê kaniyê şehîd ketin ji lewma navê wê bûye kaniya hevala". Ji nûvre me fatihek li ser canê wan şehîdê ku ew rê bi xwîna xwe vekirne xwend, û em cardî bi jêrde çûn ta ku em gihane ciyê ku matorê me nema karî herê, û em li wir sekinîn û me matorê xwe li wir sekinadin û me da rê, ta ku em li binê newalê liqayî di kesa bûn? Me silav li wankir lê ew herdû mirov herkê çivtek li milê wan bû. Yekî ji wan li min nêrî û ji min re got: "Tu ne ji binxetêyî" ? Min lê vegerand belê ez binxetîme. Min jî rabû ji kalo re got: gelo ez dikarim hin pirsa li ser vê newalê ji te bikim? Zilam got: "Belê çawe tu nikarê". Min jêre got: çi wateya navê Hespist ê, û ji kengî ve ev nav lêhatiye kirin..? Kalê biçivte ji min re got:" Ez nizanim ji çi demê veye, û kî ev nav lê kiriye? Lê li gor ku bav û kalê me ji min re gotine. Dema ku pêşiyê gundiyên Hespist ê, gund ava kirne û piştre jî xwestine Dêrekî ji xwe re di gunde ava bikin, û  dest bi kulana ciyê Dêrê kirine, û di kolana ciyê Dêrê de bi wanre marekî mezin derketiye, û Hisehis û kufe kuf ji wî marî dihat, û ji wê demê de navê gund kirine Hespis..!? Başe ma xelkê vî gundî kîbûn çi kesbûn..? Kalê bi qutik got: "Ne di bîrayê min de, lê pêşiyê me ji mere gotine ev gund di taxbûn yek taxa Harûnan bû, û yek ya Omerkan bû, û ew tev xiristî  bûn. Lê dibêjin vê dawiyê mirovek Musilman hetiye nav wan û ew tev kirne Musilman"?. Û li dora xwe zîvirî û ji min re got: "Li vêdera han  aşê Aqo hebû ew aş li ber vî çemî hatibû çêkirin lê ez nizanin ji kengî ve. Li ser destê meyê çepê zinarê bilindbûn û xuyadikir ku hemî şekeftin". Min jê pirsî navê van şikeftan çiye? Kalê bêdiran ji min re got: "Tu wê zinarê dibînê".? Min gotiyê: belê ez dibînim. Gote min: "Ez yeqîn nakim ku tu karibê xwe bighînê wir, ew odene û navê wê Mîra Hêkê ye"?! Min jêre got: Ev tê çi wateyê, û kî ev nav lê kiriye..!? Kalê biçivte ji min re got: "Ez ji ku dizanim hema ez bîrewer bûme, û ev nav lê ye. Min sipasiya kalê biqelûn kir, û  min xwest ku herim rexê dî yê avê, lê kalê ji min dûr got: "Mane gerek tu derbasî wî rexê avê bibê û ez yeqîn nakim tu bi tena serê xwe karibê derbasî wî rexê avê bibê bê ku xwe şil nekî ji lewma ka wer ez ê arî te bikim, ta ku  ti herê wî rexî". Em û kalê bişûtik  ji hev qut bûn û me pişta xwe da hev weka piraniya kurdê ku pişta xwe dane pirsa xwe û bi destê xwe pirsa xwe di gelek ciya de di herifên in?. Piştî ku em ji kalê piçarox dûrketin ez li pey hevalê xweyî serxetî dimeşim, û min dî hevalê min di ciyê xwe de sekinî û bi destê xwe ji min re jî got: "Bi sekine"?!! Min jê re got: çi heye?. Wî ji min re got: "Marin em nikarin di vire herin"? Ew der hemî dar û hevîne û xuşe xuşa avê ye.  Me hinekî li dora xwe nêrî û me rêya xwe ji ser wan mara guhart û me berdewamkir lê gerek cardî em herin wî rexê avê da ku em herin wan şikeftê ku kes nizanê ji kengî ve di damarê wî çiyayê bê kesde hatine çêkirin?. Em di ber çemê bêdeng re meşiyan ta ku me dî va qurmekî dara li ser avê danîne, û em di ser wê darê re bê zimanre derbasî wî rexê avê bûn. Lê bi derbasbûna me cardî hevalê min bi destê xwe ji min re got: "Bi sekine"? Ez sekinîm û min jêre got: vêcarê çi heye? Destê xwe bi darêvekir û gote min: "Mar li ser darê ye gerek em rêya xwe biguharin"? Cardî me berê xwe guhart û me rêya xwe berdewamkir lê nîvê çiyê ez rûniştim ji ber ku nema min karî ez bighim hevalê xweyî çeleng.. Ez li binê darekî rûniştim lê ez nikarim baxivim bihna min nema diçû û dihat? Tenê ez li dora xwe dinêrim di bin xwe re di ser xwe re li hevalê xwe dinêrim. Piştî domekî min da xwe û ez bi çiyê de hilkişam ta ku ez gihame hevalê xwe. Wa li benda min sekiniye, û li ser devê zinarekî rûniştiye.. Min jî pala xwe dayê û em domekî ji xwe re li ser wî zinarî li ber wî bayê hînik û xuşe xuşa ava bindest rûniştin.. hevalê min got: "Rabe em herin beriya ku tîrêjê rojê xwe berdin ser rûyê geliyê razayî, û me şepirzebike. Em cardî berjêr çûn ta ku em gihan ber pipelûkê ku di wî geliyê bê ziman, û bi destên kesê ne diyar, û bi alavên ne xuya hatine kolan??. Hevalê min hilkişa bi pipelûkên ku hatine herifandin ve çû! Û ji min re got: "Were"
 Min jî da ser şopa wî lê mixabin li nîvê rê û beriya ku ez lingê xwe deynim ser wan pipelûkê ku ne her yek dikarê lingê xwe deynê ser wan? Mame sekinî û min ji hevalê xwe re got: Ez nema karim werim? Hingî hevalê min ji min re got: "Were tiştek nema va tu gihayî" Lê min nema karî ez hilkişm jor û ez bi şûnde vegeram, û li binê zinarê li benda hevalê xwe mam û min jêre got: Were Kamê bibe da ku tu ji min re wêneyn  ji wan şikeftan re bikşîne? Her ez nikarim werim û bi çavê xwe li wan şikeftê ku kes nizanê ji kengî ve hatine kolan, û çawe ew ode di wê bilindiyê de kolane, û bi çi alavan kolane..????
Di wê bilindiyê de heşt ode hatine û li pêşiya wan oda wek belkonekî heye, û bi qasî mitr û nîvê belkon fere ye, û deriyê pênc oda li ser wê belkonê ye, û sisê jî deriyê wan li ser hevin û weka bîrekî jî di wirde heye, lê av çawe tanîn û ew bîra xwe dadigirtin ew ne diyare? Lê ez bawerim çiqas mirov bêjê ne wek ku mirov bi çavê xwe bibînê?
Û li rexê dî ew jî tê xuyakirin ku pipelûk ji ber avê birine ta ku birine wan şikefta. Lê mixabin hin ji wan hatine xirakirin, û ji min re hate gotin ku ew bi firoka hatine xirakirin ji ber ku gelek cara Turka bi firoka ew newal gulebaran kiriye?  Ez ê hin wêneyê newala Hespist ê bi wêşînim......
Nisêbîn14.7.2012
Luqman_sileman@live.se



















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark