Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Efrīna min

 


Yasîn Hisên
Amûdê

Ji dûriyê, ez peyama xwe ji Efrîna delal re dižînim, bi kezebeke žewitî, bi dilekî xemgîn bi hêstir ez dîmenên xwînê li ser bedena wê ya ciwan dibînim.
Xwîn ne layiqî bejna te ye Efrîna me, kužtin di kultura te de tune ye ey bajarê xwežik û sipehî, tu nîžana žaristaniya me ye, de xwe bigre li himber van pîlanan.
Gelek caran me di nava xwe de digot: Ku dunya xwež bibe, pêwîst e Efrîn bibe mozexaneya žaristaniyê li Sûrya, her kevirekî wê žûnwarê žaristaniyekê ye.


Efrîn dewlemend e, bi žûnwarên xwe, bi xelkên xwe, bi hunermendên xwe, bi dastanên xwe, bi çiyayên xwe… Û bi hevalên min î hêja.
Vê tevliheviyê bisekinînin, li dijî derewçîn û tevlihevan derkevin, wan bihetikînin. Nehêlin bûka welatê me di cilên bûkaniyê de sor bibe, çiko Efrîn ji xwînê hez nake, Efrîn Ažtî ye, Efrîn bedewî ye, Efrîn hemû rengên xwežik yên cîhanê di nava xwe de himbêz dike.
Hêviya min ji hemû nivîskar û rewženbîrên kurd ew e ku li dijî pilanên xerabiyê derkevin û nehêlin bedena welatê me bibe meydana pilanên derewçîn û fesadan.
Ez omîdewar im ku rojek nêzîk wê bê û em ê li hawîrdora kela Hûrî bi hevre bibêjin: (Efrîn bûkek Delal e, cîwarê bav û kal e)
De vê hêviyê di dilê me de nemirînin, bihêlin heta hetayê em sitranê xwež û xwežik li ser welatê xwe bibêjin.


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark