Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Li Qamişlo Hola Mîr Celadet Bedirxan Hat Vekirin

 


  Konê Reş

   Îro 01/07/2012, bi helkeftina ku Hola Mîr Celadet Bedirxan li Qamişlo ji rex Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê, bi seroketiya mamoste Salihê Gedo û beşdarbûna cemawerekî mezin ji Kurd, Ereb û Mesîhiyan hat vekirin, Kêfxweş dibim ku bi vê kurtejinenîgariya wî beşdariyê bikim û we agahdarî xebat û karên wî bikim.. Belê di destpêkê de ez Hola Mîr Celadet Bedirxan li xelkên Qamişlo pîroz dikim.. Îro bi helkeftina vekirina Hola Mîr Celadet Bedirxan li bajarê Qamişlo, ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rojnamegeriya kurdî bi qurtek av, ji bîra mîr Celadet Bedirxan hênik bikim.


Bi min xweş e ku di destpêkê de gotinek Şêx Ehmedê Xanî:(1651-1707), bînim ziman:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya bi çi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..
 
Mîr Celadet Bedirxan yê ku gotiye: (Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn  ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ bi lêv bikin. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane..

 Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin ..)
*          *          *
   Ez ne bawer im ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî, ji dil û can xebat û bizav di ber gelê kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.
  Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847an ve, di koçberî û sirgoniyê de dijiyan, lê wan qet Kurdistana xwe, warê bav û kalên xwe jibîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirgoniyê de, di bin şert û mercên çetîn û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn, bi gotin û kirinê dixebitîn, çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi di warê siyasî û konevanî de, û wiha tev di sirgoniyê de dûrî xaka Cizîra Botan mirin.
   Her û her daxwaza wan pêşxistina gelê kurd û bilindkirina navê Kurdistanê bû û wiha wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtu ji gelê kurd re hatine ava kirin.

   Hêjaye gotinê ku di sala1991ê de me li Qamişlo 40 saliya koçkirina Mîr Celadet vejand û va îro em hola wî li bajarê Qamişlo vedikin.. Piştî her du hevalên wî Yûsif Melek xwediyê rojnameya Esra û Mensûr Şilîta yê avokat di dadgeha Bostin de li Amerîka..
   Mîr Celadet Bedirxan yê ku li ser rê û şopa apê xwe (Miqdad Medhet Bedirxan) diliviya, hawar û gaziya wî ji ya apê wî bû. Ew apê ku di roja 22ê insana 1898"an de,  yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre weşandiy û di nav kurdan de bibelavkirin daye û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kiriye û gotiye: (Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..)
   Tiştekî giring heye, pir bîr û baweriya min pê tê, ew jî eve; yê ku li kevnê xwe ne pirse, lê neguhdar be û neparêze, zore ku karibe di pêşerojan de, tiştekî durist û aktiv ji gelê xwe re pêşkêş bike.. Vêca gereke em guhdariyê li vê yekê bikin, li wan mirovên xwe yên kevnar miqatebin û gelê xwe serwextî jiyan û xebata wan bikin.

 Fermo bi kurtahî jiyan û xebata mir Celadet Bedirxan sehbikin:
   Tevî  ku mirê dûmahiya welatê (Botan), mir Bedirxanê Azîzî, di sirgunê de li Şamê, di sala 1868 an de çûbû ber rehma Xwedê, lê siltanê Osmanî rê neda kurên wî bi vegera warê bav û kalan" Cizîra Botan", piraniya wan kirin hakim, walî û paşa, lê li dervî welatê wan, da ku ji şer û bela wan xelas be…
   Hing ê" Emin Alî, bavê mir Celadet  kurk ji wan kuran bû, para wî bû hakimê cezayê li Stanbolê. Di wê hingê de, Xwedê kurek dayê, nave wî kir Celadet, ango sebir û saman, ji ber ku pir bi hêvî bû ku, wê tengayî xelas bibin û rojekê li welatê xwe Botan vegere.. Vêca sebir û saman dikişand.. lê mixabin, ew hêviyên wî pêre çûne gorê, li cihekî dûrî welatî wî bi gelekî, li Misrê, bajarê Qahîre, di sal 1926 an de.   Lê kurê wi Celadet ew hêviyên bav û bapîrê xwe, bi xwe re hilgirtin û  hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temê xwe. Û wiha Mîr Celadet bi welatparêzên kurdan re, bi bav, ap, pismam û birayên xwe re komeyên kurdî yên pêşîn di Stenbolê de ava û sazkirin. Di sala 1914 an de, di eniya Qefqasê de, beşdarî di şerê cîhanî yê yekemîn de kir, ta ku giha Tebrîz û Bako… 
   Di sala 1919 an de, ew û birayê xwe Dr. Kamîran, Ekremê Cemîl paşa û Fayiq Tewfîq(Pîremêrd), ji Silêmaniyê di gel mêcer Newêl yê inglîzî, li kurdistana bakur geriyan, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin berî ku peymana(Sîverê) bê morkirin di navbeva hevalbendan û dewleta Osmanî de.. Di sala 1922 an de Mistefa Kemal paşa fermanek deranî bi kuştin û sirgunkirina malbata Bedirxaniyan, vêca ji neçarî tirkiye li şûn hiştin û bi şar û welatên dinyê ketin, ta ku ew û birayên xwe Kamiran, li elmanya bi cî û war bûn. Bavê wî Emîn Alî û birayê wî yê mezin (Sureya: Dr Bileç Şêrko) xwe gihandin Misrê, bajare Qahire. Hingê mîr Celadet li elmanya xwendina xwe di avokatiyê de bir serî  û dest bi xwendina doktorayê kir. Lê dema ku sehkir şoreşa şêx Saîdê Pîranî dest pêkiriye, di derhal de xwendina xwe li rexekî hişt û xwe bi şoreşê ve gîhand.
   Mixabin ew şoreş ne di çax û demê xwe de destpêkiribû û dawî bi hovitî hat perçiqandin..Mîr Celadet jî, polîpoşman careke din zîvirî almaniya. Di sala 1927 an de mîr Celadet û Memdûh Selim beg Wanlî, bi alîkariya ermenyian, komela" Xoybûn" li Libnanê damezirandin. Bi beşdarbûna gelek welatparêz û serokên eşîrên mezin di kurdistanê de wek: Dr. Şikirî Segban, Memdûh Selîm Wanlî, Haco Axa, Emînê Perîxanê...Hwd
   Di sala (1929_1930) de xwe amade kirin ji şoreşa (Agrî) re, ku ji sînorê sûriyê êrîşî tirkan bikin û bavêjin ser Mêrdinê, Midyadê, Ûrfa û Cizîrê.. De ku akama artêşa tirkan ji ser şoreşvanên Agrî sivik bibe. Lê sed mixabin wek ku mîr Celadet û hevalên xwe dixwestin bi wan re neçû serî. Ji ber ku hingê axa û begên Binxetê xwe bixwe ji hev nerazi bûn û şerê hev dikirin.. Vêca mîr Celadet ji neçarî xwe bi şoreşa Agrî ve gîhand, da ku di şer de li kêleka (Îhsan Nûrî Paşa) û (Îbrahîm Hesko Têlî ) be…
    Lê sed  heyf û mixabin, ew şoreş jî bi destê tirkan, bi tindî hat qurmicandin. Serokên wê jî, ji neçarî xwe li îranê girtin û mîr Celadet Bedirxan di gel wan.
    Li Tehranê, mîr Celadet bi şah Riza Pehlewî re rûnişt û doza alîkariya kurdan lêkir, lê şah Riza xwe neda ber tutiştî, tiştê ku xwe da ber, ku mîr Celadet biya wî bike û bibe şalyarekî bi kêfa xwe li dewleteke ewropî..Lê mîr Celadet bi vê tevdîra Riza Pehlewî razî nebû, vêca Pehlewî ew bi darê zorê ji tixûbên îranê deranî û berê wî da iraqê.. Di wî çaxî de li îraqê, hikumeta ingilîzî şerê kurdan dikir, dema ingilizan sehkir ku mîr Celadet li Bexdayê ye, ketin hev de û rêtengî jêre cêkirin. da ku ji îraqê derkeve. Ji ber ku mîr Celadet Bedirxan di wê hingê de wek sembolekê bû ji netewiya kurd re. Û dawî ji necari mîr Celadet ji Iraqê derket û careke din xwe li sûriyê girt. Li sûrî jî, hikûmeta firansî ya ku desthilat bû, dest danîn ser û ew şandin Şamê da ku di bin rûniştina zorê de be, wek piraniya Kurdperweran.. Wiha mîr jî ket bin rûniştina zorê de li Şamê, di gel welatparêzên kurdan, serokên êl û malbatên mezin yên sirgunkirî wek Malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî, Dr. Nafiz Zaza, Memdîh Selîm, Haco Axa û zarokên wî, Qedrî Can…
    Di sala 1932 an mîr Celadet bi serokên êl û eşîrên kurdan re, bi şêx, mellan û welatparêzan re komelak damezirandin bi navê: (Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz li Cizirê ), nemaze ji bo wan kurdên ku ji tirkiyê mişextî û sirgunî Binxetê bibûn û piraniya wan tazî û bircî bûn. Vêca ji bo alîkariya wan, ev civat hatibû ava kirin û gelek malik li şar û gundên Binxetê hatibûn vekirin. Hinge serokê civatê li bajarê Şamê Dr. Ehmed Nafiz Zaza bû û li bajarê Hesekê Hesen axa Haco bû.. Ji ber gelek sedeman ew civat jî pûç derket û mîr bê hêvî bû.
   Mîr, rabû rêke nû da ber xwe, ku bi tena xwe kovarekê bi zimanê kurdî tîpên latînî di nav kurdan de biweşîne, bi wê alfabêya latînî ya ku ji sala 1919 an de pê mijûl bibû.. Wiha di roja 15.15.1932 an de hejmara pêşîn ji kovarare xwe (Hawar) çapkir li Şamê û di nav kurd û biyanyan de belavkir û hawar û gazî kurdan kir û got:
   (Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xweşiyê vedike. Hawara me berê her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e…)
 Ew cara pêşîn bû ku alfabêya kurdî latînî berdestî berdestî xwendevanên zimanê Kurdî dibe. Di gel kovara "Hawar " ê re, di roja 1/4/1942 an de, mîr Celadet kovareke din bi navê "Ronahî" xurû bi kurdîya latînî çap û belavkir..
   Mîr Celadet bi bêtîrî "15"navan di van herdû kovarên xwe de dinivîsand. Ji ber ku kesên nivîskar kêm bûn û ne dixwest ku biyanî zanibin ew tenê, yan ew birayê Xwe (Dr. Kamîran) tev babetên van kovaran dinivîsînin. Di pey re mîr Celadet nav di gelek kesan de dida, ew dehif didan ber bi nivîsandina zimanê kurdî de. Di roja îro de gelekan ji wan nav û deng dane wek: Cegerxwîn (mele şêxmûs), Osman Sebrî, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hişyar.. Hingê jî, gelek kesên bi nav û deng di kovarên wî de nivîsandine wek: Goran, Bêkes, Ihsan Nûrî Paşa, Evdulrehmanê Eliyê Ûnis, Cemîlê Haco axa hwd. Mîr Celadet di ber herdû kovavên xwe re pirtûkxaneyek vekir bi navê (Pirtûkxana Hawarê), û 20 pirtûk çapkirin, dîwana Cegerxwîn a yekemîn: Pirîsk û Pêt " yek ji wane. Hem jî mîr Celadet pêşgotin ji vê diwana Cegerxwîn re nivîsandiye.
   Di sala 1935 an de mîr Celadet " zewicîye " diyare ku kebaniya wî "Rewşen xanim Bedirxan e". Keçnama wî bû.
   Ji zewaca wan kur û keçek li wan zêde bûye, kur navê wî "Cemşîd " e  di sala 1939 ande çêbûye, doktore di bijîşkiye de, jiyana xwe li Almaniya derbas dikir, di sala 1999 an de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê. lê keç navê wê (Sînemxan) e, kebaniya nivîskarê kurd (Selah Sadella) ye niha li Hewlêr dimîne… Mîr Celadet bi van zimanan dizanî: tirkî – inglîzî – firansî – farisî –rûsî-yûnanî- elmanî-erebî ji bilî ku zimanê kurdî zimanê dê û bavê wî bû, zimanê axaftina mala wî bû.
Ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
1-Rêzimana alfabêya kurdî, Şam 1932. ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
2- Rûpelinine alfabê, Şam 1932.
3-Bîyîsa Pêxember. Şam1933.
4-Nevêjên Êzedyan Şam 1933.
5-Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re Şam 1934.
6-Li dordoza Kurdistan ê, Misir 1943.
7-Giramêra kurdî, Şam 1943.
8- Giramêra kurdî-bi firansî
9-Sebebên rastyi ketina edivne
10-Ferhenga kurdî –kurdî
11-Ferhenga kurdî-firansî
12-Xwebinas
13-Kitêba sînemxanê
14-Hevind   "şanoye"
15-Dîwanek helbest, çapnebûyî"

Qamişlo 01/07/2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark