Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nûçe: Daxuyaniya Damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (YNKS)

 


Baweriya me bi giringiya peyvê û rola wêya mirovane û ronakbîrî weha ye ku nediyarbûna peyvê dibe sedemek bo wunbûna hiþmendiyê û diyarbûna nezaniyê û peydabûna paþketinê, herweha dibê hokarê belavbûna tundûtûjiyê bi hemî rengên xwe ve. Em, ewên her ji berê de beþdar bûn bo xizmeta peyvê, îro jî her beþdar in, û pê serfiraz in ku em berhemên xwe, çi piroje û çi awat, di warê ziman û wêjeya Kurdî de bixin nav çarçêweya yekîtiyeke ku kar û bizavê bikê bo komkirina hêzên dahênerane yên nivîserên Kurd li Sûriyê .


Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê ya ku beþdariyê di nîgarkêþana nasnameya meya nediyarkirî de dike, hewl dide bo rola xwe bo berjewendiyên miletê xwe, çi kêþe û çi rewþenbîrî, terxan bikê, û bi têkoþîneke bêwestan bi armanca geþepêdana keltûra Kurdî bi hemî þaxên xwe ve dixebite bo pêkanîna danûstandineke þaristanî, bi çalakiyên rewþenbîrî, û weþandina berhemên sipehî, her ev jî bê goman li ser bingehine babetkî birêve diçe, ku tevina hevgirtina xwe, hem bi tayên jîrbûneke bîrmendane û dahênerane dihûne, hem jî bi tayên rûmetiya peyvê û xemxwariya nîþtimanperwerî dihîvêze. Em pê þanaz in ku ev yekîtî ji îro pêde bibê sêwana her nivîserekî bikarê milê xwe bidê rex milê me di serkeftina van binçîne û bawermendiyan de.
Di  22. 6. 2012 girûpa damezrêner - jibilî sê nivîseran (Dr Memo Evdê, Diya Cuwan û   Imer Kalo) û hin nivîserên dîtir jî nikarîbûn beþdariyê têde bikin - civatek ji van nivîskarên jêrî li dar xist. Piþtî axaftin û gengeþê birryara damezrandina yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê hate standin. Nivîserên civatê yên navê xwe li ser vê daxuyaniyê imze kirine ev in:
1.  Berzo Mehmûd
2.  Deham Hesen
3.  Ehemed Ismayîl
4.  Edîb Hesen
5.  Ebbas Ismayil
6.  Fewaz Evdê
7.  Hewas Mehmûd
8.  Issa Mîranî
9.  Konê Reþ
10. Luqman Yûsif
11. Mehemed Þêxo
12.  Mehmûd Iko
13.  Mehemed Qadiro
14.  Xalid Cemîl Mehemed

Qamiþlo 22. 6. 2012

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.77
Bi Tevahî Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark