Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serdana Kurdistanź; Festīvala Ceneral Īhsan Nūrī Paža - 2 –

 


Konê Rež

(Duhok; paytextê zindîkirina helkeftên netewî ye)
   Pižtî ku me gotinên xwe li Barzan, ser gora nemiran gotin û me çayek di mêvandariya Barzaniyan de vexwar, em zîvirîn bajarê Duhokê. Saet dor 9ê evarî em gihan Yekîtiya Nivîskarên kurd – tayê Duhokê.
 Camêr Hesen Silevanî serokê yekîtiya nivîskaran û hevalên xwe bi sîngek fireh pêžwaziya me kirin, žîv bo me anîn û bi comerdî alîkariya xwe ji me re diyar kirin..


 Pižtî žîvxwarinê, em bûn du bež, bežê mezin ku hejmara wan dor 20 kesan bû, zîvirîn malên xwe li Amedê, Batmanê û Stenbolê.. Bi tenê ez û herdu kekên xwe Arjen Arî û Tîtalê Keremê Seyad li Duhokê man. Mana me her siyan, ku em di (Festîvala Žoreža Agirî 1926-1930 û Ceneral Îhsan Nûrî Paža)de amade bibin. Ewa ku di roja 25ê nîsana 2012 de li Duhokê, di hola Yekîtiya Niviskarên Kurd de dest pê kiribû, di bin durižma (Duhok; paytextê zindîkirina helkeftên netewî ye).
Hem jî ku em serdana Laliža nûranî bikin. Her wiha jî kak Tîtalê Kerem hatibû vexwendin ji rex Yakîtiya Nivîskarên Duhokê ve ku bê xelatkirin, ji kar û barên wî û bavê wî Keremê Seyad re di radyoya Yerîvanê de û her wiha di wežandina rojnameya Riya Teze de..
A dinî rojê 26ê nîsana 2012 an, em di festîvalê de amade bûn û ji rex birader; Îsmaîl Tahir Cangîr, Kerîm Beyanî, Yasir Hesen, Wesfî Hesen û Hesen Fettah û yên mayîn ji komîta bilind a festival, ragihandina parêzgeha Duhokê û komîta pêwendiyan bi germî hatin pêžwazî kirin. Nexasim xortê hêja Ferhad Doskî ku ji min qut nebû.. Û her wiha çav bi biraderên xwe ji nivîskarên Duhokê û dîroknasên mêvan yên ku ji her sê perçeyên Kurdistanê yên din hatibûn û beždarî festîvalê bûn ketin wek: Rehîm Žinoyî û keça wî Amitiss yê ku di salên Ceneral Îhsan Nûrî Paža yên dawî de pêre bû û wek kurê wî dihat naskirin û ji bajarê Žinoyê hatibû, Mustefa Balbal, Siware Fettûhî ji Mehabadê, Musediq Tovî û Hacî Cafer ji Yekîtiya nivîskarên kurd tayê Duhokê, Dr. Abdulfttah Botanî, Îhsan Çolemêrgî, Tehsîn Sefer, Nîjyar Naeman Bacilorî, Bavê Nazê, Masûm Mayî, Ehmed Ebdella Zero, Ismaîl Hêcanî, Vedan Adem, Kamîran Berwarî, Mesto Dinanî û Kovan Xankî û gelekên din ku nave wan nayêbîra min..
Di eynî rojê de, panela çaran bi beždarbûna min û kak Tehsîn Sefer ji Kurdistana bakur destpêkir. Birêvebera panelê Zozan Sadiq Berwarî, di destpêkê de çend gotin, derbarî min gotin û destûra axaftinê da min. Sebaretî min û Žoreža Agirî û Ceneral Ihsan Nûrî Paža, min di sala 2000 î de pirtûkek bi navê (Komela Xoybûn 1927 û Bûyerên Rojane yên Žoreža Araratê1930), li Hewlêrê daye çap û belavkirin. Vêca min di semînera xwe de xwest, ez ronahiyê berdim ser rola Kurdên Rojava di avakirina Xoybûnê de û pižtgirtiya wan a havîna 1930 ji serhildana Ceneral Ihsan Nûrî Paža re.. Hem jî min da zanîn ku gundê Dugirê û hotêla Baron li Helebê wek motkê bûn ji komcivînên welatparêzên Kurdan û Ermenan re ta ku Xoybûn di sala 1927 an de li Libnanê hat damezirandin.. Û her wiha min rola Bedirxaniyan (Mîr Celadet, Sureya, Xelîl Ramî) di avakirina Xoybûnê de anî ziman û wiha jî rola Vahan Papazyan ku yekî ermenî bû ji partiya Tažnaqê û rolek mezin di avakirina Xoybûnê de list.. Hem jî min rola çiyayê Žingalê, keleha xwîniyan, wek rawestgehekê ji Ihsan Nûrî û hevalên wî re da zanîn, nexasim pižtî ku serhildana wan li Beyt Elžebab têkçû û ceneral Ihsan Nûrî û hevalên xwe, ji Žingalê bi alîkariya Kurdên rojava derbasî  Bexdayê bûn.. Wiha jî min rola Memdûh Selîm Beg Wanî, Dr. Žikrî Segban, Biro Hesko Têlî žirovekir û dawî çawa ku neferên ežîra Celaliyan bûn ardiwê žoreža Agirî, anî ziman..
Pižtî ku kak Tehsîn Sefer jî semînera xwe a bi navê (Ihsan Nûrî Paža û Rêkxistina Azadî) xwend, hin giftogo derbas bû.. Di pey re xelat hatin belav kirin.. Di pey belavkirina xelatan re serokê Yekitiya Nivîskarên Duhokê Helbestvan û Çîroknivîs Hesen Silêvanî, Tîtalê Keremê Seyad ku yek ji karmendên Radyoya Yerîvanê ye û di rojnameya Riya Teze de kar dike, xelat kir.. Tîtalê Keremê Seyad jî, ji bo xelatê kêfxwežiya xwe anî ziman û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekitiya Nivîskarên Duhokê kir. Hêjaye gotinê ku Tîtalê Kerem 46 salî ye û kurê Keremê Seyad e. Û wiha Festîvala Ceneral Ihsan Nûrî Paža bi dawî bû.
Li gor programê festîvalê roja 27ê nîsanê 2012 terxankirî bû ji gežt û seyranê re. Sibehî em ji otêla Jiyan ber bi navçeya Zawîte ve çûn, di taxa Berojkê re ji Duhokê derketin.. di geliyê Bêsirê re çûn Bagêra, Siware Tûka, Sarkê û Mêrga Dirêj.. Li geliyê Ažawa em rawestiyan û me bêhinvedanek xwež derbas kir.. Em di çepera Tahir Axa re derbasî çiyayê Metîna û Bamirnê bûn. Di derbasbûna Bamirnê de, em çav bi nivîskar Mustefa Nûrî Bamirnî ketin, em lê sekinîn û me silavek lê kir, pažê em çûn ser kaniya Bamirnê û goristana žêx Behaeldînê Neqižbendî ewa kevnar û bi kulîlkên gîhayê Helizê zer dikir.. Sebaretî vê serdanê û žirovekirina rêka ku em têre çûn û zîvirîn ez spasiya nivîskar Musediq Tovî, Hacî Cafer û kak Ismaîl Tahr Cangîr, Kerîm Biyanî û kak Ferhad Doskî dikim.
Dawî dibêjim; bi hêvî me ku Duhok di her 12 mehên salê de; Paytexta zindîkirina helkeftên netewî be, wek ku çawa bûka Badîna ye.
Qamižlo, 15.06.2012

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 2.09
Bi Tevahī Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark