Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bejin lale*… lê tirale…!!

 


Xelîl kalo

Rewþa meyî berçav ya vê dîmenê dide xuyakirin .ku naveroka me tersî bicmê meye û ti rola aqil di mezaxtina jiyanêde nîne .li ser hemû astên jiyanê û bi taybet rewþa siyasî ku kambaxe di vê qunaxê de.her kes xwe dide pêþ û hemû ji hev re dibine kul û ser êþ.car caran mirrov bê hiþ û matmayî dibe dema ku li rewþa giþtî tê meyzekirin .. ne siyasetmedarê me weke yê xelkê nê .ne rewþenbîr bi peyam û rêbaza xwe nûkirin û guhartin ne û ne di bîr û bala wan deye .tenê ezezî hakim û deshilate ser wicdan û mêjiyên wan li ser hisabê belengaziya gelê kurd û doza wîya rewa .


Dema ku em qilafet û terzên xwe dibînin. mirov texmên dike ku em dikarin tiþtên baþbikin ,lê di kar û kirinê de tiþtê ku  heyî jî em kambax dikin û pirê caran wêran dikin.mînaka herî berçav û di rojevê de .karê  tevgera kurdî dike di van rojan de  û ku  cihê dax û fihêtiyê ye heta  carna mirov li ba xelkê ji kurdîtiya xwe fedî dike . beramberî kar .bizav û fedekariya xelkê ji bo mavên xweyî jiyanê û bi taybet gelê sûrî di domana xebata soreþa azadiyê de, ku ev bû nêzîkî 15 mihan . roj bi roj ber bi pêþve diçe .berevajî me ku em hîna di nakûkî û keftelefta çanda berê de dijîn .û weke rêbaz û siyaset em bi kartînin .

 Her yek ji me xweþ dibêje .lê bi reþayî hizira xwe dike. û nikarê xwe ji ezezî û keleporê paþveçûnê rizgar bike ji ber sûd û berjewendyên xweyî cûr bicûr ku nakevine xizmeta berjewndiyên giþtî de. bi vê çandê em gihiþtine astekî xirab û serberdayetiyê ku dozên kurdewarî bo kesayetiya xwe bikar tîtin mîna bazirganan û ser gelê xwe qewadiya siyasî dikin .di bin nav û nîþanên bedew û kurdewarî de heta roja îro . niha cade û þeqama kurdan tê xemilandin bi van dîmenên bejin lal û tiral.

*lal.... guleke bedewe li çiyayê kurdan þîndibe
*tiral ....mirovê bê kar û berhem

11.6.2012
xkalo58@gmail.com    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.23
Bi Tevahî Deng: 13


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark