Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pênûsa nû, ne nû ye û ne qetek!

 


  Kawa Þêxê

Berî demekê me bi nûçeya avakirina (Hevbenda Nivîskarên Kurdan) bihîst. Nûçeyek xweþ bû ji ber ku gavek rast bû, sazîkirina kîjan beþên civakê timî gavek ber bi civakek azad û mafperest ve ye.
Ew gav me wisa bihîst û me wisa jî bi nav kir, lê gava pêþî her dimîne gava pêþî ku çavan li hêviya gava bi dû de dihêle, û sazîkirin jî timî dihêle ku mirov çavê xwe li xebatên wê girûpa sazkirî bigerîne û li hêviya berhemên wê be.


Gava didiwan piþtî avakirina hevbenda nivîskarên Kurd ew bû, ku dest bi rojnameyekê kirin, rojnama wan jî bi navê pênûsa nû derket.
Nûçeya derxistina rojnamê, bi þêweyekî gelekî balkêþ hatibû nîvisandin, dida diyarkirin ku ew kesê ku nûçe nîvisandiye nizane bê çend kovar li rojavayê Kurdistan bi dizî derdiketin.
Lê ew jî ne xem bû, ew nûçe bi awayekî hatibû nîvisandin ku navên gelekî xuya têde hebûn hiþt em bêtir li benda wê rojnamê bimînin û  li qorzîka malpereke kurdî, me xwend ku berhema yekemîn ji vê saziyêre derket, hema bi lez û bez min ew daxist ser Computera xwe û min dest bi xwendina wê kir.
Navin tê de hatibûn nîvisandin ku dihiþt ku hêvî di wê rojnamê de gelekî mezin bin.
Rûpela pêþî tenê navê rojnamêê û navê (Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûryê) bi Kurdî bû û dûvre zimanê (gundî û cotkaran) xwe bi þûn de dide û rê dide zimanê (Sîbewê û Mutenebî û Alcahiz û Almearî) û ew jî (zimanê erebî) dest bi afirandinê dike, û xwe li vî alî û wî aliyê rojnamê mîna marekî vedizelîne. Zimanên ku bi melyonan belavok û rê jêre hene ku xwe û xwedyê xwe îfade bike, dest datîne ser 24 rûpelan  ji rojnama ku bi xwe jî 32 rûpel e, û di herdû rûpelên dawî de jî dîsa vedigere. Yanî þeþ rûpel bi Kurdî û 26 rûpel bi Erebî û berhem ji alî hevbenda nivîskarên Kurd ve derketiye!
Ez wisa sar bûm, tevî ku ez fêm dikim, ku armanc gihîþta hejmarek bêhtire ji xwendevanan, ez dizanim ku xwendina bi Kurdî kêm e, lê ji sedî sed wê xwendevanên Kurdî yên anha ji yên dema (Hewarê) bêtir bin, û ne dema Hewarê tenê lê dema (Gulîstan - Zevî - Orkeþ û ...) ma gelo ne armanca yekemîn ji nivîskar re ew e ku berê xwendevanan bide þaþiyan?
ma ne shashî bû heya anha bin pêkirina mafê zimanê Kurdî?
Ma mafê zimanê kurdî nebû ku hejmarê rûpelên wê bibe (bi kêmanî) bi qasî yên Erebî di vê rojnamê de?
Quncikên Rojnamê jî bala min kiþandin ew jî 12 quncikên erebî ne û yek Kurdî sêwî bê hal di destê romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv de yê, ku di nûçê de wekû qelemên ciwan hatibû bi navkirin, tevî ku berhemên wî tiþtekî din dibêjin.
Ez naxwazim têkevim nava navan de, bi rastî jî di warê edebî de gelek navên cihê rêz û hurmetê di rojnamê de hene, lê ewan navan di berhema yekemîn de xwe bi awayekî þaþ da nasîn. Hejmara yekemîn û danasîna wê rojnamê ne li gora hêviyên me bûn, tevî ku hejmara yekemîn timî ya herî giring e.
Navên ku di vê rojnamê de cih digrin pirê wana bi Kurdî û erebî jî dinîvisînin, lê çima wisa ev berhem bi vî awayi pûç kirin nizanim!!!
09.06.2012


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1.4
Bi Tevahî Deng: 10


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark